Iraq çi ji Kurdistanê dixwaze?

Kurd24

Tê xweyakirin, ku hûkûmeta Iraqê givaşek mezin daniye ser Kurdistanê. Ev givaş  ji bo xelkê Kurdistanê zehmetiyek pir mezin peyda kiriye.  Çûnku xwesta xelkê, xwesta jiyanê ye lê di bin bandora givaşên nebûna pereyê mehane xelk rasti zehmetiyek pir mezin bûn ê.

Welatê Iraqê xwedi dirokek pir mezin e, le ji ber sedema şer û pevçûnen herdemî, di niha de Iraq rasti nebûna pênaseyek dewletî bû ye. Nexasim şerên herdemî yên terorê, ku kêşeyên mezin ji bo Iraqê derxstin e. Vê yekê, di heman demê de bandorek rasterast liser Kurdistanê jî kiriye. 

Erê gelo Kurdistan çi ji bo Iraqê bike? Em dizan in, ku di şerê DAIŞê de, Kurdistanê ji bo parastina Iraqê alikarî kir. Bi heman rengî Kurdistanê rekeftina xwe ya abori digel Iraqê heye, le di warê aborî de Iraqê peymanên xwe bicîh neaniye. Eger bêjin, çima Iraq vê yekê bicih nayîne? Tiştek zelal e, ku heya niha li Iraqê hikûmet dinav destê kesên akademik de nebû ye. Jiber wê çendê, mina hêzek siyasi û xwedi biryar li Kurdistanê, ne nêriye. Lê bi derbasbûna demê Iraq dê bibe xwedî desthilatek akademî,  ku li Kurdistanê ne wekî rikber û dijber, lê mîna herêmek xwedî mafên Destûri û xwedi hemû mafên din ên federalî  binêre. Ger Kabineya Nû bikaribe bi ser milişya û grûben ne-destûri serbikeve, jiber ku grûben ne-destûri û xwedî berjewendi û fişar li nava hûkûmeta Iraqê, naxwazin Kurdistan û Iraq kêşe û giriftên xwe bidawî bîn in.

 Ji aliyek ve hin hêzên Iraqi û li aliyek din hin hêzên Kurdî jî, naxwazın rêkeftin cihê xwe bigre û giriften Kurdistanê bidawi werin, çûnkû ger niha rêkeftin were pêkanin, dê ji bo Kabineya birêz Mesrûr Barzanî, bibe serkeftinek pirr mezin. Ev yek herweha di demekê de ye, ku Kabîneya birêz Mesrûr Barzanî serkeftinek pir mezin li dijî nexweşiya Koronayê bidest xistiye. Dinav zanistên siyasî de û yariyên siyasî de bi rengek pirr mezin welatî ji bo dijayetiya siyasi tê bikaranin, ev çend e di nihada ji aliyê hin hêz û grûben Kurdistanê ve tê  bikaranin. Gava ew nikarin, di nav siyaset û giftûgoyan de serkeftinê bidest bîn in û tû belgeyek wan ji bo giftûgoyê tune ye, ji bo wê yêkê,  welatiyan didin pêșya xwe ji bo nehiştina serkeftinên hûkûmetê. Dixwazin diyar bikin, ku keșê û girift li nav Kurdistanê hene. Iraq mfa ji nebûna yekrêziya Kurdistanê dîtiyê û ger ev yek bidawî neyê, dê ji bo demên pêş metirsîyek mezintir biqewime. Divê rêz ji welatiyan re bê girtin, li şûna kû welatî ji bo siyasetên xwe bikarbîn in, bila rê ji welatiyan re vekin, ku bikaribin serê xwe rehet biken. Herweha alikarê hikûmetê bin, ji bo derbazbûna rewşên zehmetî  yên welatiyan.

Çima tû hem hikumetekê ava bikî û hem jî, dijayetiya wê bike? Ev yek şermezarî ye, dive kû her kes rêz li dengdêr û desthilata xwe bigre. Filosof Plato beriya zayinê bi 320salan gotiye, ku destpêka dadperweriyê ew e, ku beşên xwarê rez li beșěn serî bigire, wateya ve yekê e we, ji bo avakirina welatek bihêz, divê welatî rêz li hikûmeta xwe bigrin. Ew yek dibe bingeha aramiyê ji bo civatê jî.

Em dikarin bêjin, ku Iraq nebûna yekrêziya hezen siyasi li Kurdistanê ji xwe re, wekî bingeh digire, û pêngavên xwe yên dijberîya hikumet/herêma Kurdistanê weha davêje. Ji bo rêgiriya van kiryaran, aliyên Kurdî ligel hevwelatiyan jî di çarçoveya berjewendiyên herêma Kurdistanê de tevbigerin û alîgirê/piştgirê hukimeta xwe bin…