Paradîgmaya Nû: Ziman û Nasname

Kurd24

Tevgêrên siyasî yên Kurd li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê li gor rewşa sîyasî û civakî ya îro li ber
pêkanîna paradîgmayek nû ne.
Ev pêwistî û zarûret, ji rewşa sîyasî, civakî, aborî, ramyarî û psikolojîk a civaka Bakûrê Kurdistanê ku di nav sîstema sîyasî ya Tirkiyeyê da cîh digre, derdikeve holê.

Rejîma totalîter, fena boxçeyeke pînekirî, bi destûra bingehîn ve, tenê, bi îrade şexsekî ve hatiye girêdan û sîyasetek li dijî Kurd dimeşîne. Ev sîyaseta dijberî Kurd ji civaka Kurd bersivekî pêywist wernagre. Sîyaseta dewletê bê yî ku tuşî berxwedanekê yan li hemberderketinekî be, bi hesanî tê meşandin. Derdora sîyasîyên Kurd û welatparêzên Kurd xalî bûye, hatiye bêdeng kirin. Meriv dikare bêje, mîna atmosfereke tirsê ya piştî 12 îlonê û salên 90’î serdest bûye... Êdî ziman û nasnameya Kurdî, ne bi tenê bi tedbîrên polîsîye ve, herwûha bi tedhîşa girseyî ve tê mihandin, tê wûnda kirin. Sîyaseta dewletê ji aliyê girseyên gel ve tê qebûlkirin... Serokkomar Erdoğan li gel Bahçelî li Xelatê, li Milazgirê konê xwe ve dide, dagîrkirina Anatolia ku bi alîkariya Kurdan ve pêk anîbûn, bi tezahuratên Kurdan ve pîroz dike!

Asta asimilasyon, Türkifîzasyona ku di nav civakê da pêkhatiye, gihaye pîleyeke wûsa ku hebûn û pêşeroja miletê Kurd tehdît dike. Divê tevgera Kurd vê xeterê bibîne, ji bo lêpêşîgirtin û pûçkirina vê siyasetê gavên pêywist û zarurî bihavêje.

Gotina me ne ji bo kesên ku ji koka xwe, eslê xwe dûr ketin e, ji Tirkbûna xwe ‘şad û bextewar’ in, ew dê her dijitîya kurdan bikin!

Gotina me ji wan Kurdan, ku Kurdbûna xwe ne piçûk dibînin ne jî mezin. Kurdbûna xwe ne wek qisûr, ne jî qebehet dibînin, xwe ji kesekî Tirk, Faris, Ereb ne girîngtir û hêjatir, ne kêmtir û ne jî siviktir dibînin, re ye. Gotina me ji wan Kurda re ye ku bi encama sîyasetek hovane hatine asîmîlekirin, hîn jî hay ji koka xwe, eslê xwe heyî, re ye...

Gotina me ji bo eqliyeta dewletê û civaka Tirk re ye, ku siyasetê li dijî Kurd dike. Ew dewleta ku gava dikeve tengasiyan hawara xwe dighîne Kurdan, bi gotin û bi sozên ‘’biratî û wekhevî’’ Kurda dixapîne, lê dema derdikeve firehîyê dijminatîya Kurdan dike... Gotina me ji bo aqilyeta ku hebûna xwe, di asîmîlekirin, Türkîfîzekirin, pişavtin û wûndakirina nasname Kurdan da dibînin re ye...

Hebûna ziman, çand û nasnameya Kurdan û wek Kurd jîyana xwe domandin, ji ber kiryarên dewletê di bin tehdîda wûndabûnê de ye. Dezgehên dewletê berdewam û sîstematîk bi wûndakirin û asîmîlekirina ziman û nasname Kurdan ve mijûl e.

Ji ber vê yekê daxwaz û programên siyasî ya hêzên Kurdistana Bakûr çiqasî rast û durist jî bin, çiqasî di cîhê xwe jî de bin, bi dest xistina van dirûşmên serxwebûn û federasyon ûhd. ne dîyar e, ku kengê û çawa pêk bên. Ji bo vê yekê, hêzên siyasî bê yî ku dev ji programên xwe ên azamî berdin, pêwist e, divê bikaribin bibin xwedî programeke wusa ku wek Kurd, hebûna xwe biparêzin. Ji bo pêkanîna vê armancê divê hemû partiyên sîyasî, rêxistinên sîvîl, kesayetiyên olî, hûnermend û rewşenbîrên Kurd platformeke hevkariyê pêk bînin, dest bi kampanya parastina zimanê kurdî bikin.

