Hilbijartinên Pêşwext

Kurd24

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan çend roj berê tarîxa hilbijartinên serokatî û parlamentoya Tirkiyeyê a pêşwaxt, lez û bez dîyar kir.

Erdogan û partîya wî ji sala 2002’an heta nuha di hemû hilbijartinan da partiya yekemîn derketiye, bê ku muhtacê hikûmetên koalisyonê bibe, Tirkiye îdare kiriye, ta ku hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015an de cara pêşî bi pêşketina HDP, AKP bi tenê serê xwe nikaribû hikûmetê damezrîne. Erdogan piştî encama hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015 nexwest hikûmeta koalisyonê ava bike, bi rik siyasetek wusa meşand ku HDP’yê terorîze, krîmînalîze bike da ku HDP di bin benda (baraja) ji sedî %10 an de bimîne.

Xwedê heye, di vê taktika xwe yê qirêj û antî demokratik da Erdogan bi ser ket. Bi serketina wî ne bi tenê saya maarîfeta wî, jîrbûna wî bû, mixabin PKK û HDP jî bi siyasetên xwe yên şaş, wek bi îlankirina ‘’xweserîya demokratîk’’ û bi kolana xendeqan xwelî li serê xwe kirin, xizmeta sîyaseta qirêj ya Erdogan kirin, karê Erdogan hesanîtir kirin.

Wek tê zanîn di navbera serokê PKK Abdullah Öcalan, rêvebiriya PKK li Qendilê bi rêya MİT’ê danûstandinek hebû, HDP jî di nav meseleyê da bû. Êdî mesele giha bû astekî weha ku heyeta HDP û wezîrên hikûmetê li Seraya Dolmabahçe rûdiniştin, protokola ‘’demokratîzekirina Tirkiyeyê’’ radigihandin.

Daxûyaniya sekinandina şer ya PKK, vekişandina hêzên çekdarên PKK ku ser navê Abdullah Ocalan bi sosa ‘’mîsak-î mîllî, ruhê Eşme’’ dihat ragihandin (Newroza 2013) bi qelema gire-girên AKP, Serok Wezîr A. Davudoğlu dihat redaktekirin (serrast kirin).

Li gor hinekan siyaset û kiryarên PKK dibû sedema têkçûna ‘prosesa aştîyê’ li gor hinekan jî Erdogan bi plan û program wê prosesê têk bir, kiryarên PKK ji xwe ra kir bahane.

Her çi be, li hember Erdoğan şîara ‘’seni Başkan yaptırmayacağız’’ ango ‘’Emê te nekin serok’’ ya HDP...

Qebûlkirina kuştina du polîsan, ketina nav şer ku Erdogan bi plan û program dixwest wan bîkşîne nav...

îlankirina ‘’xweserîya heremî’’ û kolana xendekan, wek şaşîtî, xeletî yan jî provakasyonên PKK, HDP li hember Erdogan û AKP bê hesab kirin jî neyê hesabkirin jî, ew proses têk çû.

Tu hem Erdogan ra muzakere bikî, hem jî jê ra bêjî ‘’Em te nakin serok’’ nabe. Nebû jî...

Em niha çi bêjin jî feyde nake, ew proses çiqas ciddî bû, çiqas rast û dirust bû, çiqas mijûl kirin, xapandin û lêyistik bû, deynin aliyekî, li rewşa îro binêrin. Raya giştî ya Kurdistanê derheqa vê prosesê da xwedî malûmat e. Ne hewceye em li vir bi dûr û dirêjî li ser bisekinin.

Lê belê çend xalên girîng hene, divê em bînin bîra xwe da ku rewş û helwest û sekna  giştî ya siyaseta Tirkiye û Erdoğan fehm bikin.

Siyaseta AKP û Erdogan ji sala 2002an hetta 2010 û 2011an siyasetek din bû. Ji gelek alîyên civata Tirk û Kurd, Ewrûpa, Amerîka, rayagiştî ya demokratîk piştevanîya siyaseta wan dikir..

Piştî guhertina hin xalên Destûra Esasî (Anayasa) ya Tirkiye ku bi referandumeke meha Tebaxa 2010an de hat qabûlkirin pê da, Erdogan û AKP vîtês guhert.

