Li Tirkiyê pirsgirêka Elewiyan jî cih digire

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, di nav plana hikûmeta nû de çareserkirina pirsgirêkên Elewiyan jî bi cih digire.

Serokê komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultan Alî Kenanoglu duh(24.11.2015) ragehand û got: Sedema pirsgirêkên me Elewiyan û yên civatên din nedemokratîkbûna komara dewleta Tirkiyê ye.

Di heyama hikûmeta 64'an a Tirkiyê de gelek arîşe li bendê ne ku bên safîkirin. Yek ji wan arîşeyan jî pirsgirêk û daxwazên civata Elewiyan e.

Li gor nûnerê rojnameya Yenî Şafakê yê Enqereyê Abdulkadîr Selvî hikûmeta nû, di nav 3 yan jî 6 mehan de li gor daxwazên Elewiyan wê pirsgirêkên Elewiyan çareser bike.

Parlamenterê berê yê HDP'ê û serokê komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultan Alî Kenanoglu ku di hemû xebatên hikûmetê yên heta niha ji bo Elewiyan hatine kirin de bi cih girtiye û wiha axivî: Ji bilî çend xebatên biçûk, xebateke berfireh û mezin ji bo Elewiyan nehatine kirin. Me dixwest Madimak bibe muzexane lê nekirin.

 "Cemxane weke îbadetxane nayê dîtin û tu bîr û baweriya Elewiyan jî nayên pejirandin. Di vir de polîtîkayên veguherindinê tên kirin. Berê niha jî heman polîtîka hebûn, niha jî bi destê vê hikûmetê berdewam in. Arîşeyên hemû civatan hevpar e. Sedema pirsgirêkan jî ew e ku nedomakratîkbûna dewleta komara Tirkiyê ye."

Kenanoglu diyar kir ku li gor dilê Elewiyan tu gav nayê avêtin. Tu hêviyê wî ji hikûmeta nû tune ye, her tişt mîna berê wê berdewam be.

" Yekem pirsgirêk ciyawazî nîwpêtekatan e, Elewiyan di saziyên fermî û taybet de ji ber bîr û baweriya xwe ji kar tên bidûrxistin. Eger dezgehek xebatkarên xwe, ji kar derxe pêşî kesên Kurd û Elewî derdixe."

Li 50 bajarên Tirkiyê, nêzikî hezar cemxane hene. Piraniya Elewiyên ku li Tirkiyê dijîn di serî de dixwazin cemxaneyên wan wek îbadetxane bên dîtin.