Erdogan: Tirkmenên Bayirbûcakê bi mirinê re rûbirûne

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje Tirkmenên Bayirbûcakê bi mirinê re rûbirûne. Ew tenê hewl didin ko heremên xwe biparêzin lê rastî êrîşên balafirên şerî tên.

Erdogan li ser xistina balafira Rusyayê jî da zanîn ko her çiqas wan nexwestibê desttêwerdanê bikin jî neçar mane. Ji ber ku balafirên şerî hişyariyên wan ber çavan negirtine.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp erdogan duh(24.11.2015) di resepsiyona roja mamosteyan de derbarê xistina balafira Rusyayê axifî û got wan nedixwest bûyereke bi vî rengî rûbide û Rusya ne dijminê wan e. Lê wan di çarçoveya hikuqa navneteweyî de mafên xwe yên xistinê bikaranîne. Balafirên Rusyayê hişyariyên wan ber çavan negirtine.

Li hemberî hemû hişyarîyên me  balafirê ku nasnameyê wê nediyar rastî desttêwerdana me hat. Me di çarçoveya hikuqê de desttêwerdana balefire kir. Ji ber ku qada me ya asimanî binpêkiribû. Ew balafirana di nav 5 deqeyan de 10 caran hatin hişyarkirin. Ti dijminahiya Tirkiyeyê bi cîranên xwe re nîye. Mafê Tirkiyeyê heye ko sînorên xwe biparêze. Divê hemi kes rêz bigre.

Li ser rewşa tirkmenan jî Erdogan da zanîn ku di şûna çekdarên DAÎŞê de tirkmenên Bayirbucakê tên kuştin. Balafirên şerî tirkmenan hedef digirin.

Herêma kuTirkmen dijîn ne herêma DAÎŞê ye. Bila ti kes ti kesî nexapîne. Li wir bi tenê tirkmenên Bayirbûcakê dijîn. Li wir hemneteweya me, xizmên me henin. Bi hinceta DAÎŞê diçin Tirkmenan dikûjin. Ew ketine xema parastina erdên xwe. Ew malbatên xwe şandine qempan û li wir tenê têkoşerên tirkmen dijîn.

Di demên dawî de pirsgirêka Tirkmenên Bayirbucakê ji rojevê nakevê. Li Suriyê hejmara tirkmenan di derûdora 400 hezaran de ye. Piraniya wan li bajarên wekî Hama, Raqa, Şam û Lazkiyeyê dijîn. Ji tirkmenên ku li Halebê dijîn re tirkmenên Culapê, yên ko li bajarê Lazkiyeyê dijî re jî tirkmenên Bayirbûcakê tê gotin. Tirmenên Suriyeyê ji aliyê rejimê ve wekî kêmnetewe nayê dîtin. Herçiqas di jiyana rojane de wekî tirkmen bên binavkirin jî ew di nasnameya wan de misilman dinivisîne.