Erdogan û Davudoglu dest bi meşandina siyaseteke nû ku mirov dikare bi Osmanîtiya nû bi nav bike, kirin.

Erdogan û hevalên wî, ji bo pêkanîna sîstemek siyasî ku rejîma sultan û xelifeya Osmanî tîne bîra mirov. Ew dest bi rojevek nû kirin.

Dest bi Îslamîzekirina civata Tirkiye kirin. Sîstema perwerde û şêweya (stila) jîyana civakî da ev xet roj bi roj dîyartir û serdesttir bû.

Sîstema edelate û huqûqê xistin bin emrê siyasetê. Medyayê bi temamî xistin bin kontrola xwe û kirin borazana hikûmetê.

Antî-Kurdîzm bi sosa Tirk û İslamê bû siyaste wan ê bingehîn. Di pirsa Suriyeyê da ji bo ku Kurd nebin xwedî maf, piştgiriya Îxwanê Muslimîn, DAÎŞ û grubên cîhadîst kirin. Ji bin ve bi alîkariya DAİŞ’ê xwestin statuya Kurdistana Başûr têk bibin. Ji Ewrûpa, Amerîka dûr ketin li ser dijminkariya Kurdistana Suriye û Kurdistana Başûr xwe nêzîkî İran û Suriye kirin.

Erdogan, bi gotina ‘’Çiye Kobanî, Kobanî, Kobanî... Kobanî li ber ketinê ye’’ kerba dilê xwe li hember Kurdan ji bo piştgiriya DAİŞ’ê edî venedişart!

Herwûha bi gotina ‘’Suriye’nin Kuzeyinde yeni bir Kuzey Irak idaresi istemiyoruz ve buna müsaade etmeyeceğiz...’’ Yanî, ‘’Em rê nadin û musade nakin li Bakûrê Suriye jî idareyek weka Bakûrê Iraq pêk bê...’’

Dagirkirina Efrînê, tehdîdkirina prosesa Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, Mesele Kerkûkê, bi bahana ‘’xendekan’’ wêrankirina bajarên Kurdistanê, gelek tiştên din mirov dikare bijmêre. Lê ne hewce ye, em dirêj bikin serê xwandevanan biêşînin.

Di roja îro da Erdogan wek mutlaq dîktatorekî Tirkiye bi rêva dibe û dixwazê ne bi tenê li ser serê Kurdistana Bakûr her wuha li ser serê Kurdistana Başûr û Kurdistana Suriye jî weka sultanekî Osmanî hukim bike...

Baş e, em Kurdên Bakûr bi rêya vê hilbijartina ku Erdogan bi lez û bez daniye ber Tirkiyeyê, çi dikarin bikin da ku berjewendiya miletê me û welatê me da be?

Zêdeyê mehek berê, beriya hilbijartinên pêşwext bê ragihandin, min li ser helwest û sekna hêzên siyasî yên Kurdistana Bakûr nivîsek bi tirkî nivisandibû, ez wergera wê bi kurdî pêşkêşî we xwandevanên bi rêz dikim;

 Xeyalên Kurdewarî* – Abit Gürses

 Di hilbijartina heremî da;

Emê xerîta Kurdistanê dîyar bikin.

Ne bê gel û ne bê nişteciyên bajaran, emê bi gelê xwe û nişteciyên bajarên xwe ra belediyan bi rê ve bibin.

Ne Xendek û çal, avadanî û geşepêdan!

Di belediyeyên bajarên mezin ên Tirkiyeyê da giranîya Kurdan nîşan bidin.

 Di hilbijartinên parlamentoyê da;

Emê xerîta Kurdistanê binexşînin!

Xebatê bikin da ku parlamentoya Tirkiye hebûna Kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) bi awayekî qanûnî bipejirîne.

Sonda parlamenteriyê bidin guhertin.

Xebat ji bo destûrekî nû û demokratîk ku hebûn û mafê Kurdan qebûl bike.

 Di hilbijartina serokatiyê da;

Kîjan namzet (kandidat, aday) nasname û zimanê Kurdî fermî (resmî) qebûl bike, emê piştgiriya wî bikin.

