Pêwendiyên PKK/PYD Bi Şamê Re Ne Çareserî Ye û Xeterî ye

Kurd24

Li Sûriyeyê pirsa neteweya kurd, her demê, di dema Fransızan û dema beriya Baasê û dema Baasê de girîng bû.

Mijara neteweya kurd û Rojavayê Kurdistanê, li Sûriyeyê dema serhildana siwîl û şerê hûndir jî dest pê kir, girîngtir bû.

Di vê qonaxa dawî de mijara neteweya kurd û Rojavayê Kurdistanê girêdayî siyaseta PKK/PYDê ya şaş û hewildana Dewleta Tirk di derbarê îşgalkirina Rojavayê Kurdistanê de girîngiya xwe didomîne.

Li Rojavayê Kurdistanê xeteriyeke piralî heye. 

Wek tê zanîn demeke dirêj e ku di navbeyna Emerîkayê û Dewleta Tirk de li ser rewşa Sûriyeyê û bi taybetî jî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê minaqeşeyeke dijwar heye.

Di hemandem li ser mijara Menbîcê jî minaqeşe hebû.

Piştî ku Dewleta Tirk Cerablûs-El Bab û Efrîn îşgal kir, Emerîkayê û Dewleta Tirk di mijara Menbîcê de nexşereyek diyar kirin. Gor vê nexşereyê PKK/PD dê ji Menbîçê derkeve, Dewleta Emerîkayê û Dewleta Tirk dê bi hev re ewlewiya Menbîçê biparêzin.

Dê li Menbîce desthilatdariyeke demokratîk, ya gel û plural ava bikin.

Ev soza ku PKK/PYD ji Menbîce derkeve di dema Obama de hatibû dayin.

Emerîkayê ji bona ku didît ku Dewleta Tirk piştî Menbîcê dixwaze Rojavayê Kurdistanê îşgal bike; loma jî nexşerêya hatiye “erê” kirin û pejirandin, bi cî û cî nekir. Dereng xist. Ev jî di navbeyna herdu dewletan de bû pirsgirêkeke mezin.

Ev pirsgirêka nûha jî dom dike.

Dema ku di du mijaran de minaqeşeyeke hişk û tund di navneyna Emerîka û Dewleta Tirk de dom dikir, Serokkomarê Dewleta Tirk û serokdewletê Emerîkayê hevdîtinek bi telêfonê pêk anîn. Di hevdîtina telêfonê de Serokdewletê Emerîkayê û Serokkomarê Dewleta Tirk li hev kirin ku leşkerên Emnerîkayê dê ji Sûriyeyê derkevin. Serokdewletê Emerîkayê Trump jî ev biryara xwe ji raya giştî ya dinyayê re diyar kir.

Piştî biryara serokdewletê Emerîkayê minaqeşeyên nû dest pê kir. Di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de di pirsa PKK/PYDê de jinûve pirsgirêk derketin. 

Emerîkayê di vê mijarê de daxuyaniyên cûda dan.

Dewleta Tirk bersîva wan da.

Hîn jî ev mijara di navbeyna herdu dewletan de nehatiye çareser kirin.

Lê dema ku Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe ji Suriyeyê vekişîne, operasyona dewleta Tirk rojanetir û xetertir bû.

Loma jî kurd li çareseriyê geriyan. Ji bona ku pêşiya operasyona dewleta Tirk bê girtin, dest bi xebateke taybet kirin. Lê hîç şik tune ye ku di çareseriyê de mifteya esil PKK/PYDê bu: Lewra PKK/PYDê ji destpêkê de siyaseteke şaş dimeşîne. Gor berjewendiya neteweya kurd û Rojavayê Kurdistanê ne, gor berjewendiya xwe ya grûbî û desthilatdarî û dewletên dagirker dimeşe.

Loma jî pêwendiyên xwe gor berjewendiya xwe ya hegemonîk pêk tîne.

Di destpêkê de ji bona ku bi destê Rejîma Baasê hatibû ava kirin, gor berjewendiya rejîma Baasê tevgeriya.

Mixalefeta ereb ya li dijî baasê û mixalefeta milî ya Kurdistanê, piştî serthildan û şerê hûndir gelek aşkere armanca xwe diyar kirin. Gotin ku “divê rejîma Baasê bê guhertin,. Rejîmeke demokraîk û parlamenterî û pirpartîtî ava bibe. Partiya baasê û mûxaberat û hemû dezgehên baasê bên tasfiye kirin.”

Lê PKK/PYDê ji Rejîma Baasê re piştgirî kir. Guhertina rejîmê nexwest.

Rejîma Baasê, li hemberî mixalefeta Kurdistanê û ereban ew çekdar kirin. Li Kıurdistanê kir wekîlê xwe û dîktatoriya xwe li ser gelê me bi PKK/PYDê meşand.

Lê roj hat guhertin çêbû. PKK/PYD ji lîmana Rejîma Sûriyeyê di sala 12015an de dur ket. Bû leşkerên Emerîkayê. Li welatê ereban li ser navê Emerîkayê operasyonên leşkerî li hemberî DAEŞê meşand û bi hezaran ciwanên Kurdistanê da kûştin.

PKK/PYD ji Rejîma Sûriyeyê û Rûsya û Îran û Emerîkayê re xûlamtî dike, lê ji kurdan re dijminitî dike. Îzin nade rêxistinên Kurdistanê xebata rêxistinî û siyasî li Kurdistanê li dijî rejîmê bimeşîne. Kurdperwer û berpirsiyarên partiyan digre hepis dike û êşkence dike.

