Dibe ku Îdlib ji bo proseseke nû fersendek be?

Kurd24

Ev demek dirêj e pirsa bingehîn a Kurdan li Tirkîyê  ji bûyerên nav Tirkiyê zêdetir ji geşedan û alozîyên Sûriyê pêk tê, li gor vê birêve diçe û liser Rojava tê nirxandin.

Dema prosesa aştîyê 2012an de destpê kirî sedema herî mezin a ji bo destpêkirina prosesê dihat qebûlkirin ku di şerê navxweyî yê Sûrî de rola Kurdên Rojavayê Kurdistanê bû. Dîsa piştî prosesa aştîyê berdewam dikir alozîya herî mezin a derketî holê bûyerên 6-7 Cotmehê bûn. Ev bûyerên qewimîn bo lihevnehatina Kobanîyê bû.

Piştî prosesa aştîyê xera bû, her du aktorên prosesê di mijara Rojava de hevûdu tawanbar kirin. Nakokiyên esasî yên dijber, xwe di polîtîkayên Sûriyê de dan kifşkirin.

Gotina Ocalan a şirîkatîyê "Eşme Ruhu" (Rihê Eşmeyê) ku di prosesa aştiyê bikar anî, nîşaneya lihevkirina li ser Rojava bû. Şer û pevçûnên YPGê û Tirkiyê li Rojava herî zêde bandor li Kurdên Tirkiyê û li siyaseta Kurdan kiribû.

Tirkîyê bi hevalbendîya Ûrisan nêzî 3 salan e polîtîkayên xwe didomandin ev têkilîya temenkurt ji bo şirîkatîya Tirkîye û Amrîkayê bû sedema qeyraneke mezin. Vê qeyranê herî zêde bandora xwe li Kurdan kir. Amerîka û koalisyonê nexwestin ku Tirkîyê û hevpeymanên wan ên nû Kurd rastî hev bên. Ji bo vê jî hewldanên dîplomatîk bi rê ve birin lê negihîştin armanca xwe. 

Niha Tirkîye û Rûsya ji bo Îdlîbê careke din hatin hemberî hev û wisa xuya jî dike ku ev rewşa nû pevçûnên nû jî wê bi xwe re bîne. Ev tê maneya ku Tirkîye wekî mutefikê qedîm ê Amrîkayê carek din dijminê xwe yê mêjûyî bi Rûsan re wê bikeve reqebatê. Lê bêlê ji bo ku Tirkîye careke din bikare pistgirîya NATO û Ewropayê bistîne, lazim e ku polîtîkaya xwe ya antî-kurd sererast bike. Têkilîyên xwe ji nû ve saz bike, lazim e ku avakirina politikayên nû bi muteffikên koalisyonê re jî bên avakirin. Tam di vê xalê de ev rewşa nû ya Sûrî derdixîne holê ew e ku bandora vê ya yekemîn wê li nava Tirkîyê bike. Tirkîye çawa ku bi rêya Amrîkayê di bixwaze di Sûrîyê de rêyeke nû ava bike mecbûr e ku girêdayîna xwe bi Kurdên Tirkîyê re jî bike. Têkilîya rojava û bakur êdî vê meseleyê zerûrî dike.  Tirkîye bi daxwaz û hewldanên Amerîka bi Kurdan re bixwaze were ba hev lazim e ku carek din pirsa Kurd a li nava Tirkiyê bi şêwazek nû biaxive. Her çiqas di demek nêz de prosesa aştîyê fiyaskoyek mezin û têkçûyî be jî dîsa bi muxatabên berê re çêdibe ku rûnê ser maseyeke nû.

Amerîka, bi armanca ku ku Îran li herêmê were lawazkirin, dê Tirkiyê qanî bike ku, li hebûna Kurdan li Rojava nas bike. Ev jî dê rê li ber çareseriyeke nû ya çekdanînê veke û dê tavilê di zûtirîn demê de qonaxeke nû bide destpêkirin.

Ev geşedanên dawî yên li Sûrîyeyê li şûna ku "fersenda tolhildana Efrînê" an jî "Qerta Ûrisan a Kurd" bê nîqaşkirin li ser prosesek nû bê xwendin wê baştir be.

Hevdîtina Îmralîyê bi malbatê re piştî demek dirêj hâtî kirin, heger ne tesadufek be belku wekî lêgerîna sîyaseteke nû jî bê xwendin.

04 Adar 2020