Emerîka Ji Sûriyeyê Derkeve Dê Çi Bibe?

Serokdewletê Emerîkayê diyar kir ku beriya şeş mehan jî diyar kiriye ku dê ji Sûriyeyê derkevin. Ev rast e. Lê dema ku beriya şeş mehan serokdewletê Emerîkayê ev daxuyaniya pêşkêş kir, li dinyayê nebû rojev û nebû bûyerek girîng.
Lê serokdewletê Emerîkayê Trump beriya çend rojan dema ku diyar kir ku dê ji Sûriyeyê derkevin, ev daxuyaniya li dinyayê hîn zêde cidî hat pejirandin û li dinyayê bû rojeva serek e. Hemû dewletan, şirovekarên siyasî wateyeke nû dan ev daxuyaniya serokdewletê Emerîkayê.
Biryara serokdewletê Emerîkayê bû sedem ku di nav rêvebiriya Emerîkayê de nekokî derkevin. Beşek berpirsiyarên wan li hemberî biryara serokdewlet mixalefeta xwe diyar kir. Encama ev nekokiyan, Wezîrê Berevaniyê dev ji karê xwe berde. Berpirsiyarên operasyonên li Suriyeyê Macc Gurck Diyar kir ku “mafê serokdewleta Emerîkayê heye kuu bi kesên lihevkirî ve xebata xwe bimeşîne.”
Daxuyaniya Serokkomarê Dewleta Tirk jî derxist holê ku di navbeyna Emerîkayê û Tirkiyeyê de preymaneke gelek girîng çêbûye. Li ser tasfiyekirina DAEŞê û PKK/PYDê li hevkirin pêk hatiye. Ev wezîfa jî Dewleta Tirk girtiyê ser milên xwe.
Loma jî di pêşerojê de ji bona operasyoneke hîn fireh, Dewleta Tirk ji bona amadekariya nû operasyona xwe ya li Rojavayê Kurdistanê dereng xist.
Li Tirkiyeyê û dinyayê minaqeşeya sereke di van rojên dawî û qonaxê de ev daxuyaniya serokdewletê Emerîkayê. Lewra ev daxuyaniya serokdewletê Emerîkayê bi xwe re gavên pratîk yên nû jî anîn. Loma jî hîn zêde cidî hat pejirandin.
Hîç şik tune ye ku daxuyaniya serokdewletê Emerîkayê di derbarê Suriyeyê de tesîra bombayeke nûkleerî kir. Hîç şik tuıne ye ku vekişandina Emerîkayê ji Sûriyeyê dê denklemên nû bîne rojevê û dê pozîsyona dewletan de guhertineke nû û bingeh bîne rojevê.
Di heman dem de vekişandina Emerîkayê ji Sûriyeyê ji bona me kurdan xwediyê wateyeke din e. Ji bona me mijareke sereke û stratejîk e. Loma jî piştî daxuyaniya serokdewletê Emerîkayê hat diyar kirin, xewa kurdan reviya. Kurd gelek bi awayekî xwezayî ji bona pêşeroja neteweya xwe ketin bin tirseke mezin.
EMERÎKAYÊ LI SÛRIYEYÊ DI STRATEJİYA XWE DE GUHERTİNEK ÇÊKIR. LI SÛRİYEYÊ NIFÛZ Û BANDORA EMERÎKAYÊ KÊM DIBE…
Emerîka li Suriyeyê diyar e ku helwesteke girîng diyar kir. Her çiqas şik hene ku Emerîka dikare ji Sûriyeyê venekişe jî, lê daxuyaniya serokdewletê Tirkiyeyê û minaqeşeyên li Emerîka dibin, diyar dikin ku Emerîka di biryara xwe de cidî ye.
Daxuyanî bi wayekî diyar dikin ku di navbeyna wan û Dewleta Tirk de peymanek cidî û wek du endamên NATO çê bûye. Beriya ku Emerîka xwe vekişîne, biryar da ku Patroîtan bide Dewleta Tirk. Ew gaveke girîng bû. Emerîka bi biryara xwe dixwaze ku Dewleta Tirk ji Rûsyayê dur bixe. Lewra tê zanîn ku Dewleta Tirk ji Rûsan fuzeyên S-400 dê ji Rûsyayê bikire. Demeke ku navbeyna Emerıka û Dewleta Tirk ne baş e. Pêwendiyên Dewleta Tirk û Rûsyayê baş e. Li Sûriyeyê bi hev re helwesteke mişterek dimeşînin.
Biryara vekişandina Emerîkayê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn wek guhertina stratejîk tê bi nav kirin. Gor baweriya min hem wusa ye û hem jî ne wûsa ye. Gorî siyaseta Emerîka ya kev û ya dema Obama, guhertineke stratejîk e. Lê gor siyaseta Trump guhertineke stratekjîk nîne. Lewra Trump beriya ku bê hilbijartin diyar kiri bû ku dê ji Sûriyeyê leşkerên xwe bikşîne. Bi dewletan re kar bike û bi hêzên dervayî hikûmetan re kar û tifaq neke.
