Rêbaza nemir Mela Mustefa Barzanî vejîn dibe

Kurd24

Di Hevpêyvîna Rojnameya Telegram- Aktuell a Brîtanî bi birêz Osman Baydemîr re berî çend rojan mijarek herî giring anî ziman. Mirov dikare bêje, ku di vê demê da giringtirin mijare ku ev bêşa mezin ji Kurdên Bakurê Kurdistan ê ku birîya gelên demokratik wek HDP pê bang dike, yan biratiya gelan, a ku binavê PYD pê bang dike u ji xwere kiribûn stratijiyek bi peyama O. Baydemir li xwe vegerin. 

Ger wekî hinek Siyasetmedarên Bakur tevbigerî, ku bi çavek tirs û hizrên baldarî li vê daxuyaniya O. Baydemir dinerin u dinerxînin ( ew jî ji ber ku serpêhatiyên wê bû: Ev Tektîke Heval!) re hene li ligor rewşê ku a niha O. Baydemir li London ê Brîtaniya dijî dihêle, ku ew bi nerîna min bi biaramî biaxive u ramanê xwe bîne ziman.

Çima ev gotinên wî a niha giring in? Ew bixwe ne tîştekî nû gotiye, ew daxwaziya me teva ye, lê ji ber ku O.Baydemir yekî ku ji serkirdeyên wan stratejî yên çewt bû, hem bi PKK re û duvre bi HDP re bû. 

Lê çi be jî, ev gotinên wî a niha derman bûn ji vê rewşa bêdengî, qels, girik û wendabûna hêviyan, a ku Bakurê Kurdistanê derbas dike.

‏Giringiya gotinên  Baydemir bo du xalan giring e: Ya yekemîn ew e, ku Kurd li mala xwe vegerin û karûbarê xwe di hundirê xwe de bi rengekî Kurdî – Netewî/Niştimanî bikin û xwe liser vê xalê bidin ser hev. Bi taybet piştî ku demek dirêj bi xapandina wan taktîk û siyasetan winda kirin û hat eşkere kirin, ku ew taktîk pêvajoyek bo Kurdan berûpaş bû.

‏Ev gotinên O. Baydemir û bi taybet a niha bûn wekî daxuyaniyekê, ku dema wan xapînokiyan çû û dive, ku bi carek biqedinp

‏Ya  duyemîn: ew e ku her kes, ji alî xwe ve pîştgiriya vê payebilindiye  ya Rêzdar O. Baydemir bike, ji ber ku birastî, ev daxwaziya beşek mezin e ji Kurdên Bakurê Kurdistanê, ku rewşê dişopîn in.

‏Dizanin bê êşa wan ji kû ye û derman li kû ye. Ger gotinên O. Baydemir jî, tevî ku dereng man, lê  ev yek dibe cihê rêzdariyê  û hevkariyê ku ciger li xwe xurt kir û ev rastî anî der!. Ji ber ku ew a niha bi serbestî  karîbû, di hevokên xwe de hestên xwe ye Neteweyî derxîne û ew jî ya rast bû. Lewra pîştgirî ji her kesî, Rewşenbîr, Ronakbîr, Siyasetmedar, Civaknas û Kurdperwer da, ku ev yek di Serê her kesî de bimeye û bibe Rênasname ji bo pêşeroja Bakurê Kurdistanê u pêvajoyek nû, di derbarê maf û serfiraziya Bakur de!

‏Piştgiriya van gotinan ger baş bibe û cihê xwe di civakê de bigrin, dê bibe minakek ji bo hişyariya Bakur  û rênaskirinê, ku ligel hin aliyan tabû ne ‏û bi gûman qedandina vê qada sar û tevlîhev û hişyar a Bakur, erk û armanc a her Kurdekî Azadîxwaz e…

31 Gulan 2020