Kîjan namzet ji bo demokratîzekirinê bixebite, emê piştgirîya wî bikin.

 Belkî ji bo gelekan ev şîarên li jor wek xeyal bê, lê belê eger siyaseteke Kurdewarî û welatparêz bi aqilane bê meşandin, pêkanîna van şîaran ne armancekî xeyalî ye. Nifûsa Kurdan li ser 20 milyonî ye, bi kêmanî 14-15 milyon dengdêrên Kurd hene, çima Kurd nikaribin hêza xwe derxin meydanê.

Bi çêkirina kongreyên teşkîlatên AKP, tifaqa AKP-MHP, li dor 90 hezar mizgeftan de xwandina sûreyên dagirkirina Efrînê, R. Tayyip Erdogan kampanya hilbijartinên 2019 daye!

Îro li Tirkiye bi hezaran endamên HDP, bi sedan serokê belediyeyên kurd, li gel serokên xwe bi dehan parlamenterên HDP, bi sedan rojnamevan û rewşenbîr, bi hezaran endamên cemaata Fethullah Gulen di hepsê de ne. Bi dehan belediye ji aliyê kayyuman va tê rêvebirin. Bi sedan şîrket tên talankirin. Medya xistine rewşekî wuha ku tenê borazanîya hikûmeta AKP dike. Kesen ku li hember şer derdikevin tên girtin û cezakirin. Di rewşekî wuha da Tirkiye diçe hilbijartinan...

Eger Kurd bikaribin wek aliyekî hereket bikin, dikarin tesîr li netîceyên hilbijartinan bikin.

 Bloka Kurdistanî û siyaseta hilbijartinê.

Tifaq û hevkarîya partiyên Kurd û Kurdistanî ji bo hilbijartinên herêmî, parlamento û serokatîyê li ser bingeha prensîbên mişterek (wek naskirina hebûna Kurdan, perwerdeya  bi zimanê Kurdî û mafên demokratîk yên din) çiqas gavekî cîyê xwe da be, hewqas jî pêwist e û zarurî ye. Ji bo vê armancê PAK daxuyaniyek belav kiriye, bi partî û rêxistinên din yên Kurdistanî ra di nav diyalogê da ne.

(Piştî çend rojan ev nivîs hat nivisandin 6 partî PAK, PSK, HAKPAR, AZADÎ, PDK-B, PDK-T li hev kirin ku deklerasyonên hilbijartinan amade bikin û bi HDP û aliyên din ra jî rûnên. HDP jî bi rêya Osman Baydemîr da xuyakirin ku tifaqa Kurdan girîng e.)

Hewce nake mirov li ser pêwistiya bloka Kurdî, Kurdistanî zêde raweste, eger bixwazin bi kurtebirî merama xwe bidin fêmkirin, îro li Kurdistana Bakûr û li Tirkiye ji 20 milyona zêdetir Kurd dijîn tu mafê wan nînin û muamelekî bê mustewa (bê sewiye) li gel wan tê meşandin, wê çima nikaribin li ser nasnama xwe hevkariyek, blokek hilbijartinan a Kurdistanî pêk bînin? Ji vê gavê normaltir, tabîitir çi heye?

Di ser ra jî ev hikûmeta îro ku bi hemû dezgehên dewletê ra li ser esasê dijminkariya Kurd û Kurdistanî bi ideolojiyeke fanatîk a Tirk û islam, Tirkiye bi rê ve dibe. Antî-Kurdîzm ji xwe ra kiriye siyaseta bingehîn, bi kiryarên xwe, bi siyaseta xwe, Kurdan dehf dide. Ev siyaset dikare hêzên Kurda neçar bike ku bighijin hev, tifaqekî hilbijartinê çêkin.

Ew hêzên Kurdistanî ku rewşa îro fêm dikin, divê hemû nexweşiyên bêtifaqiyê deynin alîkî, bi berpirsiyarî tev bigerin, Bloka Kurdî yan Kurdistanî (hun çawa nav lê dikin, bikin, dixwazin bêjin alî, tifaqa hilbijartinê, hewkarî û hwd ferq nake) pêk bînin.

