Obama bi şêwirmendên ewlekariyê re dicive

Kurd24

K24

Koşka Spî ragehan ku tê çaverê kirin ku Serokê Amerîkayê Barak Obama li gel şîermendên ewlekariya neteweyî yaw î welatî bicive.

Di daxuyaniyekê de Koşka Spî ya Amerîkayê  duh(24.11.2015) ragehand ku bi mebesta  şopandina rewşa ewlekariya netweyî ya wî welatî tê çaverêkirin Barak Obama îro roja Çarşemê li gel şêwermendên ewlekariya Netweyî ya wî bicive.

Tê zanîn ku di heyama du rojan ev duyemîn civîna Obama ye derbarê rewşa ewlekariyê tê encamdan piştî êrîşên DAIŞê li Parîsê.

Beriya niha jî, Kuşka Spî ragehand bû ku Obama ligel Civata Ewlekariya Neteweyî civiya  ye û daxwaz ji şêwirmendên xwe kirîye ku li ser şerê li dijî DAIŞê  berdewam bin.

Koşka Spî esker kir jî ku Serokê Amerîkayê Barak Obama hatiye agehdarkirin ku di dema niha de ti gefên  diyarkirî  li ser ewlehiya Amerîkayî ji aliyê grûpên tûndrew ve nînin.