Berjewendiya netewî

Kurd24

Di salvegera damezrandina Komara Kurdistanê de hemû partî, rêxistin û şexsan Komara Mahabadê û bi taybetî jî Qazî Mihemmed bi bîr anîn. Helbet rojên wiha ji bo me Kurdan pir girîng e û divê neyê ji bîr kirin. Bi taybetî jî partiyên me yên siyasî di vî varî de roleke girîng dileyîzin.

Komara Kurdistanê nêzî salek  jiya. Di sala 1946’an de bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê hate damezirandin. Lê dema ku Yekîtiya Sovyetê biryara xwe da ku hêzên xwe yên leşkeri paşde bikşîne meydan ji devleta Îran re ma. Ordiya Îranê êrîş da ser Komara Kurdistanê, serokatiya komarê û endamên serokatiyê hatin girtin. Qazî Mihemed hat îdam kirin.

Di dema damezrandina komarê de tiştê herî bi balkêş ew bû ku di pêvajoya damezrandina komarê de ji perçeyên din bi taybetî j Kurdistana Başûr di serokatiya Melle Mistefa Barzanî de alîkarî û piştgirî hate kirin. Hêza pêşmerge di wê pêvajoyê de bûbû yek ji hêzên leşkeri yên Kurdistanê. Balkêşiyek din jî ew e ku Melle Mistefa Barzanî tu caran mudaxeleyê kar û barên navxweyî yên Komara Kurdistanê nebû. Berevajî nişan dan ku ew li gel Qazî Mihemed in û di emrê komarê de ne.

Hezar mixabin, Kurd carek din bi leystikên dewletên emperyalist di têkoşîna xwe ya netewî de têk çûn. Komara Kurdistanê hilweşiya. Gelê Kurd carek din ji alî “dostên” xwe ve hatin xapandin. Di danûstandinan de berjewendiya dewletên emperyalist hertim di pêşiya berjewendiya gelên bindest bû. Hem Yekîtiya Sovyet hem jî dewletên “dost” Brîtanya û Fransa gelê Kurd tenê hiştin, destên xwe yê alîkariyê dirêjî gelê Kurd nekirin.

Di avakirina Komara Kurdistanê de daxwaza otonomi û resmîbûna zimanê Kurdî daxwazên herî girîng bûn. Komara Kurdistanê hêviyeke mezin di nav Kurdan de afirandibû. Hezar mixabin ne tenê dewletên emperyalist lê hin eşîrên Kurda jî li dijî Qazî Mihemed piştgiriya xwe ji bo şahê Îranê diyar kirin. Di nav Kurdan de hezar mixabin ku yekîtiyek berfireh tunebû.  Berjewendiya eşîrî ji bo hin eşîrên Kurdan berê  berjewendiya neteweyi bû.

Baş e ma gelo niha rewş çawa ye?

Li Kurdistana Rojava ji bo berjewendiya neteweyî hêzên Kurdan di nav hewildanekî de ne. ENKS û PYD di diyalogê de ne. Diyaloga wan jî ne bi insiyatîfa wan lê bi însiyatîfa DYA’yê ye. Li vir jî dewletên emperyalist li gor berjewendiya xwe dixwazin hêzên Kurdên Kurdistana Rojavayê bîne cem hev. Helbet cemhev hatina hêzên siyasî yên Kurdan baş e lê ez bawer nakim ku PYD dev ji berjewendiya xwe ya siyasî were rayê û daxwazên ENKSê û yên din qebûl bike. PYD heya niha yek ji maddeyên Peymana Dihokê bi cîh ne anîne. Tu hûrmeta PYD’ê ji hêzên din re tüne ye. Heya niha bi sedan kadroyên siyasî yên mixalifê wan kuştin. Gundên ku serokatiya PYD qebûl nekirin ji alî hêzên PYD hatin vala kirin û gundiyan mecburî koçberiyê kirin. PYD girêdayî PKK ye û nikare bi serê xwe tevbigere.

DYA û dewletên wek Fransa û Brîtanya dixwazin ENKS û hêzên din bi PYD re li hev bîne daku parastina berjewendiya xwe qewîtir bike. Derdê wan ne mafê gelê Kurd ne jî mafê însanî ye. Divê em bizanibin ku roja ku berjewendiya wan dikeve xeterê tu kesî nas nakin, di rewşeke wiha de gelek hêsan dikarin Kurdan tenê bihêlin. Divê em referanduma Kurdistana Başûr û Komara Mahabadê ji bîr nekin.

Helbet ez ne li hember lihevkirina hêzên Kurda me. Helbet baş e ku hêzên Kurdan verin cem hev, di

nav danûstandinê de bin. Lê divê div an danûstandinan de berjewendiya netewî li ser her tiştî be.

Li Kurdistana Bakûr PDK-BAKUR, PAK, PSK, PÊLKURD û TEVGER ji bo afirandina yekîtiyek tên cem hev. Heya niha bi hevre beyanên hevpar weşandin. Lê bi rastî ez tênagihim ji bo çi her yek bi serê xwe partiyek e! Ku mirov programa wan ya siyasî dinêre ferqiyetek mezin di navbera wan de tûneye. HAK-PAR di nav van hevdîtinan de cîh nastîne. Gelo sebep çiye? Ma gelo berjewendiya netewî ya Kurdan li gor wan ne hewqas girîng e? Helbet sebebên xwe hene lê bi ya min dema em qala berjewendiya netewî dikin divê berjewendiya siyasî û şexsî neyê holê.

Di pîrozkirina Newrozê de pir bala min kişand. Tu sloganên neteweyî ji bo resmîbûna zimanê Kurdî, ji bo qebûlkirina kesayetî ya fermî ya Kurd di qanûna esasî de tüne bûn. Ma gelo ev e parastina  berjewendiya gele Kurd?

Li Kurdistana Rojhilat demeke dirêj e ku tu hewildaneke şerê çekdarî tüneye. Partî Demokrat a KUrdistana Îranê ji bo ewlekariya Kurdistana Başûr ji dêlva şerê çekdarî xebata siyasî dikin. Bi her awayî piştgiriya Partî Demokrat a Kurdistana Iraqê dikin. Berjewendiya netewî ji bo wan berê her tiştî ye.

Ji bo me Kurdan berjewendiya netewî divê di qada herî bilind be. Divê berjewendiya netewî di ser serê siyasetê be.