Baş e, gelo rêxistinên Kurd û Kurdistanî gihane vê têgihiştinê ku bi hev ra gaveke wûha bavêjin. Ez ne bawer im, lê naxwazim dev ji xeyalan berdim. Ji ber ku hêza me, potansiyela me heye, em nikarin wê bi kar bînin.

Eger hun li der dora xwe binêrin, hunê bibînin ku kurdên her kesî hene! Kurdên AKP hene, yê CHPê hene! Ew Kurdên ku hay ji nasnama xwe, kurdayetiya xwe hene, HDP û Hudapar dixwaze wana bike Tirkiyeyî. Ango Kurdên Kurdan, Kurdên Kurdistanê yên ku dizanin ku ew Kurd in, yên ku hay ji nasnama xwe ya netewî hene hindik in, qels in. Divê ev rewşa xirab bê guhertin...

Rewşa giştî, bi vî rengî ye, ne baş e. Di gel vê jî pêkanîna bloka Kurdî mimkin e yan na? Belê mimkin e, eger hêzên esasî, ji dil bixwazin viya pêk bînin, çima nikaribin Bloka Kurdî ava bikin? Wekê din, ew partî û rêxistinên Kurda ku li Tirkiyeyê di nav xebata qanûnî û legal da ne, di hilbijartinan da nînbe wê kengî, li ku derê û çawa xwe nîşan bidin û xebatê bikin?

Pêşî HDP û Hudapar, divê tu hêz û tu grup û tu derdora Kurd û Kurdistanî  li derveyî Bloka Kurdî da neyê hiştin.

Ne hewceye li ser prensîbên asgarî (herî kêm, yan bingehîn) jî zêde bi israr bin. Pêkanîna tifaqek ku partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî bîne li ba hev, hemûyan bigre nav xwe, wek aliyê Kurd û Kurdistanî hereket bikin jî bes e. Ya herî giring ew e ku partiyên Kurd û Kurdistanî wek terefek, alîyek, hereket bikin alîyê Kurdan, hêz û quweta Kurdan derxin meydanê...

Her sê hilbijartin jî giring in, lê ya heremî ji hemûya giringtir e. (Li gor taqwima hilbijartinan ya heremî di Adara 1019an da çêbiba, lê Sultan Tayyip, her tişt serûbino kir. Ji tirsa Kurdan tarîxa hilbijartina heremî avêt pişt a hilbijartinên parlamento û serokatiyê) Ev hilbijartin beriya hemûyan e, tifaqek serkeftî ya hêzên Kurdî dikare hem partiyên Kurda nêzîkî hev bike, hem jî dê bibe tecrûbeyek nimûne ji bo hilbijartina parlamentoyê û serokatiyê.

Di hilbijartinên heremî da tiştê herî giring, nexşandina xerîta Kurdistanê ye, bi hemû zelalîya xwe ve divê bibe armanca me.

Di vê babetê de her çend siyaseta Tirkiyeyîbûna HDPê li pêşiya me sivderek be ku em dikarin lê bikulimin jî, ya giring ew e ku divê em ji bîr nekin ku laşê (gewde, beden, bingeh, taban) HDP Kurdî ye. Ew kes û derûdorên ku li ser siyaseta şaş a HDPê bixwazin Bloka Kurdî xera bikin, divê ji wan ra rê neyê dayîn...

Ew hêzên ku di nav tifaqa hilbijartinan, Bloka Kurdî da cîh bigrin, ne kefîle xeta îdeolojîk û siyasî ya hev û du ne, ne jî mesulê sicîl û rabirdûyê hev û du ne.

Ev problemên îdeolojîk û siyasî ku HDP û Hudapar tê da ne, gelek giran in, (bi zimanek çep û modernîst ragirtina nasname tirkiyeyîbûnê li ser nasname Kurdayetî ya HDP; Bi zimanekî islamî, nasname olî li ser nasname Kurdayetî ya Hudaparê) mirov nikare bi tifaqekî hilbijartinan da safî bike. Ji ber vê yekê, ew hêz û alîyên Kurdî ku berê dikaribûn bi CHP, SHP û hwd ra tifaqê bikin, divê bikaribin HDP û Hudaparê ra jî bikin.