Di vê qonaxê de di hemandem de taşeroniya Rûsyayê û Îranê kir. Li Bakurê Kurdistanê bi şerê wekaletê ya xendekan bajarên Kurdistanê jî xerabe kir.

Lê kîngê Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe vekişîne, PKK/PYD dîsa vegeriyan cem Rejîma Baasê. Xwestin bi Rejîmê re li hevdu bikin.

Wê demê careke din diyar kir ku naxwazin Sûriyeyê parçe bikin. Dê dev ji kantona û desthilatdariya xweserî jî berdin.

Lê dema ku li Emerîkayê minaqeşeyên vekişandinê dest pê kir. Ji bona PKK/PYD derfetên nû hatin diyar kirin, dîsa bi Rejîma Baasê re pêwendiyên xwe qût kir..

Di van rojên dawî de diyar bû ku Emerîkayê mitleqe xwe ji Suriyeyê vekişîne û “Herêma Ewlewiyê” bi destên wan û Dewleta Tirk ava bibe, PKK/PYDê dîsa xwest ku bi Rejîma Baasê re danûstandin bike.   Ji bona van danûstandinan Rûsya kirin navbeyndar.

Nûha çûn hat di navbeyna wan de heye.

Lê tiştekî aşkere heye ku zihniyet û helwesta PKK/PYDê pirsa rojane ya Rojavayê Kurdistanê jî û pirsgirêke mezin û stratejîk ya neteweya Kurd jî çareser nake.Dikarim bibêjim ku siyaseta PKK/PYDê keresatek e.

PKK/PYD, iro li vê lîmanê be û xulamê dewletekê bibe, dê sibê li lîmaneke din û xulamê dewleteke din be. Daîmî çûn hat bike û her roj bibe xulamê dewletekê;  ev ne çareserî ye.

Hîiç şik tune ye û ceribandina tevgerên rizgarÎxwaz yên neteweyên bindestr nîşan didin ku serkeftin û dewlet ava kirin, welat rizgar kirin bes bi hêza neteweya xwe bi xwe nabe. Ji bona Tevgerên rizgarîxwaz hêzên tifaqê jî pêwîst in.

Tevgera milî ya rizgarî xwaz ya neteweya kurd li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bona xwe li hêzên tifaqkar bigere û bi wan re danustandin bike. Lê ew hêza Rejîna Baasê nîne. Dewleta S

Hîiç şik tune ye û ceribandina tevgerên rizgarîxwaz yên neteweyên bindest jî nîşan didin ku serkeftin û dewlet ava kirin, welat rizgar kirin, bes bi hêza neteweya xwe bi xwe nabe. Ji bona Tevgerên rizgarîxwaz hêzên tifaqê jî pêwîst in.

Tevgera milî ya rizgarîxwaz ya neteweya kurd li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bona xwe divê li hêzên tifaqkar bigere û bi wan re danustandin bike.

Lê ew hêza Rejîna Baasê nîne.

Dewleta Sûriyeyê dagirker û kolonyalîst e. Rejîma Baasê jî qesabê neteweya kurd e. Loma ew her dem dijmin in. Ew naxwazin ku welatê me azad bibe, em kurd li welatê xwe desthilatdar bibin. Dema ku welatê me rizgar bibe û neteweya kurd li welatê xwe Rojavayê Kurdistanê desthilatdar û serwer be, ew ji bona Dewleta Sûriyeyê şikestin û wendakirin e.

Loma bi Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê re tifag li dijî berjewewendiya milî ya kurd e. Di hemandem de berdewamiya kolonyualîzmê û dagirkeriyê re alîkarî ye.

Çareseriya rojane û dûrdirêj li Rojavayê Kurdistanê, dema ku gor berjewendiya neteweya kurd bê tevgerandin, çareserî dibe.

Çareserî di bername û pêşniyarên ENKSê de ne. Hezar mixabin PKK/PYDê li pêş wan asteng e. Divê her kurdek ji bona ku PKK/PYD ji astengî derkeve, helwest nîşan bide. Taktîk û lîstik û planên PKK//PYDê yên ku bir neteweya kurd re ne eleqedar in, her dem zirarê dide neteweya kurd û Kurdistanê.

Di vê mijarê de divê Rojavayê Kurdistanê ji pêşniyar û nerûînên serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê îstifade bikin.

Di destpêkê de bi hewildana serok Barzanî li Hewlerê û li Dûhokê peymanên milî hatin îmza kirin. Lê PKK/PYDê gor van peymanan tevnegeriya û ev peymanan xerab kir.

Tiştê baş û çareseriya destpêkê ew e ku gelo PYDê dixwaze bibe rêxistina Rojavayê Kurdistanê û ji bona berjewendiya neteweya kurd tevbigerê an na negetevnegerÊ ye? Heger dixwaze ji bona berjewemdiya neteweya kurd tevbigere, divê ji PKKê dûr bikeve. PKK ji Rojavayê Kurdistanê derkeve û dagirkeriya xwe dawî bîne.

PYD û rêxistinên Kurdistanê hewcedarî çek nînin. Divê PYD dev ji çekên dewletên biyanî berde û vegere nav gelê xwe.

Dîsa dev ji dagirkeriya erdên ereban berde ku ereb nebin dijminên kurdan. Ji bona berjewendiya dewletan, PKK/PYD erebên resen jî kirin dijminên kurdan.

Amed, 25. 01. 2019