Rewş û Rol a Hêzê li Bakurê Kurdistanê

Kurd24

Ji bilî ku bi şêweyekî giştî rewşa Kurda xerab e û heta niha beramber ewqas ked û qurbanîdan û xwîna şehîdan, hêjî negehiştine qonaxa bidestxistina mafên xwe yên çarenivîsî. Belê bi şêweyekî taybet rewşa Kurdên Bakurê Kurdistanê û sîyaseta wan gelek û gelek xerabtire ji wê ya ku tê dîtin û tê nivîsîn!

Bêguman sedemên serekî yên evê rewşa xerab û dijwar, her çende sîyaseta dijminên dagîrker be jî, belê ewqasî jî sîyaseta Kurdên Bakurê Kurdistanê û bi taybetî sîyaseta PKK ê jî roleka karîger li ser vê rewşê heye. Li vêrê heznakim zêde behsa sîyaseta dagîrkerîya dewletê û encamên wêrankarîyên wê bikim. Lewra dewlet karê xwe dike û karê wê ji binbirkirina Kurd û Kurdayetîyê ye û ti mefayê di wê de nabînim heger mirov bi tenê gazinda ji evê sîyaseta dewleta dagîrker bike. Kurd dibêjin "pêwîste mirov pêşî derzîya di çavên xwe de bibîne, paşê şûjina di çavên dijminên xwe de..".

Jiber evê yekê ezê kiryar û sîyaseta dijmin deynim alîyekî û vegerim ser rewşa sîyaseta Kurdên Bakurê Kurdistanê. Kurt û grover, ev e 40 salin du sîyasetên bi navê Kurda li Bakur tê meşandin. Yek jê  sîyaseta PKK ê ye û ya din jî sîyaseta evan hemî Hêz û Partîyên din e, ew partîyên ku evro dûrişmê "netewayetî"yê bilind kirine û dikin.. Li despêkê kêm zêde hevsengîyek di navbera PKK û evan hemî Hêz û Partîyên Bakurê Kurdistanê de hebû. Hêz û şîyanên wan kêm zêde wekî hevdu bûn. Belê 1984 ê û virde hêdî hêdî ew hevsengî di berjewendîya PKK ê de hate guhertin. Bi taybetî jî, ji 1990 î û virde Hêz û Partîyên Kurdistanî, digel Gelê Kurd de li Bakurê Kurdistanê ketin navbera çakûç û sindîyanê Dewlet û PKK ê . PKK zemîn çêkir û Dewletê li Gelê Kurd da, Dewletê zemîn çêkir û PKK ê  Hêz û Partîyên Kurda pûç kirin / ji nav birin. Kurdistan bi gund û axa xwe ve wêran bû. Partî û rêxistinên Kurda yên sîyasî lawaz bûn û ji hêz ketin. Dewlet û PKK xurt bûn. Gelê Kurd bûne du beş;  Ewên ku ji dewletê bazdan ketin himbêza PKK ê û ewên ku ji PKK ê bazdan jî, ketin himbêza dewletê ! Kurd bûne îteatkarê herdu hêzên gef û tirsê. Mejîyê Kurda ji alîyê herdu hêzên dagîrkerve dîl hate girtin. Heta îro jî ew herdu hêzên çekdar şer dikin; Kurd dimrin û derbeder dibin û ji naçarî xwe dispêrin yek ji herdu hêzên gef û tirsê!. Ew herdu hêz şer dikin, Kurdistan di şewite û wêran dibe. Hindî Kurdistan wêran dibe, Gelê Kurd ji ziman û çand û nasnama xwe ya neteweyî dûrdikeve. Gelê Kurd, xwe di xodîka Gelê serdest de dibîne. Ango Kurd xwe di neynika Tirkan de dibîne!

 Li alîyê din ew hindek Hêz û Partî yên Kurdî ku wekî nav û tablo jî mane, eve 40 salin, hê jî tenha û tenha gazinda ji evan herdu hêzan dikin. Li şûna ku ew bo evê rewşa dramatîk û hestîyar alternatîf û çareserîyekê peyda bikin, tenê gazindê hişk û zûwa dikin! Hindek caran jî curet û cesareta gazinda jî namîne, diçin tifaq û peymanan li gel yek ji  herdu alîyan dikin .Yan li Gel PKK ê, yan jî li gel Dewlet û AKP ê kar û xizmetê dikin!?  Wekî kasêt û plaka xerabe ev sîyaseta ewan Partî û rêxistinên "NETEWEYî" bi evî awayî berdewam dubare dibe û li hevdu dizîvire.

Ji sala 1984 ê û heta niha îş û karê evan kes û Rêxistin û Partîyên "NETEWEYî" gazinde û şikayetkirina PKKê ye û di encama evan helwestên xwe de jî heta niha yek santîm pêş neketine û pêşnakevin. Berovajî her ji laşê  xwe xwarine û heta vê rojê jî ew her ji laşê  xwe dixwin û di herifin. Ez bawerim ew jî rastîya evê sîyaseta xwe ya şaş û wêrankar dibînin û dizanin ku bi vî şêwazî nikarin ti xizmet û xebatê bo evî milletê Kurd ê hejar û belengaz bikin û pêşkevin. Ez piştrastim ku ew ji min baştir dizanin çareserî çîye û çawan dibe. Lewra ew ne şivan û gavanên Kurdistanêne heta ku têneghên û nizanibin. Belkû ew ji min xwendevantir û rewşenbîrtir û sîyasetvantirin û rê û rêbazên çareserîya evê rewşê jî gelek baş dizanin. Dizanin, belê nakin û ne amadene bikin ! Ne amadene, lewra ew jî û hemî kes baş dizanin ti tişt bê beramber / bê bedel nebûye û nabe !? Bav û semyanên malê jî, bo jîyan û jîyara zarokên xwe naçare ku ji sipêdê heta êvarî di nava xwêhdanê de bi gevize û kar bike da ku parîyek nan bo zarokên xwe dabîn bike !

înca eve ne zarokin. Eve Kurd û Kurdistane. Eve şoreşeka millîye.  Eve Doza Neteweyeka mezin û navnetewî ye. Di dîroka miletan de ti kes bi ziman û krawatên xweşik û şêrîn negihiştine evan armancên pîroz ên neteweyî û Bakurê Kurdistanê jî weha nagehê. Bo gihandina bi evan armancên pîroz, berî hemî tiştî pêwîste mirov  xwedan hêz be. Karê sîyasî û Kurdayetî bê  goşt û qat û qrawat dibe, belê bê hêz û îrade nabe. Bo evê yekê jî pêdivîye pêşeng û serkirdeyên "netewîyên" Bakurê Kurdistanê, tazî û birçîbûnê. Germ û sermayê, zindan û lêdanê  li ber çavê xwe bigrin û paşê dest bavêjin xebata Kurdayetîyê. Wê demê dê bibin xwedî hêz. Wê demê dê bibin cihê rêz û rûmet û bawerîyê. Ew hêza ku di encama ewê rêz û rûmet û bawerîyê de bête dabînkirin, tenha ew dikare wan bigehîne ewan armancên pîrozên neteweyî yên Kurd û Kurdistanî. Kengî ji hemî rexîve bûne xwedî hêz, bêguman hingê dê dost û dijmin jî bo wan hesabekî ciddî û birêz bike.