Di rewşa îro da berbirsiyariya tevgera Kurdî li hember siyaseta dijminane ya eniya partiyên dewletê, divê pêkanîna eniya partiyên Kurda be...

Ew kes û alîyên ku li ser hesabê hin cîhên malûm hareket dikin, ji bo ku pêşîya pêkanîna bloka Kurdî bigrin, wê bi her cûre bahaneyan  derxin li pêşiya tifaqa Kurdan.

Beşekî mezin ew bahaneyên ku derkevin pêşiya vê tifaqê, xeta û zaafa ideoloji û siyasi ya van rêxistinan be. Hema bêje xetayek nemaye ku HDP, Hudapar nekiribin. Herwuha rêxistinên din jî danûstandinên xwe da bawerî nedane hev û du. Mixabin ev rewşa hanê, ji bo ew nehizkirên û neyarên ku dixwazin vê tifaqê xera bikin, gelek firsend û mecal dide...

Wek ku ûsluba despotîk ya HDPê, tirkiyeyîbûna wan, felaketa ‘’xendekan’’ û hwd!

Pêwendiyên Hudapar ya berê bi hin mihraqên tarî ku di nav dewleta Tirkiyê de bûn, piştgirya wan a ji bo dagirkirina Efrînê û hwd.

Ew nexweşî, kompleks û nakokîyên grûbî, şexsî ku tu car xilas nabin...

Ew tiştê ku me li vir destnîşankir û anî ziman û gelek tişên mîna wan, wê wek bahane bidin pêş da ku nehêlin ev tifaq pêk bê.

Di gel hemû sabotaj û kospên ku derkevin pêş hêzên Kurdî, bikaribin ew li ser prensîbên tifaqekî hilbijartinê pêk bînin, dikarin bibin navnîşana hêvîyê ji bo miletê Kurd û demokrasîxwazên Tirk jî, ku piştî şerê xendekan, dagîrkirina Efrînê, terora KHK, û dijminatiya Referanduma Serxwebûnê westiyane, û moral û manewiyata wan têkçûye!...

Divê mesele hilbijartinan da raya me zelal be. Li gor çanda siyasî ya berê, li ser esasê anti-kolonyalizmê û tekoşîna demokrasi ya Tirkiyeyê da paradokseke heye. Divê em du tişta tev lî hev nekin!

Eger li Kurdistana Bakur şoreşeke, tekoşîneke bi hêz û xurt ji bo rizgariya Kurdistanê heba, eger li hember dagîrkeriya hêzên kolonyalîst xebateke, çalakiyeke bi hêvî heba, bê gûman hilbijartinên Tirkiye nedibû babeteke girîng. Divê tevgera Kurd bê ku ji helwesta xwe antî-kolonyalîst dûr bikeve, di nav sistema siyasîya Tirkiyeyê da ji bo hebûn û parastina mafê milletê Kurd xebatê bike. Meydana siyasî ya ku hêzên Kurdan bikaribin giranîya xwe deynin orte, platforma hilbijartinan e...

Mixabin xeynê hêzên pro PKK hêzên din nikarin di hilbijartinan da hebûna xwe, hêza xwe bidin xuyakirin. Di hilbijartinên pêşwaxt de jî dikarin çiqas xwe nîşan bidin ne dîyar e. Lê belê heger hêzên Kurdî bikaribin tifaqeke rasteqîn pêk bînin, dikarin vê rewşa xerab biguherînin...

Bêguman li Bakûr pêkanîna Bloka Kurdî da bi giştî helwesta Başûr, bi taybetî jî rêzdar Mesûd Barzanî pirr girîng e.

Em hemû baş dizanin ku pêwendîyên Kurdistana Başûr bi Tirkiye ra gelekî girîng e. Mirov dikare bêje Tirkiye ji bo Kurdistana Başûr boriya nefesê ye. Ji ber vê rewşê têkilîyên Başûr bi Tirkiyayê ra yekser nebe jî, kêrî hikûmetên AKP’yê hatiye.

