Jenosîd tawaneke mirovatîyê ye

Kurd24

Jenosîd/ Qirkirin/Kokbirîn/Qelandin/Komkûjî; bi wateya kuştin yan ji ortê rakirina, miletek, qewmek, nijadek, olek, bawermendîyek, çandek, civatek yan êlek tê binav kirin.

NY/MY (Netewe/ Miletên yekbûyî) di sala 1948"de, peymana “pêşîlêgirtina jenosîdê” destnîşan û îmza kiriye. Li gor vê peymanê lazime ku hemû millet, rê nedin jenosîdan û hemû bi hev re jenosîdan şermezar bikin, dewletên jenosîdkar tawanbar bikin û ceza bikin.

Her wiha li gor fereseta endamên miletên Yekbûyî Jenosîd bi van xalan hatîye qebulkirin:

1- Kuştina kesên endamê gurubek

2-Bi tundî û dijwarî xesardayîna beden yan jî zêna endamên gurubê

3-Bi zanîyarî guhertina derfetên jîyana gurubek ku wê bibe sedêmê ji holê rabuna gurubek

4-Pêşgirtin li zayîn û weledîna din av endamê gurubê de

5-Bi zordarî cihguhertina zarokên di nav gurubê de.

Peyva Jenosîd; ji “geno” (nijad, netew ) û “cide” ( kuştin) hatîye holê. Li gor vê pêşbînîyê tenê qirkirinên mîlî, etnîkî û nijadî dibin jenosîd. Helbet ev pêşbînî bi vî rengî nema tê dorpêç kirin. Lewraye ku îro jenosîd di gelek warê jîyanê de çêdibin.

Lêkolîner Raphael Lemkin Lehî’ye. (Polonî ye) Her wiha bi bawermedî jî ew cûhî yani Yahûdî ye. Lemkin li ser cure û teknîkên jenosîdê çend xal pêşkêş dike. Lemkîn dibêje ku, jenosîd (Qirkirin) di warê siyaset, çand, etnitise, insan, abori, civakî, derdor, xweza, tiştên jîndar, pêk tê.

Li gor Lemkîn:

1- Qirkirin bi rêya sîyasetê jî pêk tê.

2- Qirkirin di warê çand û Huner û Mûsiqê de jî pêk tê.

3- Qirkirin kokbirîna nîjat, pênasî, hevwelatbuyîn, hevxakbuyîn û yekmilletbuyînê ye.

4- Mijara şêwaza qirkirinê kutalêanîna jîyanê ye.

5- Qirkirin têkbirina aborîyê ye.

6- Qirkirin, gehertina esil û astar û kok û binyata civatê ye.

7- Qirkirin talan kirina xwezayê ye. Şewitandin û wêrankirina daristan û bax û deşt û beyaran e.

8- Qirkirin xesar dayîna derdor e. Zerar dayîna derdorê jîyana jîndaran e.

9- Qirkirin kuştina jîndaran e.

Kurdistan welateke çarparçekirî ye. Kurdistan berê yek bû îro çar perçe ye. Her perçeyek Kurdistanê bê sitatuyek sîyasî ye. Ne NY (Netewên Yekbûyî) û ne jî, her çar dewletên dagirkerê Kurdistanê navek li pêwendîyên di navbera xwe û Kurdistanê de, dananîne. Yanî Kurdistan di erdnîgarîya dagirkerande jî û di erdnîgarîya NY de jî ji sitatû navek sîyasî bêpar e.

Li gor zanist û pêşbînên NY, hetanî niha li Kurdistanê gelek caran jenosîd hatine bikar anîn. Lê sedem ku Kurdistan bêxwedî û bê statû bû, tu kesek xwe negeyandîye hewar û gazîya gelê Kurd.

Lewra ye ku ewqas Qetlîam, Komkujî, Jenosîd, Qirkirin, Kokbirîn, Qelandin, Pişaftin li çar perçeyên Kurdistanê pêk hatine, lê dunya mayê bêdeng. MY mane şermezar û bêdeng û bune wek hevkarê jenosîdên ku li Kurdistanê pêkhatine.

Helbet hemu jenosîd bi biryarên sîyasî tên çêkirin. Hedef û amanca jenosîdkaran ne dinav milettek de, beşek, çînek (sinif yan şaxek), gurubek çepger yan rastger, gurubek pîeyî, akademîk yan zanîyarî, di civatek de cudarengbuyîn, yan jî, belengaz yan dewlemendin. Raste rast jenosidkar nîjat û milletan ji xwe re dikin amanc û dixwazin wan cudeyatîyan ji nav xwe rakin. Lewra xwe mehqûl û serdest dibînin, lê eqalîyetên di nav xwe de, bindest û nebikêrhatî qebûl dikin. Milletên ku ne ji xwe qebûl dikin, jibo ayendeya xwe xeterek mayînde hesab dikin. Sedem vêye ku mayîna milletên ne ji nîjada xwe wek tirsek mezin jibo ayendeya xwe dizanin.

Çar dewletên dagirker ku Kurdistanê di nav xwe de parve kirine, her tim hişê wan li ser jenosîd û qetlîyaman bûye. Ewan bi dijwarî gelek caran xwestine ku miletê Kurd qir bikin, ji holê rakin.

Miletê Kurdistanê her carek ku bûye amanca jenosîdek, gelek telef bûye, xembar û birîndar buye. Piştre ku birînên xwe kewandîye, dîsa rabûye ser pê û ji bona maf û berjewendîyên xwe yên kolektîf û milli, li gor karîn û hêza xwe, li gor guncan û mecalên xwe li ber xwe daye, bûye dilxwazê heq û dadmendî û azadîyê. Trajedî û xemgînîyên Kurdistanîyan bi jimartin kuta nabin.

Buyera Ozalpê “sî û sê gulle” Helepçe, Gelîyê Zilan, Dêrsim, Newala Qesaba, Cizre, Enfal, gundê Yeşilyurt, Roboski, Şengal. . . û gelekên din…

Her yek ji wan sosretek e, her buyerek ji wan, rudanek xemgîn e.

Ev trajedî, wek sernivişt u qederek her tim dubare bûne. Miletê Kurd ketîye û rabuye. .

Helbet ev hemû sosret trajedîyên hevbeş/hevpar in. Millet bi tevayî xembar dikin, rik û kîna millet hevdeng dikin.

Lewra, hemû trajedî û buyerên xemgîn, derd û kulên hevpar jî peyda dikin. Millet, bi van bûyera dibe yekdeng, bi yek awazek wan kiryaran şermezar dike.

Ev refleks ji rohê milli têne pêş.

Ernest Gellner lêkolînerêk Frensiz e. Gellner di warê çêbûn û geşbûna netewan de, gelek lêkolînên baş kirîye. Li gor wî: "Netewe bi trajedîyên hevpar çêdibin. "