Partîyên Nû û Pirsa Kurd

Kurd24

Hikumeta îroyîn a Tirkiyeyê, di mijara nêzîkbûna pirsa kurd de ji çend proseyan derbas bû, gihişte asteke wisa ku pirsa kurd bi rêya dîyalog û danûstendinê çareser bike. Lê di demek nêz de jî ji vê helwestê paş de gav avêt, metodên klasîk dîsa ket rojeva çareserkirina pirsgirêka kurd.  Ji wê rojê heta îro rêvebirên hikumetê yên berê ji aliyê Recep Tayyip Erdogan ve ji partîyê hatin dûrxistin, di serî de jî kesên wek Abdullah Gul, Ali Babacan û Ahmet Davutoglu.

Partîyên nû, yên rêvebirên wan endamên berê yên Ak Partîyê ne, di demek nêz de derketin qadê. Her du partî jî ji bo dij-demokrasîyê Erdogan tawanbar dikin û rewşa alozîya Tirkiyê dikin stûyê polîtîkayên Tifaqa Cimhûrê.  Lê belê dema ev partî derketin qadê di nav kurdan de jî hin nîqaşên kelecanî derketin holê.  Piranîya rewşenbîr û siyasetmedarên kurd çiqas bixwazin ev her du partî rayên Ak Partiyê qels bikin jî ji bo çareserkirina pirsa kurd hêvîyekî naynin ziman.

Cudahî û Hevparîya Gelecek Partisi û DEVAyê bo Pirsa Kurd çi ye?

Hem DEVA hem jî Gelecek Partisi di daxuyanîyên xwe yên dijî Tifaqa Cimhurê de, her du serokên partîyan, ji bo lihevhatina MHP û AKPê nerazîbûnên xwe nîşan didin. Her du partî ji bo qeyyuman nerazîbûnên xwe bi raya giştî re parve dikin.

Dîsa her du partî ji bo zimanê kurdî di bernameyên xwe de cih didin wa’adên  perwerdehîya zimanê zikmakî, lê belê  Partîya Babacan li gor a Davutoglu vê meseleyê sahîhtir û rasterast di bernameya partîya xwe de nivîsîye.

Her du partî ji bo şaredarî û rêvebirîyên herêmî dixwazin derfetên nû ava bikin û bi yasayên destûrî peywirên şaredarîyan zêde bikin.

Her du partî jî alîgirên Tifaqa Natoye ne; pirsgirêkên xwe yên nawnetewî dixwazin li gor rojavayê dinyayê çareser bikin. Lê belê Davutoglu li gor Babacan zêdetir dixwaze înîsîyatîfa Tirkiyeyê bi kar bîne û tevlî pirsgirêkên rojhilata navîn bibe. Dîsa ev rastî derdixe holê ku ev her du partî ji Rûsyayê zêdetir her çiqas bixwazin bi Amerîkayê re pirsa kurd çareser bikin jî Babacan pirsa kurd zêdetir wek meseleyek navxweyî ya Tirkiye dibîne û dixwaze bi nirxên Yekîtîya Ewropayê çareser bike. Dema Partîya Babacan re miqayese bikin, Davutoglu bêhtir dixwaze kurdên parçeyên din re tekilîyên rasterast dayne û bi rêya Tirkiyeyê bike şirîkek mezin ê hemûyê rojhilata navîn.

Bi kurtahî, tişta ji îro xuya dike ew e ku Babacan piştgirîya nêrîna polîtîkayên AKPyê yên navbera 2002yan heta 2009an; Davutoglu yên ji 2010an heta 2016an dike. Her du serokên partîyan jî li gor helwestên xwe kifş kirin; xuya ye ku dixwazin sîyasetek nû hem bi rojavayê Kurdistanê hem jî bi hikumeta herêma Kurdistanê re pek bînin; siyasetek ji nû ve saz bikin.

Hilbijêrên kurd heta niha bi kelecanek mezin guhên xwe bo van partîyan venekirin û piştgirî nedan wan, jixwe ev nivîs ji helwesta hilbijêrên kurd zêdetir dixwaze nişan bide çi cudahî û hevparîyên wan partîyan ji bo pêşeroja pirsa kurd kirîye armanc.