Kirasê Dinîtiyê yê Avzêrkirî

Kurd24

 Hamid Omerî

          Rojekê li Japonyayê wesaîteke biçûk tê çêkirinê. Fîrmaya vê taksiyê çêdike di serî de yên biyanî teqlîd dike. Taybetmendiyên vê wesaîtê ev in: Biçûk e û erzan e. Xwedî, amûra xwe bi awayekê digihîne bazara dinyayê. Lê taksiya wî bisernakeve û ji mecbûrî xwediyê wê wesaîta xwe ji bazarê tîne mala xwe. Navê wê Toyopet e. Japon henekê xwe bi xwediyê fîrmayê û wesaîta wî dikin. Navekî ne xweş li Toyopetê dikin: Xwelîdanka Çarteker

          Han Joon Chang akademîsyenekî ji Koreya Başûr e û di berhema xwe ya bi navê Dîroka Veşarî ya Pîşesaziyê (Sanayileşmenin Gizli Tarihi) de di beşa Ji Nû ve Lexus û Dara Zeytûnê de behsa vê çîrokê dike. Bi vê re li ser sedemên paşdemayîna milet û dewletan hûr dibe. Di berhema xwe de nemaze li ser welatên pêşveçûyî û dewlemend disekine û rê û rêbazên serkeftina van dewletan destnîşan dike.

          Chang, bi gelek mînakên ji hev cihêtir nîşan dide ku dewletên serkeftî ên super di hêna avabûna xwe de ji bo bi pêşve biçin herwekî li pitikekê binêrin bikontrol û sexbir tevgeriyane. Li aboriya xwe, li saziyên xwe, li markayên xwe  û li pergala xwe ya nû xwedî derketine. Şîrketên xwe li hember şîrketên biyanî subvanse kirine da ku di siberojê de kontrol di bin destê wan de be lê nekeve bin dest û repta xerîban.

          Eger em li berdewamiya çîroka Xwelîdanka Çarteker binêrin hîkayeteke balkêş dê xwe nîşanî me bide. Piştî vegerê li Japonyayê nîqaş dest pê dikin û tê gotin ku xwedêgiravî ev ne karê me ye. Baweriyê bi xwe naynin. Kompleksa xwebiçûkdîtinê li her derê dinyayê axleb jî li cem feqîr û milet û welatên paşvemayî li dar e.  Milet û welatên xwe ji vê kompleksê xelaskirine bûnin xwedî derfet û xwedî dewletên mezin. Yên din jî bi wî kirasê dînîtiyê her bi hev re xirecirê kirine: Partiya me ji ya we mezintir e ya jî bexçeyê me ji yê we xweşiktir e!

          Helbet welatên super jî nasekinin û demildest dest bi şîretan dikin. Çimkî ji roj a roj de xwedîîktîdar tim û daîm xwe di ser miletên paşdemayî re dibînin û ne tenê di warê siyasî de herwiha di warê aborî û çandî de jî dixwazin wan bixin bin tehekûma xwe.

          Kirasê Dînîtiyê: Biratiya Gelan û Ummet!

          Li gor Han Joon Chang, van dewletana kirasekê dinîtiyê dirûtine û ji bilî xwe dixwazin li hemû welat û miletên paşvemayî bikin. Kirasê dînîtiyê bi zêr û zîv hatiye neqişandin û dibiriqe. Welatên cîran, dewletên pêşveçûyî vî kirasî li xwe nekin jî bi xoşebêş vî kirasî li yên paşvemayî dikin. Hukûmeta Japon guh nade nîqaşan û şîretên dewletên mezin. Digel vê derfetên mezin dide xwediyê Toyopetê. Ji bo şîrketên biyanî kontrola xwe zêdetir dike, prosesên gumrikê li wan girantir dike û garantiyê xelaskirina ji îflasê dide şîrketa xwe da ku ji nû ve wesaîteke zexm çêbike. Japonên me Xwelîdanka Çarteker dikin Toyota û heta wê jî dikin Lexus ku îro li rûyê dinê yek ji wesaîta herî baş a dinyayê ye. Eger Japonyayê rê li ber Ford û General Motorê vekira dê Toyopet her wekî xwelîdankê bimana û Lexus jî dê li ser rêyan wekî bayê bezê neçûya.

