Edaleta Te Ev e Dinya?

Kurd24

Abit Gûrses

Roja ku Başûrê Kurdistanê li bin serpereştîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Alîkarê Serokê Herêmê Kosret Resûl bi piranîya partîyên sîyasî (PDK, YNK, Yekgirtû û partîyên din) nûnerên pêkhateyên netewî û olî biryara Referandûma Serxwebûnê dane, hetta niha pêşî dewletên dagîrker, (wek Iraq, Îran û Tirkîye) pişt ra bêje hema hema hemî dinyayê li ser vê biryarê helwestên xwe aşkere kirine.

Helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê ku demeke dirêj e weka eyaleteke Komara İslamî ya İranê ye li hember Kurdistanê radiweste, helwesteke dijminane ye.

Helwesta Îranê ji xwe dîyar e, di asta herî bilind da Îran çend caran dijayetîya xwe aşkere kirîye, bi vê jî nemaye, çend caran li hember Kurdistana Başûr tehdîdên xwe dubare kirine. Nokerên xwe û Heşda Şebî wek tehdîd amade kirîye

Tirkîye jî ji Îranê kêmtir nemaye, bi devê Serokkomar û Serokwezîrên xwe Kurdistan tehdit kirîye, ev  du roj in Tayip Erdogan bi qerara Konseya Milli ya Asayişa Tirkîyeyê Kurdistanê tehdît dike.

Ev her du dewletên ku li ser esaret û koletîya Kurdan hatine avakirin bi her awayî, ji her dewletê zêdetir Başûrê Kurdistanê tehdit dikin.

Bêguman Serokatîya Kurdistana Başûr, hêzên sîyasî ku li pişt îradeya serxwebûnê ne hesabê helwestên wan her sê dewletan kirîye.

Lê belê ez bawer nakim ku ne rêzdar Kak Mesud Barzanî, ne PDK, ne YNK, ne Yekgirtû û ne jî layenên din ku li pişt vê biryara dîrokî ne, li  bendê bûn ku Amerika helwesteke wuha tirsonek, ne camerane deynê. Ne bi tenê Amerika, eger em ji gotina devê Brettt Mc Gurk bawer bikin, kabra dibêje, ‘’ez li ser navê 69 dewletan ku di nav koalisyona askerî ya dijî DAİŞê ne qisse dikim…’’ û dibêje ‘’em li dijî Referandumê ne. Referandumê îptal bikin’’ Dema vî tiştî dibêje jî nûnerê Yekîtîya Milletan û dîplomatê İngilîz jî pê ra ne!

Li ser pêşnîyara Brett Mc Gurk, Mesûd Barzanî teqrîben weha dibêje, ‘’Biryara Referandumê, ne biryara kesekî yan alîyekî sîyasî tenê ye, biryara hêzên sîyasî yên Kurdistanê ye. Em dê pêşnîyarên we binirxînin…’’ Her weha Barzanî di axaftina xwe ya Zaxo û Amedîye da li ser vê hevdîtinê weha got; ‘’Hetta niha bedîleke (alternatîfeke) garantîyeke hêja ku em bikaribin referandûmê tecîl bikin nehatîye pêşkêşkirin. Eger bedîleke garantî ya guncaw hebe em dikarin biryara referandûmê binirxînin. Lê em referandûmê tecil nakin…’’

Barzanî her çend weha gotibe jî dîyar e, li gel Komîteya Bilind a Referandûma Serxwebûnê pêşnîyarên Amerika dê binirxînin. Ango piştî  şêwra xwe ya bi PDK, YNK, Yekgirtu û hêz û nûnerên ku Komîteyê da ne bikin, ew ê bersivekê bidin Nûnerê Serokê Amerîkayê ku li ser navê 69 dewletên ku di koalisyona li dijî şerê DAIŞ da cîh digrin.

Gelo Brett Mc Gurk xeynê ku Hewlêr û Baxda li ser pirsgirêkan (probleman) ji nû va dest bi muzakereyên bê dawî bikin, tiştekî nû, pêşnîyareke hêja danîye  ber Serokê Herema Kurdistanê û hêzên sîyasî yên Kurdistanê ya na? Em vê nizanin.

Lê em weka Kurdên ku piştgirîya prosesa Serxwebûna Başûr dikin şahidê tiştekî weha dibin ku di dinyayê da hetta niha nehatîye dîtin ew jî ev e; Xeynê dewleta İsraîl tu dewlet aşkere piştgirîya xwe bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nedaye dîyarkirin. Bê gûman helwesta camêrane ya dewleta İsraîlê ku bi devê Serokwezîrê wî welatî hatîye ragihandin, helwesteke hêja û gellekî bi nirx e. Divê milletê Kurd vê qencîyê ji bîr neke!

Wekê din li ser prosesa Referandûma Serxwebûna Başûr îro manzarayî umumîye (weneya giştî) ne rind e, ne xweşik e, ne spehî ye! Weka hevalê min ê hêja Omer Özmen nivisîye, ‘’meriv dibê qey dinyayê dema li ser mafê milletan prensibên giştî qebûlkirîye, di nav paranetêzekê de (xeynî Kurdan) hatîye nivîsandin…’’ Ango prensibên mafê milletan xeynî milletê Kurd ji bo her milletekî derbas dibe.

Ironî li alîyekî, lê ez ji we xwendevanên rêzdar dipirsim; Gelo di dinyayê da hatîye dîtin ku milletek bixwaze ji bo pêşeroja xwe, çarenûsa xwe, qedera xwe tayin bike, referandûmekê çêke, hema hema hemû dinya li dij be, yan xwe kerr û lal bike, yan jî hin dewlet jî bi şer û dagîrkerîya askerî hebûna wê tehdit bike!

Ne xêr, xeynê Kurdistanê tu nimûne nîne!

Baş e, Başûrê Kurdistanê li ser van tehdîdên Iraq, Îran û Tirkîyeyê, li ser li hember derketina Amerika û hevalbendên wê, xwe lal û kerrkirina dinyayê çi bike çava bike?

Dixwazin hemû sîyasîyên jîr û zana yên dinyayê ji tirba wan rakin bînin!

Dixwazin hemû lîderên mezin yên şoreşên milletan û welatan ji tirba wan rakin bînin!

Dixwazin partîyên herî şoreşgerên dinyayê bînin!

Bawer bikin yek ji wana jî dê îro naxwaze, newêre dewsa pêşengê serxwebûna Kurdistanê Mesûd Barzanî bigre!

Bawer bikin yek partîyeke şoreşger jî naxwaze dewsa partîyên serxwebûnxwazên Başûr bigre!

Em ê çi bikin? Kurdên dinyayê çava bikin?

Bi raya min rêyek tenê li pêşîya me  heye; Em dê ji dil û can mil bidin, pişt bidin  îradeya meşrû ya Kurdistana Başûr!

Em ê bê lam û cîm piştgirîya pêşengê Serxwebûna Kurdistanê Mesud Barzanî bikin!

Em ê piştgirîya Komîteya Bilind a Referandûma Serxwebûnê bikin!

Em ê piştgirîya biryara Parlamentoya Kurdistanê bi sebaret Referandumê bikin!

Em ê piştgirîya hêz û alîyên serxwebûnxwazê Başûrê Kurdistanê bikin!

Û bêjin ma edaleta te ev e dinya?