Tekoşîna Kurdên Bakûr di eslê xwe da tekoşîna HEBÛNA XWE PARASTİNê ye! Di nav sîstema siyasi ya Tirkiyeyê da xebata hebûna xwe parastina Kurdan, bi pêwistî pêkanîna paradîgmayeke guncaw e jî.
Ew perspektîfên siyasî weke dijî kolonyalalîzmê û ji bo rizgarîya neteweyî ku tevgerên siyasî yên Bakûr ji berê de diparêzin di warê sîyasî, ideolojîk, rêxistinî û şeweyê tekoşînê de pêwistî bi paradîgmake cûda heye.

Em êdî nikarin xebata azadiya zimanê kurdî û nasnama Kurdan, ji aliyê qanûnî ve parastina mafê ziman û nasnamêyê, li pey statûyeke siyasî (otonomî, federasyon, konfederasyon, serxwebûn) bihêlin. Lewre, azadiya Kurdistanê, ne dîyar e, ê kengî û çawa pêk bê. Mafê ziman, di nav sîstema hiquqi, îdari û sîyasi ya Tirkiyeyê de, gava bibe daxwaza milyonan, dikarin bi dest bixînin. Ne hesanî ye, lê mimkin e. Ji ber ku mafê ziman mafekî sirûştî û mafekî însanî yê bingehîn e. Em vêya li pey dahatûyeke ne diyar, nikarin bihêlin.

Ez li ser xebat û tekoşîna Kurd û Kurdistanê, di rewşa îro ya Kurdistana Bakûr û Tirkiyeyê de, weke berê nafikirim. Bêgûman hîç kesek yan alîyeke Kurd û Kurdistanî nikare îpotekê deyne li pêşiya prensîba mafê çarenûsiya Kurdan ku teqabula dewletbûyînê dike. Ev prensîp, ev daxwaz xewn û xiyalê her Kurd û Kurdistaniyek bi şeref e. Divê xebat û tekoşîna hêzên siyasî yên Kurdistanî başî-xirabî neyê înkarkirin. Herwûha hebûna partiyên qanûnî û legal yên Kurdan ku bi navê Kurdistanê hatine damezrandin destkeftên hêja ne, divê bên parastin. Ev nav, çiqas destkeftiyeke mezin jî be, partiyên Kurdan xebat û kampanyayên xwe li bajarên Tirkan de, divê bikaribin bi avayeke hesanî, bê problem bimeşînin. Her tim ne şert e, navê Kurd û Kurdistanê bidin pêş.

Ez bawer nakim di rewşa îro da Kurd li Kurdistana Bakûr bikaribin bi xebat û tekoşîna xwe, bi hêza xwe otonomî, federasyon, serxwebûnê bi dest bixin. Em nizanin ka di heremê de tevliheviyên mezin çêbin yan na, wê ev tevlihevî li berjewendiya Kurdan de be yan na? Em nizanin, nikarin texmîn jî bikin. Bi gotinên qelew, daxwazên maksimal em nikarin miletê xwe bixapînin. Dimîne çi? Dimîne xebat û tekoşîna ziman. Em Kurdên Bakûr dikarin di rewşa îro de, di vî warî da xebat û tekoşîneke berfireh organîze bikin, bimeşînin. Çima di vî warî de gavên peywist ku dikarin biavêjin nayê avêtin?

Divê hêzên Bakûrî ev rewşa ku îro Kurdên Bakûr tê de ne baş fêhm bikin. Li gor rewşa heyî gavên xwe biavêjin. Ew hêzên Kurd ku daxwaz û talebên maksimal ji xwe re kirine armanc (çiqasî di cîhê xwe da bin, çiqasî bi îsabet jî bin) ku kes nizane kengê û çawa bê bidest xistin, bê yî ku deynin alîkî, çima nikaribin ji bo ziman û nasname ku dikarin bi dest xînin kar û xebatê nekin? Ger 40-50 salên dawî ji bo ziman û nasname xebateke hatiba kirin, belkî îro me mafê ziman û nasnamê bi dest xistibû. Gellek hêzên Kurdistana Bakûr, bi zimanê Tirkî Kurdayetî kirine. Îro jî gellek ji wanan bi zimanê tirkî Kurdayetî dikin. Çend partî û
rêxistin civînên xwe bi Kurdî çêdikin? Xebat û tekoşîna Kurd û Kurdistanê bi zimanê Tirkî nabe! Xebata Kurdayetî bi tirkî bê meşandin ev xebat seqet dimîne, tekuz nabe. Divê tevgerên sîyasî yên Kurdan, kadroyên sîyasî, rewşenbîr, hûnermend, kesayetiyên olî, pîr, şêx, axa, beg û rêxistinên demokratîk û pîşeyî riya parastina zimanê Kurdî, nasnama Kurdan bibînin da ku sibê dusibê dema rewş gûncaw bû, bikaribin doz û daxwaza statûyeke sîyasî bikin, bikaribin daxwaza otonomî, federasyon, konfederasyon û serxwebûnê bikin. Ziman, çand û nasname di eslê xwe da bingeha xwedîbûna statûyeke sîyasî ye jî, ango danîna/ xwedîbûna dewletê ye jî. Ji ber vê yekê bi parastina daxwazên maksimal, piştguhkirina ziman û nasnamê ne helwestek rast e. Dema mesele dibe Kurdên Bakûr ku hebûna wan di bin metirsiya (tehdîda) wûndabûn, helandinê de ye, doza xebata ziman hîn girîngtir û pêywîstir dibe. Eger tu ziman, kultur û nasnama xwe wûnda bikî, divê êdî dewletbûyînê jî ji bîr bikî.
Bê ziman, kultur û nasname dewletbûyîn ne mimkin e.

