10 wêneyên herî navdar li ser Instagramê

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Ligel nêzîkbûna dawiya sala 2015an, malpera civakî ya Instagramê lîsteyeke wêneyan belavkir ku di sala 2015ê de pêhtirîn “ LIKE” bi dest xistine. Ew 10 wêne evên xwarê ne:

 

Ev wêneyê nimayîşkara mode ya binavûdeng Kîndal Cîner (Kendall Jenner) xweşika hunermend Kîm Kardaşyan (Kim Kardashian)  3.3 mîlyon “LIKE” bi dest xistina û di pileya yekê de hat.

 

 Ev Tîlor Swîft (Taylor Swift) bi rex gulên ku hevjînê Kîm Kardaşiyan Kaynî Wêst (Kanye West) bo şandî, heta biha kariye 2.6 mîlyon “LIKE”  an bi dest bixe.

Ev wêneyê Tîlor Swîft û hevalê wê yê navdar bi DG Kalvin Harîs (Calvin Harris), 2.5 mîlyon “LIKE”  bi dest xistin daku bike rêza 3yan ya lîsteyê

Ev wêneyê Tîlor Swîft jî karî 2.4 mîlyon “LIKE”, bi dest bixe.

Wêneyê Kêylî Cîner (Kylie Jenner) , xweşka Kîndal ê ku şanaziyê bi bawernama xwe ya bekeloryeyê dike, di rêza 5em de bi dest xistina 2.3 mîlyon “LIKE” an hat.

Stranbêja Amerîkayî Biyonsê (Beyoncé) û keça wê Blue Ayvî (Blue Ivy) jî bi 2.3 mîlyon “LIKE” an cî yê xwe di rêza 6 ê de girt.

Ev wêney Tîlor Swîft jî 2.3 mîlyon “LIKE”  kom kirin.

 Sêlfiyê stranbêja Amerîkayî Sîlîna Gomîz (Selena Gomez) jî bi 2.3 mîlyon “LIKE” an xwe gehande rêza 8ê.

 Di rêza 9ê de , car din Swîft hatiye bi 2.2 mîlyon LIKE an.

Navê Kîndal Cîner  jî dûbare dibe û 2.2 mîlyon “LIKE”  bidest xistine.