Ketina firokeya Rûsî nirxê petrolê bilind dike

Kurd24

 

 K24 – Navenda Nûçeyan

Li bazarên cîhanê ketina firokeya Rûsî ji corê (SU – 24) ji aliyê Tirkiyê  û alozbûna têkiliyan li Rojhelata Navîn, nirxê bermîleke petrol ya xav a (Texas)ê gehişte 42 dolaran û tê çaverêkirin ku heta 45 dolaran bilind bibe.

Hevdem ligel bilindbûna nirxa petrolê, pişkên kompanyayên Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 20 bilind bûne ew  jî ji derencama aloziya rewşa siyasî û ewlekariyê li Rojhelata Navîn e.

Duh , 24ê Mijdarê, firokeyeke leşkerî ya Tirkî firokeyeke din a Rûsî xist xwarê, berpirsên Enqerê dibêjin ku wê firokeyê sînorê wan derbas kiriye û Rûsya jî redkir.