Ev biryara, diyar dike ku Emerîka di derbarê Sûriyeyê de xwediyê stratejiyeke diyar jî nîne. Di derbarê PKK/PYDê de jî, li wan wek leşkerên xwe yên bi pere mêze dikir. Ev jî her demê diyar dikir. Lê yên derveyî wan, bi taybetî Dewleta Tirk û kurdan nedixwestin ku bi vê yekê bawer bin.
Şik tune ye ku Emerîka bi tevayî dev ji Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bernade. Lê diyar e ku dê dîsa dê bi metoda wekaletê karên xwe bimeşîne. Diyar dike ku Li Suriyeyê PKK/PYD (HSDD), Siûdî (rola kûştina Cemal Kaşikçi heye), ji Emerîkayê re nabin wekîl, Dewleta Tirk û dewletên din yên koalîsyonê dê ji wan re bibin wekîl..
Ew têyê wê wateyê ku Emerîka di derbarê PKK/PYDê de helwesta xwe diguherîne. Ez di wê baweriyê de me ku siyaseta PKK/PYD ya tê meşandin, di helwesta Emerîkayê de guhertin çê kir.
Biryara Emerîkayê hîç şik tune ku dê nifûz û bandora Emerîkayê li suriyeyê ji holê rake.
EMERÎKA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI KURDAN XİYANETÎ KIR û LÊ LI ROJAVAYÊ KURDİISTANÊ XIYANETÎ NEKIR…
Piştî biryara Emerîkayê ku ji Sûriyeyê xwe vekişîne, di nav kurdan de di derbarê Emerîkayê de minaqeşeyeke nû dest pê kir ku Emerıkayê ji kurdan re xiyanetî kir, an nekir.
Emerîka, beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê referandûm teşwîk kir û gelek caran diyar kir ku dê ji encama referandûmê re xwedî derjeve, rêz bigre. Hezar mixabin ji bona berjewendiya xwe ya teng ku di berjewendiya xwe de jî serkeftî nebû, li dijî referandûmê encama referandûmê ku kurdistaniyan biryar dan ku dewletê ava bikin, derket. Heta rê jê re vekir ku dewletên dagirker Kerkukê îşgal bikin.
Ew bi her awayî li kurdan xiyanet bû.
Lê Emerîka li Sûriyeyê tu wext mafên kurdan, otonombûn û federebûna kurdan naparast. Bes gotin ku “em li hemberî DAEŞê şer dikin. Em naxwazin bi lleşkerên xwe şer bikin, em dixwazin şerekî wekaletê bimeşînin, ji bona vê jî hewcedarî bi leşkerê herêmî heye.ê Emerıka lêgeriya, dît ku PKK/PYD amade ye ku ji bona wan xwe bidin kûştin. Loma ji PKK/PYDê re alîkarî kir.
PKK/PYD, beriya Emerîka jî, li hemberî mixalefetê û tevgera milî ya Kurd xizmetî Rejîma Sûriyeyê dikir. Nedixwest ku rejîm bê guhertin û partiya baaasê ji holê rabe û muxaberat têk biçe.
Ji PKK/PYDê alîkarî nedihat wê wateyê ku ji kurdan re piştgirî ye. Lewra ji PKK/PYDê re alîkariya wan li zirara kurdan bû. Bona ku PKK/PYDê li her parçeyî xizmetî dewletên kolonyalıst dikin û ew projeya dewletaên kolonyalîst e.
Emerîka jî nûha jî dibêje ku “em li Suriyeyê mayinê li berjewendiya xwe nabînin. Emê bi awayekî din şerê xwe li hemberî DAEŞê bimeşînin. Em naxwazim navbeyna xwe tifaqkarê xwe Dewleta Tirk xerab bikin. Tercîha me Dewleta Tirk e.”
Ew aşkere ye ku li kurdan xiyanet nîne.
Ez bawer nakim ku Emerîka ji PKKê re gotibe ku ezê “apoîstanekê” ji we re ava bikim
ÎRAN Û RÛSYA DIBE XWEDIYÊ SÛRIYEYÊ YÊN MITLAQ. MİMKUN E KU PÊWENDIYÊN WAN A DEWLETA TIRK QELS BIBE…
Dema ku Emerîka ji Sûriyeyê derdikeve, Îran û Rûsya li Sûriyeyê dibin xwediyê bandoreke mezin û heta mirov dikare bibêje ku dê bibin xwediyê Suriyeyê.
Wek tê zanîn Sûriye di dema Sîstema Sosyalîst de beşek ji Yekîtiya Sovyetê bû. Piştî Yekîtiya Sovyetê têk jî çû, Sûriye di bin bandora Rûsyayê de ma. Hemû çekên wan yên Rûsyayê bûn. Pêwendiya wan ya aborî û siyasî bi Rûsyayê re xûrt bû. Pêwendiyên Suriyeyê, rojava û Emerîkayê û Yekîtiya Ewrupyayê gelek qels, an jî tune bû.
