Kêfa Referandûmê

Kurd24

Çawa kêfa metn-xwendinê hebe (silav li te R.Barthes) her wiha kêfa referandûmê jî heye. Kurdan referandûma serxwebûnê bi awayekî demokratîk ku heta niha nebûye nisîbê ti welatekî cîran li ber çavên hemû alemê pêk anîn.. Encamên wê jî diyar kirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandûmê encamên fermî aşkere kir.  Ji sedî 92.7 ê Gelê Kurdistanê dengê "Belê" dane referandûmê. Rêjeya beşdarbûnê jî ji sedî 72.1 derket. Li gor daxuyaniya Komîsyonê rêjeya "Na"yê jî hew ji sedî 7.2 ye.

Baş tê zanîn ku hemû cîranên Kurdistanê li dij referandûmê bûn. Hê jî gef li ser gefê dixwin. Qet ne xem e. Digel vê lidijderketinê Kurdan referandûma xwe pêk anîn. Hin xisletên vê referandûmê hêvî dikim ji bo cîranên Kurdistanê jî bibin mînak.

Serokatî û Ligelhevbûn: Ji bilî Kurdan û hinek dostên wan ên heqîqî hema bêje ti kesî vê referandûmê rast û rewa nedidît. Digel vê lidijderketinê bi serokatîya Mesûd Barzanî û helwesta wî ya xas Kurdan dev ji nîqaşên partîtiyê berdan û bûnin yek. Mesûd Barzanî serokatiya xwe nîşan da û bi gotarên xwe dilê hemû Kurdên li cîhanê rihet kir.

Demokratîkbûn: Referandûm bi awayekî demokratîk pêk hat. Çavdêrên navnetewî û rojnamevan bûn şahidê vê demokratîkbûnê.

Ewlekarî: Referandûma Serxwebûnê bi ewle bû. Rewşa Iraqê, Sûriyeyê û rojhilata navîn û tirsa DAIŞê dîyar bû ku herkesî digot dê Hukûmeta Kurdistanê nikaribe referandûma xwe bi awayekî ewle pêk bîne. Lê ji serî heta binî hema bêje tiliya ti kesî xwînî nebû û pêşmergeyên Kurdistanê destûr nedan ti arîşe rû bidin.

Bawerî: Hukûmeta Kurdistanê ji xwe û ji gelê Kurdistanê bawer bû. "Belê"kirina serxwebûna Kurdistanê xeyala her Kurdekî bû. Helbet cîran û xeraban çi jî bigotina dê miletê Kurd ya dilê xwe bi dengê xwe diyar bikirana. Kurdan vê kir û ji hemû cîhanê re gotin: Em serxwebûna xwe dixwazin.

Gava em referandûmê û encamên wê binirxînin divê em maweya pênc salên dawî bidin ber çavên xwe. Gelo di vê maweyê de Hukûmeta Iraqê çi kir û Hukûmeta Kurdistanê çi kir.

Em pêşî li kiryarên Bexdayê binêrin:

          Hemû çek û sîlehên giran teslîmê DAIŞê kir û reviya

          Ne axa xwe ne jî însanên bêstare neparast

          Xwe li mala xwe veşart û huş bû

          Ti sozên xwe yên ku di makezagonê de hatinin desnîşankirin bicîhneanî

          Agirê di navbera mezheban de gurr kir

Lê belê di maweya 2012 û 2017an de Hukûmeta Kurdistanê;

          Mêrxasiya xwe jî medenîbûna xwe jî nîşanê dinya alemê da

          Li hember terorîzmê bû mertalê mirovatiyê û pişta DAIŞê şikand

          Welatê xwe ji bo mihacir û bêkesên hawirdorê kir wargeh

          Ti cihêtîyê nexist navbera ol, etnîsîte û netewên ku ji zilm û tirsa DAIŞê xwe sipartin Kurdistanê.

          Vê hewla xwe li ser navê sinc û însanetiyê kir         

Bi rêberiya Serok Mesûd Barzanî pêşî axa xwe parast pişt re jî herêmên xwe yên ku hukûmeta Iraqê bêyî fîşekek jî biteqîne teslîmê DAIŞê kiribû xelas kir. Bi vê hewl û helwestê re tiştekî din jî kir Hukûmeta Kurdistanê. Serdan li serdanê kir. Ji vî welatî çû wî welatî. Giraniya xwe da dîplomasî û diyalogê. 

Loma piştî van encamên referandûma serxwebûnê, kêfa referandûmê wekâ şîrê dayikê li Kurdan helal e. Referandûma xwe bi zanebûn kirin, bi edalet kirin. Zilmê li kesî nekirin.

Niha helbet divê baldar be lê divê zêde guh mede gefên cîranên xwe jî. Çimkî rewşa wan zêde nebaş e. Bi raya min siyaste wan a hundirîn zêde bandorê li zimanê wan ê derbarê referandûmê dike. Herwekî beriya referandûmê dîsa diyalog û dîplomasî şert e. Dîsa bi zimanekî nerm, estetîk û elastîk.

Bila Kurd jî li her derê dinyayê kêfa xwe bikin û her yek ji wan wekî dîplomatê welatê xwe tevbigere. Çimkî encamên referandûmê kartê herî rewa yê Kurdan e. Bi demê re dê dinya jî û cîranên Kurdistanê jî bêne ser heqiyê.

          Çimkî;

          Kurdistan wargeha nû ya demokrasiyê ye û ji bo rojhilata navîn mînak e.

          Kurdistan ji bo cîranên xwe dost e û biewle ye.