Kurd bi rêya Mela Mistefa derbasî Guinnessê dibin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Biryar e îşev, 6 Kanûnê, demijmêr 8 êvarê mezintirîn tablo li cîhanê li bajarê Dubey yê welatê Îmaratên Erebî were nimayiş kirin.

Li gor ku ajansa BasNewsê belavkiriye, ev tablo wêneya Serkirdeyê Kurd Mele Mistefa Barzanî ye ku, bi şêweyê kirîstalî hatiye saz kirin, tê pêşbînî kirin ku ev tablo têkeve pirtûka Guinness a rekora cîhanî, evjî dê bibe sedema ku yekemîn car Kurd navên xwe di dîroka vê pirtûkê de binvîsin.

Ev tablo ji aliyê keçeke Kurd bi nave Jîman Mehmûd û bi alîkariya xwediyê kompaniyeya Korekê Sêrwan Barzanî hatiye amade kirin.

Mela Mistefa Barzanî, di 14 Adara sala 1903 de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di sala 1905 de bi dayika xwe re, ji aliyê Osmaniyan ve tê zîndankirin. Barzanî di 1931de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kir ligel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmed Barzanî di rêvebiriya şoreşa kurdî de li dijî rejîma Şahê  Iraqê ji bo bidestveanîna mafên milletê kurd.

Şoreşa ku di sala 1935 de hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bo bajarê Silêmanî. Li sala 1942'an Barzanî ji cihê nefiya xwe reviya û ji nû ve dest bi xebatê kir.

Di 1943 de li navçeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945, diçe Mehebadêû beşdarî damezrandina Komara Kurdistan dibe, wek wezîrê cengê tê destnîşankirin. Bi ketina Kurdistanê li Mehebadê derbasî Yekîtiya Sovyêt  dibe. Mistefa Barzanî, di sala 1958 de vedigere Başûrê Kurdistanê.

Di sala 1961de heta 1970, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir. Mistefa Barzanî di 1 Adara 1979 de çû ser dilovaniya xwedê. Gora Barzanî li Gundê Barzan li Başûrê Kurdistanê bûye mîna mezarekî xelk û azadî xweaz ji seranserî cîhanê serdana gora wî dikin.