Dema ku li Suriyeyê şerê navxwe dest pê kir, Rejîma Baasê ji bona ku hebûna xwe biparêze pêşî gazî Îranê kir û pişt re jî gazî Rûsyayê kir.
Rûsya û Îranê jî Rejîma Baasê li Suriyeyê parast û ji têkçûnê xelas kirin. Rejîm jinûve bû alternatîf. Ji gelek aliyan de zora mixalefetê bir.
Daxuyaniya serokkomarê Dewleta Tirk diyar dike ku di navbeyna wan û Emerîkayê de peymaneke girîng û stratejîk çê bûye. Dewleta Tirk wusa diyar dike ku dê li Suriyeyê ji Emerîkayê re wekîlî bike.
Ew jî dibe sedem ku Dewleta Tirk û Rûsya û Îran piştî demekê bên hemberî hev. Di berjewendiya wan de li Suriyeyê dijitî çê bibe.
Ji aliyê din de dur nîne ku bir riya rejîmê, pêwendiyên wan PKK/PYD baştir bibe. Ew jî di nabeyna wan û Dewleta Tirk de nekokî çê dike.
REJÎMA BAASÊ YA SÛRIYEYÊ DÊ XURTTIR BIBE Û DÊ GAVÊN NÛ BAVÊJE…
Ji bona ku Rusya û Îran piştî vegera Emerîkayê dê xûrt bibe, hîç şik tune ye ku Rejîma Baasê jî xûrttir dibe. Dê di pêşerojê de di Sûriye ya hatî guhertin de xwediyê derfetên nû bibe.
Nûha PKK/PYDê hewcedarî rejîmê ye. Dê bi rejîmê re danustandin bike, an jî dike. PKK/PYDê dê di pozîsyoneke qels de bi Rejîma Baasê re danûstandin bike. Dê mecbûr bibe ku şertên Suriyeyê qebûl bike.
Wê demê rejîm ji bona ku Dewleta Tirk ji axa wan derkeve dikare piştî demekê dengê xwe bilind bike.
LI SÛRİYEÊ LI HERÊMÊN EREBAN DIJITIYA PKK/PYD XURTTIR BIBE…
Ereb di wê baweriyê de ne ku Emerîkayê bi riya PKK/PYDê gelek herêmên wan îşgal kiriye. Ji tirsan re nikarin dengê xqe derxin û li dijî wan derkevin.
Piştî Emerîka ji Sûriyeyê çû, ereb û bi taybetî jî eşîretên ereban ji bona ku PKK/PYD ji erdê wan derkeve dê helwest nîşan bidin.
Li hembertî PKK/PYDê bi dewleta Tirk û rejîmê re tevbigerin.
Di van rojên dawî de li Azezê civîna eşîretan, îşareta vê yekê ye. Di rojên pêş de li hemberî PKK/PYD dikare hêzên çekdar yên leşkerî jî çê bikin.
DEWLETA TIRK SERKEFTINEKE DÎPLOMATÎK Û SIYASÎ QEZENÇ KIR. NIFÛZ Û BANDORA DEWLETA TIRK LI SÛRIYEYÊ XURT DIBE. DEWLETA TIRK GELEK BI HÊSANÎ DIKARE LI SÛRIYEYÊ Û KURDISTANÊ OPERASYONAN PÊK BÎNE…
Her kes di wê qenaetê de bû ku Emerîka li Suriyeyê xwediyê armanc û stratejîka mezin e. Dê Suriyeyê parçe bike û Kurdistanekê ava bike. Loma biryara Emerîkayê di derbarê Sûriyeyê de ku dê ji wir biçe, ji bona her kes î û ji Dewleta Tirk jî bû surprîz.
Lê ez hîç demekê di wê nerînê de nebûm. Ez di wê baweriyê de bûm ku Emerîka li Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta kurdan derket. Li Rojavayê Kurdistanê, di van şertên Rojava Kurdistanê, bi destê PKK/PYD, ji bona bajarekî dewlet ava nake.
Biryara Emerîkayê ji bona Dewleta Tirk bû serkeftineke dîplomatîk û siyasî. Dinya jî wusa şirove dike.
Hîç şik tune ye ku biryara Emerîka, dê demekê nifuz û bandora Dewleta Tirk li Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn xûrt bike.
Dewleta Tirk dê gelek bi hêsanî li hemberî PKK/PYD li Sûriyeyê operasyonê pêk bîne û derfet bibîne ku Rojavayê Kurdistanê îşgal bike..
Diyar e ku di navbeyna Emerîka û Dewleta Tirk de peymanek heye ku Dewleta Tirk dê li Suriyeyê bi piştgiriya Emerîkayê li dijî DAEŞê jî operasyonan pêk bîne. Daxwaza Dewleta Tirk beriya ku Emerîka bi PKK/PYD li Reqayê û li Derêzorê operayon bike jî, ew bû. Di encamê de Emerıka daxwaza Dewleta Tirk pêk anî.
Lê di demek dirêj de, ez di wê baweriyê de me ku dê di navbeyna Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê û Îranê de dê pirsgirêk derkevin.
Amed, 23. 12. 2018