Di nav CHPê de nakokiyên serokatiyê destpê kirin

Kurd24

K24 - Enqere

Di nav CHPê de pêşbirkeya serokatiyê xurt dibe. Parlamenterê Yalovayê Muharrem İnce derket holê û li parlamentoyê xwe nîşan da. İnce, hesabê hilbijartinan ji Kılıçdaroglu xwest. Cigirê Serokê Koma CHPê Levent Gök jî bersiv da Muharrem İnce û got ku CHP dê digel Kılıçdaroğlu  berdewam bike.

Parlamenterê CHPê yê Yalovayê Muharrem İnce eşkere kir ku ew ji bo serokatiya CHPê namzed e. İnce diyar kir ku ew dê ji bo kongreya CHPê îmzeyan kom bike. Muharrem İnce li parlamentoyê digel hindek parlamenteran, serokên bajaran û serokê şaredariyan civînek lidar xist.

İnce idîa kir ku endamên CHPê dê piştgiriya wî bikin û tekez kir ku di nav CHPê de guhertinek şert e: “Di nav CHPê de pêwist e guhertinek pêk were, eger na ew dengên heyî jî dê biçin. Piraniya Tirkiyeyê dixwaze desthilat biguhere. Em ê pêşî opozîsyonê paşî jî desthilatê biguherînin.”

Ji bo gotinên İnce, bi awayekî lezgîn bersiv hat, Cigirê Serokê Koma CHPê Levent Gök diyarkir ku prosesa kongreyê prosesek asayî ye û herwiha destnîşan kir ku di kongreyê de CHP dê piştgiriya Kemal Kılıçdaroğlu bike: “CHP, di mijara demokrasiya naxweyî de baştirîn partî ye. Herwiha CHP ligor peyrewa xwe tê birêvebirin û kongre jî gelek asayî ye. Ev nîqaşên han dê CHPê dewlementtir bikin.”

Di nav CHPê de ji bo kombûna kongreya derasayî divê 245 endamên CHPê bi awayekî îmzekirin babetê pesend bikin. Ji bo nîşandana namzedekê jî îmzeya 127 endaman pêwîst e. Kongre, ji bo CHPê gelekî giring e. Ji ber ku di heyama nû de serokê CHPê bi taybet dê politikaya CHPê ya “prosesa aştî”  jî diyar bike. CHP yan dê tevlî prosesê bibe yan jî dê li ser xeta neteweyî bisekine.