Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan

Serheldana edebî li hêrêma Badînan ji bo salên 1930’an de dizivre. Ku nivîskarên Devera Badînan berhemên xwe di kovar û rojnamên Şamê û Soranîyan de parvedikirin. Çunku her ji salên 1930-1969’an de hîç kovar û rojnamek li Devera Badînan tune bû. Îcar ji ber tune bûna rojnama û kovaran li Devera Badînan nivîskarên Devera Badînan berhem û gotarên xwe di kovar û rojnamên Şamê û Soranian de parvedikirin. Îcar ji ber vê yekê rewşenbîran ageh ji berhemên wan tune bû û rexne jê e nedihat girtin. Ji ber vê yekê astê rexnê bi awayekê baş lawaz bû. Anku em dikarîn bibêjîn heta salên 1969an de rexne li Devera Badînan tûnebû.[1]
Le belê salên 1970-1990’an de Qonaxka nû li herma Badînan derket holê. Çunku Yeketîya Nivîskarên Kurd-Duhokê (YNK-D) hat damezrandin û hin rojnname û kovar derketin holê weke : Hîvî 1970-1974’an de ku 7hejmare jê re derketin. Rewşen 1973’an de tinê yek hejmar. Peyv 1980an tinê 1 jimare. Dengê Me 1980- 1984an de. Çiya dû jimare derketin holê[2]. Îcar ji ber vê yekê rewşa edebî û rexna edebî li devera Badînan ya xirab bû hetta pêşî serheldana Başûrê Kurdistanê. Her weke Ehmed Ebdulla zero dibêje :
“ Rexna edebî ya ekadimîk tune bû. Belkû bi tinê têbînî û alîyên şaşî di têkistê de di hatin eşkerekirin. Anku rexna edebî di qunaxa despêkî bû ”[3].
Herweha Dr. Nafi‘ Akreyî ji bo rewşa rexne ya Edebî li devera Badînan dibêje di bêje :
“Rexna edebî li Devera Badînan bi taybetî û li herêmekanî zor qurbeser û sawaye û li ser hîç binaxekê ekadimîk û hûnerî tune ye. Belku bo teşhîr û xeberdan û hevaletî û pesnkirinê ye. Anku ew yek eşkere ye ku bi awayekê baş rexna edebî peydane bû ye. Mirv şermizar dibe eger qala rexna edebî bike “[4].
Ji van xeberan re eşkere dibe ku rexna edebî bi awayekê giştî li Başûrê Kurdistanê û Devera Badînan bi taybetî hetta pêşî serheldanê 1991’an de a lawaz û ekadimîk tune bû. Çunku rexna wî çaxî de pir caran bersivdan û hêrişkirana hevdû bû.
Evan nivîskaran berhem di belavdikirin weke:“ Sadiq Biha edîn Amêdî, feysel Mistefa, xelîl Dihokî, ebdulrehman Mizîrî, îdrîs Mihemed Elî, mehemed Emîn Doskî, Dr. Nafi’ Akreyî, Ehmed Ebdulla Zero û hwd ”.[5]
Lê belê pişti 1991’an de ji başûrê kurdistanê serheldan çêbû. Îcar ji ber vê yekê başûrê kurdistaê bi awayekê giştî guhartin çêbû di Siyasti, dîrok, edebî û hwd. Anku Qonaxk nû li başûrê kurdistanê çêbû. Îcar vê yekê bandûra xwe li ser edebiyatî tevahî hebû û rexna edebî ji weke pişkek ji edebê kete di Qonaxka nû de, ji ber van egerên jêrîn de :
- Serheldan çebû û gel azad bû hemû kesan bi azadû dinivî sî.
- Zanîngeha Duhokê 1992’an de avabû. Di nava zanîngehê de pişka ziman û edeba kurdî vebû rexna edebî weke pirogiramê xwendinê de hat xwendin û hin tezên lisansa Bilind û diktorayê li ser rexna edebî hatine nivîsandin. Îcar eve hemû dibin eger ku rexna edbî ber bi pêş ve biçe.
- Avabûna girupên edebî weke girupê nûkirin her û her û grupa Akrê bûn eger ku rexna edebî ber bi pêş ve biçe. Çunku avabûna van her dû girûban rêxne jê re di hat girtin. Hin kesan dijî girupî sekinîn û hin kesên din piştevanî ya girupî dikir.
- Herweha rolê rojnama û kovaran pêşveêûn ji xwe re anî. Çunku pêşî 1991’an de astê rojname û kovaran li Devera Badînan lawaz bû. Lê belê piştî serheldana 1991’an de hin rojname û kovar derketin holê weke Nûxaz, metîn, pîrs, nûbn, serheldan û hwd. Îcar ev e bû eger ku rexna edebî peş ve biçe.
[1] Îmad Weysî Xalid, Ceveng di Hozana Riyalista Kurdî da Devera Badînan 1970-1991,Ji weşanên dezgehê Spîrêz, weş. Wezareta Perwerde, Hewlêr,2004, r.13.
2Nehmetila Nihêlî, Piraktîzekirina Rexna Nû ya Englu Emrîkî li ser Têkistên Girupa Nûkirin Her û Her,R.5-8
3 Ehmed Ebdulla Zero, Hevpeyvîn, 7-5-2017- Yek Şem e. Duhok
4 Dr. Nafi’ Akreyî, Edebî kurdî le badînan çon biwe û çon derwa, K. Karwan, J. 1,1981 r.55.
5 Nehmetilla Hamid Nihêllî, Deravek ji Rexnê (Rexne û Vekolîn ), R.68.