Li Tirkiyê operasyonên li hemberî PKKê berdewamin

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê hemberî PKKê operasyoneke berfireh tê kirin û li bakurê Kurdistanê jî tundûtûjî berdewam e.

Hêzên ewlehiyên dijî terorê yên Tirkiyê, îro(25.11.2015)li Kuçukçekmece ya Stenbolê operasyoneke berfireh li dijî baskê bajarê yê PKKê pêk anîn. ji 20an zêdetir xanî û navnîşan bûn armanca wê êrişê. Helîkopteran jî li asman piştgirî dan operasyonê û hate ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin.

Operasyon bi berfirehî berdewam e û tê payîn hejmara binçavkirinan zêde bibe.

Her wiha qedexeya derketina kolanê ya Nisêbînê jî di roja 13emîn de didome, li gorî agahiyan pevçûn berdewam in. Medyaya Tirkiyê radigihîne ku 18 kes hatine kuştin û wan wek endamên PKKê radigihîne. Qedexeya ku li Cizîrê piştî êrişeke çekdarî hatibû ragihandin îro serê sibê hate rakirin. Li Qosera Mêrdînê jî 7 ciwanên ku endamên Kovara Ciwanên Sosyalîst in hatin binçavkirin.