Dilemmaya Erdoğan

Kurd24

Di serî da divê em zelal bikin, ku li Tirkiyê dema em behsa desthilatdariyê dikin, di eslê xwe da em Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan destnîşan dikin. Ji ber ku di maneya hevdem da li Tirkiyê ne hikumet, ne parlamento ne jî dadwerî heye.  Li ser navê desthilatdariyê hebe tunebe tenê Erdoğan heye. Hevsar, hêz, erk bi tevahî destê wî da ne. Ji xwe sedêmê derbasbûna sistema serokatiyê jî ev nebû?

Di vê navberê da jiber hîn gengeşîyên ku di navbera AKP û MHP da derketin, hîn kes dibêjên gelo Tirkiye careke din vedigere pêvajoya çaresiyê?

Wek tê zanîn, pêştê ku zelal bû, ku AKP û MHP wê wek Tefaqa Cumhur nekevên helbijartinên herêmi (31ê Adara 2019an), di navbera herdû partiyan da li ser hinek mijaran gengeşîyên tûnd destpêkirin û her ku diçe tansiyon bilind bû.

Li vir du mijar zêdetir derketên pêş. Yek jê pirsa Andımız (Sond) ya din jî mijara efuyeke sînorkirî ku ji aliyê MHPê ve hate rojevê.

Sonda nijadperest (Andımız) bi salane di dibistanên seretayî de dihatin xwendin. Hikumeta AKPê li gor hewcedariyên dema pêvajoya çareseriyê, di 2013an da vê Sondê rakir. Piştê pênç salan, Danıştayê (yek ji dadgeha bilind) vê birayara hikumetê betal kir, bi gotineke din carek din rê ji xwendina Sondê re vekir. Tabi, MHPê bi coşeke mezin pêşwaziya vê biryara dadgehê kir. Eksê wî, Erdoğan û nûnerên AKPê jî, vê pêngavê bo xwe wek destdirêjîyek pênase kirin. Erdoğan di axaftineke xwe da got, “Ez Tirk im lê ne Tirkçî me”. Erdoğan di dewamiya axaftina xwe da anî ziman, “Ger Tirk tikçîtîyê bikin, wê mafê Kurdan jî hebe ku ew jî kurtçîtîyê bikin”. Gelo Erdoğan bi van daxwûyanîyan dixwest çi bêje û ji kî ra peyam rêdikir?

Mijarek din jî ku Edoğan û MHP anî li himber hev amadekariya MHPê ya bo efuyeke sînorkirî bû. Armanca MHPê diyar e, dixwaze hîn çeteyan û girtiyên narkotik yên nêzîgê wî werên berdan. Berteka Erdoğan ya di vê derbarê da jî balkêş bû; “Dewlet dikare tenê ew kesên ku li dijê dewletê suc kirine efu bike”. Gelo bi vê daxwûyanîyê Erdoğan dixwest ji bo efuyeke siyasî mesaj bide?

Di rastîyê da Erdoğan li hember hilbijartineke dijwar e. Erdoğan ji aliyêk ve bi siyaseta şer û şiddetê dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne, ji aliyên din ve şer û pevçûn roj bi roj binê desthilatdariya Erdoğan vala dike. Tirkên nîjadperestên ku di nav AKPê da ne, ber bi MHPê, ango ber bi eslê xwe ve vedigerin.

Erdoğan çawa hat vê qonaxê, em bînên bîra xwe.

AKP di salên 2009-2013an da, ji ber sedemên navxwe û derve neçar ma ku dest bavêje pirsa Kurd. Ger ne wisa bûya AK Parti nikaribû hukmê xwe dewam bikirana. Hesabên AKPê vekirî bu; bi avêtina hin gavan wê bandora artêşê bişikanda, pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê ra baş bikirana û aloziya navxweyî li holê rakirana. AKP di eynî wextê da difikiriya ku bi gavên li jor bahskirî, pirsa Kurd hêdî hêdî wê ji rojevê derkeve.

Lê hesabên AKPê berovajî bûn. Ciyê ku pirsa Kurd vemire, geştêr bû. Meşruiyeta pirsa Kurd xurttir bû. Bi taybetî jî piştê bûyerên Kobanêyê hemî pêşbînî serûbin bûn.

Li ser van pêşketinan AKP carek din vegeriya siyaseta şer û şîddetê. Bi vê awayî AKP kete xêza MHPê. MHP, tevî ku di muxalefetê da bû, lê siyaseta wî êdî bi destê AKPê ve rêvediçû. MHP ji rewşeke wisa gelek kefxweş bû.

Lê tiştek hebû; bi navê diyalektika civat û siyasetê yasayek kar dikir.

Li gor vê yasayê li her derê dinyayê şer û pevçûn nijadperestan, tundrewan, radikalan xurt dike. Tiştê ku li Tirkiyê diqewime ev rastî bixwe ye. Siyaseta şer, li Tirkiyê tîmsala nijadperestiya Tirk MHPê xurt kir. Ji bona vê bû ku Devlet Bahçeli 16ê Nisana 2016an da piştgrî da, ku sistema serokatiyê bê qebûl kirin. 24ê Heziranê da bi alikariya Bahçeli, Erdoğan bû serokkomar. Lê problem ew bû, roja ku Erdoğan bi piştgiriya Bahçeli bû serokomar, di wê rojê da winda kir. Bi gotineke din Bahçeli serokkomar êsîr girt

Di 24ê Hezîranê da hem ji Tefaqa Cumhur û hem jî ji sîyaseta şer, Behçeli serkefti derket. Em mêzekên, tevî ku partiyek wek İyi Parti (xwedî %10 dengan) jê vediqetê, MHP car jî %11 dengan distîne. Ev tê wê maneyê ku bi saya siyaseta şer, dengên nijadperestê Tirkan gihîştin %20î. Peki ev deng ji ku hatin sendin? Bêşêk ji AKPê... Dengê AKPê ji %49an ketin %42.

Ne mumkune ku haya Erdoğan ji vê tabloyê tunebe.

Karê Erdoğan zehmet e.

Gelo Erdoğan wê siyaseta duhîn bimeşine, ku roj bi roj wî qels û MHP xurt dike?

Yan jî carek din berê xwe bide Kurdan?

Dilemmaya mezin ya Erdoğan ev e.

Erdoğan jî dizane ku roj bi roj ji aliyê nijadperest, netweperest û Ergenekonciyan ve tê dorpêçkirin. Jibo Erdoğan xeter ne Kurd in, ew kesên ku xwe spartiye wan, bixwe ne.

Belki bi van daxwuyaniyê jorîn dixwaze dilê Kurdan hinek xweş bike. Anha ve amadekariya hilbijartinên 31 Adarê dike bo ku deng ji Kurdan bistîne. Lê tenê bi van mesajan nikarê pêşî li vê çûnê bigire.

Pirsa Kurd ne ji pirseke rêzê ye.

Hewce bi siyaseteke nû, hevgirtî û esasî heye.

Gelo dê riyeke çawa bibijêre, em tev temaşe kin.

10.11.2018