Merheba Wirya Qefûrî, rojhilatê dilê min…

Kurd24

Di zaraktiyê de ji her kesî tê pirsin; dema tu mezin bibe dixwaze bibe çi? Aliyeke vê pirsê xeyalên te jî dipîve. Yên wekî me jî kesî pirsen wisa ji me nedikir, lê topa teqiyayî ku bi şev û roj di bin çengê me de bû diyar dikir bê dixwest em bibin çi.

Di wê berîya Mêrdînê ku ji germê diqijqijî tenê tiştek têna min dişkenand ew jî futbol bû. Baş tê bîra min bo ku em pir bilîzin min wekî lîgên profesyonel nav li tîma kiribû û di nava hev de dilîst. Wê deme em pênç şeş salî bûn. Ew jî têra min nedikir, dema dihatim malê bo ku lingê xwe xurtir bikim bi dîwarê hewşê re bi saetan min dilîst. Carina bavê min bi gopalê xwe bera dû min dida ku ez ê xanî di ser wan de xera bikim.

Paşre me di heftsaliya xwe de dest bi dibistana leylî kir. Zimaneke biyanî û sîstemeke Hitlerî li ber çavê me bû û tenê tiştek dikaribû bêhna me bîne ber me; futbol. Ne rojê sê dana, me di navbera dersan de jî maç dikir. Di dibistana navîn de ez bibûm kaptanê tîmê û em li Mêrdînê di nav hemû dibistanan de bibûn şampiyon. Paşre dema min li Stenbolê amadehiya leylî qezenç kiribû, ez bêtir nêzî xeyalên xwe bibûm. Wê kesî nikarîbûya rê li ber min bigirta. Ji xeynî antremanên tîma dibistanê ez her roj di nava wan daristanên bi saetan baz didim. Bi her bazdanê di xeyalên min de cihekî din vedibû. Ez ê bibûma ‘stêrkek’ û min ê bangî hemû ciwanên kurdan bikira ku wekî kurdan bijîn, bi zimanê xwe bijîn, bo azadiya xwe têbikoşin. Min nizanîbû ev xeyalên min wê rê li ber min bigire. Cara ewil di turnuvake futbolê de, di 16 saliya min de tîmeke profesyonel daxwaz ji mudurê dibistana me kir ku nakîla min bibin bajarekî din û bikin yarîzanê tîma xwe. Lê mudur ji ber kurdbûna min nexwest ev rê li ber min vebe û bi derewekê ji xwediyên wê klubê re gotiye; em ê xwendavênê xwe bidin klubên mezintir û bi vî rengî rê li ber derfeta herî mezin ya yarîzaniya min girtibû. Piştre min di hin tîmên amator de lîst lê ji ber berî her maçê sirûda neteweyî ya wan dihat xwendin, min fêm kir bi vî rengî nikarim bilîzim. De û de min tercihek kir û dest ji futbolê berda.

Li vê dinyê tiştek wê nikaribe wekî lîstina futbolê ruhê min geş bike. Futbol zaroktiya min bû, xewnên min, xwestekên min, xeyalên min bû; çû…

Gotineke pir klasik e û yên futbolê nizanin jî vê hevokê dizanin; futbol tu car tenê ne futbol e. Kurd jî wekî ji her tiştî paşmayî mane di meseleya futbolê de ne riba tu neteweyane. Nizanin çi dikin an çi dixwazin, bernameyeke ya dûr û dirêj wekî ji bo tiştekî tune ji bo futbolê jî tuneye mixabin. Du mînakên balkêş hene li ber çavên me. Yek li bakur e û yek jî li başûr. Li bakur bi navê Amedspor tîmeke kurdan heye. Ji nîvê yarîzanan bêtirê wan ne kurd in. Derdekî wan ku zarokên kurdan ji heremê bînin cem hev û wan wekî yarîzanekî baş, mirovekî baş û kurdekî baş bigihîjînin tuneye. Dane dû navekî û hew, naveroka wê, pêşeroja wê divê çi be ew qas ne girîng e. Gelek mînakên dinyê hene ku kurd dikarin ji wan sûdwergirin lê mixabin ne xema wan e. Bi salan heye lê hîn yarîzaneke kurd ku bê nasîn ji nav xwe dernexistiye û bi vî rengî nikare derxe jî. Berî her tiştî bo binesaziyê ne xwedî feresateke berbiçav in.

Mînaka din jî Başûr e. Ew qas sal xwedî hemû derfetane, 30 sal e azad dijîn, lê tu nikare behsa navê tîmeke Başûr ya futbolê an yarîzanekî nas kirî bike. Çawa dibe mirov birçiyê tiştekî be û bo wê birçîbûna xwe têr bike nekeve nava hewildan û çareseriyan. Bo mînak vê bêjim; anha tirkek bi navê Mesut Ozil li Arsenalê dilîze û welatiyê Almanya ye. Di salên borî de di kupa cîhanê de dînekî gotineke avêt meydanê ku ew camêr kurd e. Wekî gelek kurdan yên me yê li Başûr jî hate çoşê û bi fermî wî dawetî Başûr kirin! Werin vê ecêbê ku hayê Mesut Ozil ji bayê felekê jî tunebû. Rast e, divê em tiştekî nekin û her tiştî ji derve bînin welatê xwe, ev hêsan e.

Baş e ku hemû mînakên me ne xerab in, carê tiştên ku dilê me xweş dikin jî dibin û bi saya serê mirovên kurdperwer em careke din pê dihesin ku bi rastî jî futbol tenê ne futbol e. Em hîs dikin ku divê hîn jî hêvî hebe, em pê serbilind dibin ku kurdên wisa hîn jî hene.

Min hefteyek berê nas kir. Zaroktiya min hate ber çavê min, min xewn û xeyalê xwe di çavên wî de dîtin. Ew tiştên dixwest bikim bo neteweya xwe îroj ew dike. Dûrî me be jî wê di dilê me de be, ji Rojhilat be jî wê li Rojava, Bakur û Başûr bijî. Wê bibe hewara gele xwe û tirsa zordaran. Wê bibe qêrîna kolberan ku taht û çiya nas neke. Wê bibe dengê gelê xwe yê Rojava ku hemû tariya dinyayê were cem hev nikare vemirîne. Wê bibe destê erdhejê li Kirmaşanê di bin dîwarekî de. Wê bibe ruhê jinekê ku xwe şewitandibe ji ber tunebûna azadiyê.

Wê bike na, dike. Ji ber van kirinên wî rejîma Îranê gefa lê dixwe lê nikare dilê wî yê wekî yê kolberekî ye bitirsîne. Kaptanê tîma Îstîklalê ye li Tahranê û ji ber helwestên wî yê niştimanî bi milyonan hezikiriyê wî çêbûne û ez jî li wan milyona zêde bûm.

Merheba Wirya Qefûrî, rojhilatê dilê min…