Mala Barzanî hêvîya gelê Kurd û Kurdistanî ye

Kurd24

Rojhilata Navîn demeke dirêj e bê îstîqrar e. Dewletên wek DYA, Rusya, Brîtanya, Fransa û Almanya li gor berjewendîya xwe gelên Rojhilata Navîn didin ber hevûdu. Yek ji van dewletan ne xwedî sîyaseteke kurdî ye. Sîyaseta wan a herêmî heye lê di vê sîyaseta wan de pirsa kurdî tuneye. Yek ji wan jî hêj di pirsa Kurd û Kurdistanî de ne xwedî sîyasetek in. Carina hin serok an sîyasetmedarên ji van dewletan gotar û beyanên erînî ji bo kurdan beyan dikin. Divê em van gotar û beyanên erîni neyên xapandin. Divê em ji bîr nekin ku dewletên li jor binavkirî her gavên xwe li gor berjewendîya xwe davêjin.

DYA û piştgirên xwe yên Ewropî ji bo berjewendîya xwe û ji bo ku leşkerên wan neyên kuştin hêzên herêmî yên terorîst bi kar tînin, hem ji alî leşkerî hem jî ji alî aborî piştgirîyeke mezin didin van hêzan. Li herêmê sîyasetek dirû dimeşînin. Ji alîyekî behsa mafê însanî û demokrasîyê dikin ji alîyekî jî piştgirîya terorîstan dikin.

Hem DYA û piştgirên xwe yên Ewropî hem jî Rusya ji bo serwerîya Beşar Esed bi hev re hevkarî dikin. Hem ji Îranê re hem jî ji Tirkiyê re meydan vala kirin. Tirkiye beşek ji Kurdistana Rojava dagir kir. Îran hem li Sûrî hem jî li Filistînê sîyaseta xwe ya terorîstî didomîne. Nahêle ku Filistînî bi serê xwe bi Îsraîl re bide û bistîne, aşitîyek biafirîne. Dewleta Filîstîn di destê dewletên li dij Îsraîl de bûye wek dewleteke taşeron. Helbet mafê Îsraîl heye ku ewleyîya hebûna xwe û dewleta xwe biparêze.

Li Kurdistana Bakur sîyaseta Kurd û Kurdistanî ketîye xewê. PKK watinîya xwe bi cîh anî, ji dewleta xwe re xizmeteke pir baş kir, sîyaseta Kurd û Kurdistanî pasîfîze kir. Niha jî dor hatîye Kurdistana Başûr. PKK naxwaze Kurdistana Başûr azad û serbixwe be. Dewletbûna Kurdistana Başûr ji bo PKK xeterek mezin e. Serxwebûna Kurdistana Başûr ji bo dewletên dagirker jî xeterek mezin e. Her çar dewlet bi hevkarî dixwazin pêşdeçûna Kurdistana Başûr rawestînin, serwerîya gelên Kurdistana Başûr dixwazin ji holê rakin.

PKK li Tirkiyê şer winda kir. Ji alî sîyasî jî ber bi têkçûnê de ye. Bi şerê çekdarî rê ji bo Tirkiyê vekir ku hem li Kurdistana Rojava herêmeke mezin bixe bin serwerîya xwe hem jî bi hêzên xwe yên leşkerî bikeve nav sînorên Kurdistana Başûr. Bi vê jî nema; PKK dest bi êrîşê pêşmergeyên nemir ên Kurdistana Başûr kir. Beyana Serok Mesûd Barzanî “Em birakujî nakin” PKK ji xwe re kir derfet û êrîşên xwe roj bi roj zêdetir kir. Bi dehan pêşmerge kuştin. Bi sedan gundên kurdên êzîdî vala kir, nahêle ku gundî vegerin gundên xwe. Li herêma Şingalê bi hevkarîya Haşdî-Şabî re zilm û tade li ser gele kurd dike, malên gundîyan talan dike, zarokên wan bi zorê direvîne. Li Kurdistana Rojava sîyasetmedarên muhalife xwe direvînin, êşkence li wan dikin û dikûjin. Hem bi sîyaseta xwe hem jî bi kirinên xwe PKK di xizmeta dagirkeran de ye.

Dewleta Federe a Kurdistan bi pêşengîya Barzanîyan bi serketî ye. Hem Mesrûr Barzanî hem jî Nêçîrvan Barzanî di her komcivînê de beyan dikin ku dê giramîya xwe ji bo mafê însanî û demokrasîyê bidomînin, mozaîka Kurdistanê dê biparêzin. Di parlamentoya Kurdistanê de hemû milletên Kurdistanî tên temsîlkirinê.  Ziman û çanda kurdî, folklor û mûzîka kurdî roj bi roj pêşde diçe, moderntir dibe, bi avakirina rê û febrîqeyên nû, bi avakirina xanî ji bo gelên Kurdistanî xizmeteke hêja dike. Hikûmeta Dewleta Federe di karûbarên xwe de kêmasî hebin jî ji bo berjewendîya gelê kurd dîplomasîyeke hêja didomîne, ala Kurdistanê li dewletên dagirker jî dipêlîne. Bi pêşengîya Barzanîyan Dewleta Federe ya Kurdistanê bûye hêvîya gelên Kurdistanê. Di gel kil û kêmasîyên xwe divê em Dewleta Federe ya Kurdistanê wek ronîya çavên xwe biparêzin.