Kî rast dibêje, Kî rast nabêje?

Kurd24

Krîza Sûriye di qadek gelek tevlîhev de, di proseyek gelek aloz de, di nezelaliyek gelek tarî de berdewam e.

Krîza niha liser mêzê – Krîza Idlibê ye!

Ligor Tirkan 4 milyon mirov, li gor Sûriye derdora 1,5 milyon kes linav Idlibê dijîn. Ligor Tirkan, Sûriye û Rûsya sivîlan bombardiman dikin. Ligor Sûriye, Tirk piştgiriya terorîstan li Idlib dikin,. Ligor Rûsya, Tirk nikarin terorîstan ji myanrewan cuda bikin. Tirk pabendî peyman û sozên xwe nabin. Ligor Tirkan, Rûsya ne-pabendî sozên xwe ye. Ligor medya Tirk, destê Rûsya bi xwîn e. Ligor medya Rûsya, Tirk çek û piştgiriyê didin terorîstan.

Enqere û Moskow gelek tometên din jî, hemberî hevûdu dibêjin!

Lê, heta niha jî, di qada “diplomasî û liser mêza danûstandinan” her du welat zimanek nerm û neêrîşkar bikar tîn in. Desthilata Enqere dibêje: Serokomarê me û Serokê Rûsya dinav pêwendiyan de ne û çareseriya pirsgîrêkan di destê her du rêberan de ye (!) Putin û Erdogan hevdîtinên fizîkî qedandin e, niha proseya pêwendiyên telefonî destpê kirin e. Piştî her pêwendiyek telefonî jî, daxuyaniyan didin û dibêjin: liser falan û fîlan xalan li hevûdu kirin(!) Rojek bi ser ve derbas nabe, di qadên nizmtir de hevûdu bi binpêkirinên pabendbûnan tawanbar dikin!

Guman jê re nîn e, pêwendiyên Enqere û Moskow dema xwe ya “hingivîn” derbas kirin.

Di destpêka nêzîkahiya hevûdu de, pirsgîrekên ku dikarin werin pêş wan, avêtin bin merşê! Niha jî, ev aloziyên bin merşê, derketine ser merşê! Jiber ku dîrokî û niha jî, her du welat – xwediyê konsept, berjewendî û çaverêkirinên cuda ne!...

Rûsya, taybet di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de xwedî xetek eşkere û zelal e. Di parastina berjewendiyên xwe yên navxweyî, herêmî û cîhanî de de jî, eşkere û zelal e. Rûsya kompromis û tawîzan nade û ne jî dide welatek herêmî, dinav de Tirkiye jî! Aliyên ku Rûsya dikare bi kompromîs ligel wan tevbigere, welatên zilhêz ên cîhanî, taybet Yekîtiya Ewrûpa û Amerika ne. Ne Tehran, ne Şam û ne Enqere! Ger aliyek di van pêwendiyan de tawîzan bide – ew welat in, ne Moskow.

Tirkiye beramberî Moskow xwe xistiye nav proseyek gelek zehmet de – danûstandinên stratejî yên enerjiyê, xwegirêdanek enerjî beramberî Moskow, ku dikare proseyek gelek giran bîn e pêş Tirkiye. Kirîna sistema S-400 û girêdanek di sistema xwe bergiriyê de. Pêwendiyên herêmî – dinav de Sûriye, Libya û heta cihekî pirsgîrekên di Deryaya Naverast de. Enqere – çawa bawer dike – ku Moskow, berjewendiyên xwe ligel Libya û Sûriye û Deryaya Naverast ji bo Enqere bide aliyekî (!?)

Li pêş Tirkiye, bijardeya pêwendiyek nêzîktir ligel Amerika, NATO û Yekîtiya Ewrûpa jî heye. Lê, binemaya nasandina Mafên Kurd li herêmê û taybet ên bakurê Kurdistanê, wekî sedek, dîwarek li pêş e. Enqere ger rasyonel tevbigere, dikare ronahiyekê di vê tunel a tarî de bibîn e. Ger na, derketin ji vê tunel a tarî dê demek gelek dirêjtir bigre…

Hewlêr 19 Sibat 2020