Kurdên Bakûr û Kurdên Tirkiyê divê rewşa civaka Kurd û rewşa sîyasî ya Tirkiye bi Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojava û Rojhilata Kurdistanê re tevlihev nekin. Başûr ji bo konfederalî û serxwebûnê dixebite. Bingehên hiquqî, siyasî îdarî yên doza dewletbûnê ve mijûl in. Kurdên Rojava (Sûrîyê) ji bo otonomiya çandî û Federalî dixebitin. Dewleta İranê tu carî weke dewleta Tirk hebûna Kurd û Kurdistanê ji kok ve înkar nekiriye. Çênabe em Kurdên Bakûr cewaziyên tarîxî, civakî, sîyasî û kulturî yên parçeyên din ji bîrva bikin, daxwazên wek wana bidin pêş. Em dikarin ji dil û can piştgiriya daxwazên wan ji bo serxwebûnê, federasyonê bikin, lê em nikarin daxwazên ku ji bo wan guncaw e, îro ji Bakûr re jî bixwazin. Bê ku em armancên neteweyî dûr bikevin, dijayetiyê bikin, divê xwe konsantreyê mafên ku em dikarin bi dest xînin bikin. Ew jî; ZİMAN E!

Di esasê xwe da ev babet, hêzên siyasî û rewşenbîrên Bakûr elaqedar dike, divê wek pêywistîyekê li ser vê meseleya girîng bê sekinandin, çareseriyên gûncaw bên peydakirin. Mixabin aktorên navborî bi qandî ku pêywist e, li ser vê babeta giring nasekinin, di warê rêxistineke pêwist, programek gûncaw, kultura polîtîkek nû, paradîgmayek nû, gavên bi wêrek navêjin.

Bêguman ev zulm û pêvajoya tenkil, teedip û asimilekirina Kurdan ne ji niha ve dest pê kiriye, ji waxtê Ittihat Teraqqî û dema rêvebirîya Mustafa Kemal ve dest pê kiriye, bi destê hemû hikûmetên Tirkan ve hatiye meşandin. Dijatiya dewleta Tirk li hember hebûn, şiûr (hişmendî) armancên Kurd û Kurdistanê bê emsal e. Di dinyayê de nehatiye dîtin. Di salên dawî de hikûmeta AKP di bin navê şerê PKKê, bi alîkariya MHP, BBP hin derdorên dij bi Kurd re dijminatiya û Rojava û Başûr dike. Dewlet û hikûmeta Tirkiye li ser esasê Tirk û îslamê dijminatiya Kurdan ji xwe ra kiriye karê esasî. Tirs xistiye dilê Tirkan. Tirk, hindik maye ku bêjin sedema kêm zarokanîna jinên Tirk, Kurd in. Sedema qezayên (hadîseyên) trafîkê, kêmbûna berhemên bindiqê jî Kurd in!.. Li ba dezgehên dewletê, hikûmetê, partiyên siyasî yên Tirkan, di nav civaka Tirkiye da dijminatiya Kurdan gihiştiye radeyek wûsa ku mirov dikare bêje haleta cinnetê ye. Ev halet ne normal e. Sedema vê jî dijminatiya Kurdan e. Heta, Dewlet û civata Tirk nikaribe hebûn û mafê Kurdan qebul (bipejirîne) bike, nikare normalîze bibe…

 

(dom dike)....