Wekî zimanê rêxistinê muzîk: strana "Şervano" çi dibêje?

Kurd24

Berhemên muzîkê, têkilî û ezmûnên mirovên tîpîk dihewîne. Û bi van hemûyan re ya herî girîng berhemên muzîkê ramanan jî, radigihîne. Bi demê re muzîk, bi guherîna şert û mercên sîyasî, çandî û aborî ra vediguhere û di bingehê da li gel ramana ku avakirî birêve diçe. Piranîya muzîsyenên Kurd ên ku li derveyî Tirkîyê û yên li Tirkîyê jîyana xwe didomîn in, di konteksta  tevgera sîyasî ya Kurd da bi polîtîkayên rojan e û gelek mijarên bi mafên mirovan ra têkildar bûye parçeyek ji hilberînên wan. Muzîsyenên Kurd bi piranî li gel hilberînên xwe yên pîşeyî û polîtîk, di mijara dijayetîkirina polîtîkayên dewlet û hikûmetê da xwe berpirsîyar dibîn in û di berhemên xwe da bi sixletî didin dîyarkirin. Muzîsyenên Kurd, muzîka wan û bi bizavên wan yên sîyasî û yên derveyî muzîkê, ji vî alî ve êş û hêrsa beşeke girîng a Kurdên li Kurdistanê di derbirîna berxwedanê da roleke girîng lîstîye.

Eger hûn bi rastî jî bixwazin, meyla ji nûve avakirina bîr a çandî û dîrokî û texeyul û hestên rêxistinekê nas bikin, muzîka şexs û komên ku angajeyî wan bûyî guhdar bikin. Di salên 90î da berhemên ji alîyê hunermend û komên ku nêzîkî PKK'ê ve derketine holê û hatine gotin, heta demên nêzîk jî sembola çiyayî ya tinîya çolterê giranîya xwe nîşan daye û dewam kirîye. Piştî salên 2000an bi derketinên takekesî ra her çiqas hunermendên ku derveyî çanda rêxistinê berhem û awazên takekesî û yên çîna navendî peyda kiribin jî, muzîka propagandayî ku di bin hakimîyeta rêxistinê da pêş ve diçe guherîneke cidî çê nebû.

Gotinen strana Ciwan Haco a 1994 an ‘’Lawê min ‘’

dayê ez diçim vaye ez diçim
divê ez bêjim lê ez ditirsim
û benda min in xortên ciwan
ji mirinê ez natirsim

Gotinen strana Seyitxan a 1990 an Daye Ez Ji Te Xatir Dixwazim’’

Daye ez ji te xatir dixwazim

Xwendewan u  serfirazim

Ne beje kure min buye eşkıya

Buye peşmerge li sere çiya

Gotinen Strana şervano 2019 an

Şervano

Keziya daykê bi qurbano

Tû nehêlî tola me

Bi destê xwin mêjano şervano şervano

Şervano çelengo ez gorî te

Dilkê yarê bara te

Tifing li ser milano şervano şervano

Strana Şervano piştî demeke direj di nava civaka Kurd de bû yekem strana hit ya siyasî. Berî her tiştî sedema balkişandina Şervano belkî li ser germahîya êrîşa Tirkan bê nirxandin, lêbelê ji klîbê heta gotinên Şervano hin nimûneyên nû dide ber çavê me. Dî Şervano de kêşana klîbê ya li bajêr jî, rîtîm û peyv jî dixwaze ji Rojhilat Navîniya mubalaxayî dûr bisekine. Ev jî bandorê li ser serkeftin û resenîya klîbê li gor mînavên berî xwe dike.

Wekî me di serê nivîsê de jî rave kiribû, ya muhîm ew e ku nîşanên nû yên derheqê  çanda rêxistinan û civaknasiya Kurd di xwe de dihewîne.

Pêkan e ku mirov bêje ev guherîna ku bandor li ser muzîkê kiriye di demeke nêz de wê li ser sîyaseta Kurdî jî bi xurtî bê dîtin.