          Gava ji vê çîroka realîst berê xwe didin çîroka me halê me ji Xwelîdanka Çarteker xerbatir e. Lewra li başûrê Kurdistanê behsa serbixwebûnê tê kirin li aliyê din rexne û kompleksa xwebiçûkdîtinê her li dar e. Her ew gotinên "Dewleta Barzanî ya Biçûk", "Barzanîstan", "Eşîrtî" hwd. li ber guhê me dikeve. Li hêla din 'biraderên mezin' jî nasekinin dest bi şîretên xwe dikin: "Kêşeyên herêmê jixwe pirr in, ev kêm bû!", "Em destûrê nadin", "Îsraîl a biçûk" û gotinên din ên ku li ser navê biratiyê û ummetê her li xwe zêde dikin û  li ser ekranên televîzyonan û li ser rûpelên rojnameyan cih digrin. Çimkî kirasê dînîtiyê yên avzêrkirî yê ji bo kurdan hatiye dirûtinê Biratiya gelan û biratiyê ummetê ye.

          "Eger ji me re baş nîne çima ji we re baş e?"

          Li ser vê mijarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya bi Reuterê re wiha digot hefteya çûyî: Ewê dibêjin, serxwebûn baş nîne, pirsyara me ji wan re ev e, eger ji me re baş nîne, êdî çima ji we re baş e?”

          Hemû miletên misilman dê bibin xwedî dewlet û wê ev dewletbûn ne li dij umetê be, hemû miletên ku baweriya xwe bi şoreşê anînin dê bibin xwedî dewlet û wê ev dê nebe nîjadperstî lê gava kurd behsa referandûma serbixwebûnê bikin dê ummet, biratî, îslam bikeve bin metirsiyê! Di ser re yek ji van dewletana jî ji bo xatirê ummetê û biratiya gelan û şoreşê dê dev ji ala xwe bernede û welatê xwe hilneweşîne ligel vê ji bo parastina wê al û û dewletê dê hêza xwe mezin bike, çek û sîlehên giran pêde bike, talûkeyeke li dûr jî pêk were dê here mudaxele bike lê gava kurd bibêjin "dewletbûn mafê me ye" dê bira û şoreşger wê serê xwe bilind bikin û bibêjin ev ne baş e!

          Loma pirsa Serok Mesûd Barzanî dilê meriv rehet dike. Belê ya ji wan re dibe sin'et çima ji kurdan re dibe qebhet!

          Em niha dizanin ku zengînên îro ya jî xwedîdeweltên îro berê ji bo bibin xwedî dewlet çi kirinin di dîrokê de. Herçiqas ew bixwazin vê veşêrin jî ne pêkan e ji Tudorên Îngîlîstanê bigre heta îro dewletên super çawa li xwe û li markayên xwe xwedî derketine. Hemû dewletên super herwekî "pîşesaziya bebiktî" yê di serî de bi polîtîkayên neteweyî xwe û markayên xwe parastine. Çîroka Nokia û Samsungê ji ya Toyotayê ne cudatir e! Hemû dewletên cîhanê jî bi vê dizanin lê dixwazin van çîrokana veşêrin loma her şîretan li kurdan dikin.

          Di destê kurdan de îro du tişt henin. Markayên kurdan ev in û ya divê bê kirin xwedîderketina li wan e. Yek ji van ziman e ya din jî Kurdistan e. Eger kurd karibin li van markayên xwe xwedî derkevin dê sedemên feqîriya wan jî di pêşerojê de ji holê rabe lê eger dîsa bi hev re bikevin nîqaş û xirecirên  berê, helbet biraderên wan ên mezin dê wî kirasê ku ji mêj ve dirûtine careke din li wan bikin. Loma giştpirsiya li rojevê ji bo hemû kurdan pirr girîng e û erêkirina wê dê wê formulazîsyona ku ji biraderên oldar û şoreşger re bûye edet û ji kurdan re jî weke edebê tê dîtinê dê vê carê xera bibe. Biraderên li der û dorê sed sal berê jî û îro jî çi bi destên xwe çi jî bi destên kurdên xirab vî kirasî li kurdan kirin. Niha careke din dixwazin wê nêrdewan a ku kurdan bi rêtina xwîna xwe bi bedêldayîn canê xwe hazir kirine ji bin lingê wan hilînin. Lêbelê bi xwedî derketina li Kurdistanê vê carê kurd li başûrê welatê xwe dê bi rêya referandûmê navê xwe û welatê xwe wê bixin nava borseya welatên dinyayê û bibin cîranên biraderên xwe yên şoreşger û musilman.   

 

Çavkanî:

Chang, Ha Joon, Sanayileşmenin Gizli Tarihi, wer, Emin Akçaoğlu, İstanbul, epos,2011

Fanon, Frantz, Yeryüzünün Lanetlileri, wer. Şen Süer, İstanbul, Versus, 2007

Fanon, Frantz, Siyah Deri Beyaz Maske, wer. Cahit Koytak, İstanbul, Versus, 2009