Bone Kurdî ye, lê pîrozbahî bi Erebî ye

Kurd24

Bi boneya bîranîna damezirandina yekemîn partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, hejmarek partiyên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî û beyaname belav kirin bi mebesta bîranîna vê roja girîng û saxkirina wê.

Bêgûman damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê berî 62 salan hest bi wê yekê kirin ku hebûna Kurdan li rojavayê welêt, ango binxetê di metirsiyê de piştî ku dewleta Sûriyê ti danpêdan bi hebûna beşek ji Kurdistanê û hebûna gelê Kurd li Sûriyê neda û bi ser de jî hewldanên qirkirina Kurdan û derbedirkirina wan bi hemû şêweyî dan, û bi hemû kiryarên hovane xwestin Kurdan li Sûriyê û Rojavyê Kurdistanê tinebikin.

Tevî desteserkirin û li Ereban belavkirin, nasname ji Kurdan kişandin û ew bê tomar di dîkomentên dewletê de hiştin, zindanî, asîmilasyon bi hemû rengî ji bo erd, mirov û ezmanê Kurdistanê destpê kir, ta bi ziman jî qedexe kirin, û mirov ji ber guhdariya goraniyeke Kurdî zindanî û îşkence dibû.

Lewma damezrênerên yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û li ser serê wan rewşenbîrê mezin Dr. Nûredîn Zaza û têkoşer Osman Sebrî û herwiha damezrênerên din. Parastina zimanê kurdî wek pêngava sereke û herî girîng ji bo parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dîtin.

Lewma berdewam wan gelê Kurd han dida ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û herwiha ew bi xwe ji bo gel bibûn nimûne ji bo parastina zimanê Kurdî, -wek nimûne Dr Nûredîn Zaza bernameya wê partiyê bi Kurdî nivisandibû-, beyanname, daxuyanî û ragihandina partiyê bi Kurdî bû, heger bi zimanekî din jî heba, lê ya serekî bi Kurdî bû.

Lewa em dibînin ku Nûredîn Zaza wisa dibêje: “Gelî Kurdan heger hûn naxwazin ji hev tarûmar bibin û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û bidin naskirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêşve herin û bi rûmet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin ” herwiha Zaza didît ku xwendin û nivisandina bi Kurdî rêya rêzgarî û serbestiyê ye.

Apê Osman Sebrî ligel xebata Siyasî xebatek bêhempa ji bo zimanê Kurdî dikir, li her deverekê ku Apê Osman lê ba, yek ji karên wî ew bû ku xelkên dora xwe fêrî zimanê Kurdî dikir û dibêje: “Kîjan Kurdê têkeve qada welêt û li gel zimanê xwe bendewar nebe, ew ne gelparêz e û ne dûr e ku gelfiroş be jî…”

Heger em bala xwe bidin daxuyaniyên partiyên Kurdî li Rojavayê welêt, mirov dê dil sar bibe, çinku yek partiyê jî bi zimanê Kurdî daxuyanî  belav nekiriye – li gorî zaniyariyên min-, hemiyan bi Erebî pîrozbahiya vê rojê kiriye, bi taybet ew partiyên ku dibêjin em hilgirê doza neteweyî ne?!

Heger hûn hilgrê doza neteweyî ne û peyrewê rêka Zaza û Sebrî ne û guhdana we bi ziman yekcarî nîne naxwe çi lome li partiyên din dibe?!

Şermeke mezin e di vê dema ku hemû derfetên fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî li ber dest in, herwiha di serdema nêt û şoreşa tiknlojya de partiyên Kurdî nikaribin rêya damezrênerên partiyên xwe bigrin, tevî ku damezrêneran hemû belgeyên xwe bi Kurdî belavdikirn di dema ku ji bo goranîk an peyveke Kurdî eger hebû ku mirov jiyana xwe ji dest bide.

Behane û hincet ji wê yekê re nîne yek car, ji bilî ku mirov bîr li wê yekê bike: “An ew bi mebest wê yekê dikin û dizanin bê çi dikin, an jî ji nezanî û netêgihştina girîngiya vê hokarê di xurtkirina doza neteweyî Kurdî de vî karê kirêt dikin.”  

Di herdu doxan de jî rewş xirabe û diltezîn e û guneh û berpirsiyaretiya van partiyan girantir û hestiyartir dike û dihêle ku mirov bi kûrayî di gotinên Apê Osman Sebrî de mijûl bibe.

14.06.2019