Ew helwestên dijminane ku li ser dijayetiya Barzanîyan û Başûr pêk tên emê wan deynin aliyekî. Lê belê çûn û hatinên wan, pêwendiyên Başûr bi Tirkiyeyê ra ku gelek caran bi destê AKP bi hesabekî xêrnexwaz dihatin organîzekirin, kêrî AKP dihat. Çawa ku beriya her hilbijartineke hevdîtinên PKK û hikûmetên AKP dihatin rojevê, çawa ku hevdîtinên Îmralî bi Abdullah Öcalan dihatin rojevê, serdan û serîlêdanên Mesud Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din jî bi hesabekî xinzirane dihat bi kar anîn. Gelek caran rêzdar Mesud Barzanî bi nêçarî di gel ku hesabê hikûmetên AKP dizaniya îcabeta wan vexwendinan dikir. Mixabin ew têkilî li hesabê AKP dihatin.

Hin gavên ku di salên pêşî da AKP diavêt, mîna dersên bijarte ya zimanê kurdî, vekirina beşa Kurdî (kurmancî, zazakî), Unîversîta Mêrdînê, vekirina kanala Kurdî di televizyona dewletê da, qebûlkirina ‘’Qetlîama Dersimê’’ ji alî Erdogan va, têkiliyên resmî bi Kurdistana Başûr re, destpêkirina ‘’muzakere’’, ‘’pêvajoya aşitî’’ bi PKK û A. Ocalan ra, guhertina hin xalên Destûra Esasî ya rejima 12’ê Îlonê li derdoreke berfireh a Kurdan da bi awayeke pozîtîf dihat pêşwazî kirin. Lê îro kî dikare bêje, siyaseta Erdogan a wan rojan û ya roja îro heman siyaset e?

Piştî helwest û tehdîdên Erdogan a li hember Referandûma Serxwebûnê, heqaretên wî yê li hember şexsê rêzdar Mesûd Barzanî, divê bi helwesteke musteheq bê bersivandin, ku Sultan Erdogan ra bibe ders!

Li nav Kurdên Bakur da giraniyeke, îtibareke mezin a birêz Mesûd Barzanî heye. Ev tesîrên pozîtîf bi statistikan nehatiye pîvandin, lê belê ji gelek rêxistinan zêdetir, di nav xelkê da xwedî rûmet e.

Eger rêzdar Mesûd Barzanî giraniya xwe li aliyê Bloka Kurdî deyne, dikare tesîra encamên (neticeyên) hilbijartinên Tirkiye bike.

Di destê me da tu zanyarî di derheqa giraniya partiyên Kurda li nav civata Bakûr û Tirkiyeyê da çiye, nîne. Eger tifaqekî Kurdan pêk bê bivê nevê tesîreke baş dê nav xelkê da çêbike.

Her wuha helwestên Abdullah Ocalan û PKK jî dikare tesirên negatîf yan pozitif bike.

Hin gelek waxt hilbijartinan ra maye, lê çawa ku encamên hilbijartinên 7ê Heziranê li gor dilê wî nebû Erdogan Tirkiyeyê bir hilbijartinan, siba du siba jî dikare Tirkiyeyê bibe hilbijartinên pêşwaxt. (Dema ev maqale hat nivisandin -17’ê Adarê- biryara hilbijartinên pêşwaxt nehatibû stendin)

Li hemû rewş û mercan da aliyê Kurdan di bin kîjan navê da dibe bila bibe divê platformeke hilbijartinê pêk bînin.

Hin partî û rêxistin bi hin sedemên di cîh da ne cîh da nekevin nav tifaqê jî, ew hêzên ku li ser prensîbên bingehîn li hev dikin, divê vê gavê biavêjin.

Emê binêrin ka partiyên Kurdan wê daxwaz û xeyalên bi milyonan Kurd pêkbînin, yan xeyalên me bişkênin...

Belkî em nikarin Blokên Kurdî Kurdistanî pêk bînin lê kesek nikare me ji xeyalên Kurdî Kurdistanî dûr bixe...

Nexwe em di xeyalên xwe de berdwam bin...

 

*Ev nivis di 17’e Adara 2018 da bi tirki hatiye nivisandin.