Mosko dê pêwendiyên xwe yên leşkerî bi Enqerê re qut bike

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî bûyera ketine firokeya şer a Rûsyayê li Sûriye ji aliyê Tirkiyê ve û mirina her du firokevanên wê, Moskoyê biryar da pêwendiyên xwe li gel wî welatî qut bike.

Desteya kantên hêzên Rûsyayê ya leşkerî di beyanameyekê de duh(24.11.2015) ragehand ku bi sedema ketina firokeya wî welatî ji aliyê  Tirkiyê, ew dê  pêwendiyên xwe yên leşkerî bi Enqerê re dê qut bike.

Serokatiya desteya kantên hêzên a leşkerî ya Rûsyayê da zanîn ku ji niha û pêve hemû firokeyên xwe dê li bin çavdêriya firokeyên şerker yên din de be û ew jî dê beşdariyê di operasyonan de bikin.

Her di beyannamê de hatiye: “ ji niha û pêde, çi metirsiyên li ser  firokeyên Rûsyayê hebe ew dê bikin armanc xwe  û navbirin”

Duh , 24ê Mijdarê, firokeyeke leşkerî ya Tirkî firokeyeke din a Rûsî xist xwarê, berpirsên Enqerê dibêjin ku wê firokeyê sînorê wan derbas kiriye û Rûsya jî redkir.