“Bo Dîrokê” Dîrokek e

Kurd24

“Pirsa miletê Kurdistanê pirseke rewa, siyasî, cografî, neteweyî, tarîxî û qanûnî ye. Eve sed sal in ko hemî rengên sîlehan ji bona jihalêrakirin û şkênandina îradeya miletê Kurdistanê û nehiştina doza rewa ya miletê Kurd bi kar tînin û cardî jî miletê Kurdistanê her maye. Ne wan kariye kurdan ji hale rakin û ne jî kurdan kariye wan ji hale rakin” Mesud Barzanî. Bo Dîrokê rûpel:101

Ev berhema serok Mesud Barzanî ya bi nave “Bo Dîrokê” bi serê xwe dîrokek e. Ev dîroka bi taybetî ya Barzaniyan û başûrê Kurdistanê ye, bi awayekî giştî jî ya me hemî Kurdan e.

Her milet li gor dîroka xwe dijî. Welat û miletên haya wan ji dîroka wan tune bin, ew nikarin weke milet xwe azad bike û li gor miletbûna xwe dewleta xwe damezrîne.

Ji ber vê ye her tim dagirkerên me ji bona kurd dîroka nenasin, bi destên xwe an bi nave hin kurdên xwe, li gor berjewendiya milet û gelê xwe dîrokek ango çîrokek ji bona kurdan nivîsîne.

Di vê dîrok ango çîrokê de ji bona kurd xwe, miletê xwe, mezinên xwek, serok û rêberên xwe nenasin, çi ji destê dagirkeran hatine bi awayekî ne zanistî, li ser destê hin ol û îdelojiyan nivîsîne ku kurd ji xwe, ji dîroka xwe dûr bin. Lê tu caran jî bi serneketine.

Dema miletek dîroka nizanibe, nikare weke milet jî bijîn. Ji ber vê jî tim dibin kole ango xizmetkarê dagirkerên xwe.

 Dema miletek ji dîroka xwe bê par be, wê nikaribe li ser asasê koka xwe jî bijî û wê nikaribe mezin, serkêş û  azadîxwazên xwe jî binasin.

Li her çar perçên Kurdistanê çi berxwedan û serîhildanên ji bona azadî û dewleteke kurdan pêk bê, hatibe destpêkirin jî hemî bê ku destkeftiyeke bi dest bixin (Ji bilî Komara Kurdistanê li Mehabadê 1946). Têk çûne.

Lê mixabin piştî têkçûna Koma Kurdistanê li Mehabadê jî êdî kurd bi temamî qidûmşkestî bûn, bê hêvî man. Loma hêdî hêdî gavên berbi koletiya dagirkeran diavêtin. Ji ber tu hêviyên wan yên din nemabû. Ji ber vê dibêjin; Bê hêvîtî mirin e.

Lê bi şoreşa îlonê û bi teqandina guleya ewil ku zinginî ji guhê dagirkeran anî bû, bi serpereştiya PDK û bi rêvebiriya Barzaniyê mezin hat zanîn ku kurd hê jî zîndî ne. Vê tirs û xofeke nû xist dilê hemî dagirker û neyarên kurdan.

Loma jî hemî dagirker û dijminê gelê me li gel hev ji bona ji holê rakirina Barzaniyan tim bi hevre û li gel hev kar dikirin ku wan nehêlin. Lê bi serneketin. Serketin bû ya pêşmêrgeyên qehreman, ya miletê kurd û Barzaniyan ku bi serpereştiyia PDKê, başûrê Kurdistanê hate azadkirin.

Piştî berxwedan û raperîna 1991ê û biryar girtina parlemena kurdisanê ya Otonimyê, piştre bi biryara parlemenê ragihandina Federasyonê û niha jî gav bi gav berbi serxwebûnê ve kar û xebat têne kirin.

Dema min berhema rêzdar Mesud Barzanî ya bi navê Barzanî ku ji du cildan pêk dihat xwend, serwextî gelek tiştan bûm ku bê ji bona serxwebûna kurdistanê wan çawa û di çi halan de tekoşîna azadiya Kurdistanê ranewestandibûn.

Niha jî dema min pirtûk rêzdar serokê Kurdistanê Mesud Barzanî “Bo Dîrokê” xwend, bêtirîn tê gihiştim ku di dema berxwedanê de bê wan ji bona vî miletî çawa li hember çar zalimên dagirkeran şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê dane û didin.

Di vê berhemê de pir vekirî û bi zelalî mirov dibîne ku divê Kurd çawa û li ser çi asasî kar û xebatê bikin. Çi dema Kurd ”Bo Dîrokê” bixwînin wê dîroka xwe ya gelê xwe ku ji gelek aliyan de nayê zanîn, dê fêr dibin.

Di vê berhema zêrîn de mirov dibîne û dixwîne ku bê wan pêşmêrgeyên qehreman çawa li hember Daîşê şerê hebûn û nebûnê dane û bi serketine.

Her weha di vê berhemê de pir vekirî meseleya şengalê û sedema xencera jahrîn ku di 16 cotmehê de li pişta Barzaniyan û gelê kurd ketibû, fêr dibe. Mirov fêr dibe ku pkk çawa di mediya xwe de bûyera Şengalê bi awayekî ne rast dabûn û didiin.

Mirov serwextê wê yekê dibe ku bê ragihandina dewleteke serbixwe çi zehmetiyên wê hene. Tê dîtin ku ragihandina dewleta Kurdî di destê dewletên mezin û çareserkirina problemên nava xwe de ye.

Mirov bi xwendina ”Bo Dîrokê” serwextê wê dibe ku bê qebûlkirinê.Kurdistaneke serbixwe çima ewqasî zor û zehmet e. Barzaniyan ji bona Kurdistaneke serbixwe ragihînin, çi zehmetî dîtine û dibîne. Tê dîtin ku bê wan di qada navneteweyî de çawa kar û xebat kirine ku vê bi dewletê mezin jî bidin qebûlkirinê ku mafê kurdan e jî bibin xwedî dewleta xwe.

Ji bona fêmkirin, şirovekirina vê berhema zêrîn divê mirov bi qasî wê pirtûkekê binivîsîne da ku wê şirove bike. Loma divê her kurd vê bixwîne û bizanibin bê çima heta niha Kurdistaneke serbixwe nehatiye ragihandin. Zor û zehmetiyên li pêşiya Barzaniyan çi bû…

Divê her kurd vê bixwîne da ku derewên di heqê berxwedana Şengalê de jî bibiin xwedî agahdarî bê çawa hinan derew û boxtan xistibûn hustiyê Barzanyan û pêşêmêrgeyên qehreman.

Loma ez dibêjim; heta ku kurd dîroka xwe bi destê xwe nenivîsînin û Kurd dîroka xwe nexwînin, zehmete ku xwe azad bike. Azadî bi xwe û dîroka xwe nasînê tê. Dema em jî weke kurd ji wê bê par bin, ew azadî jî zehmet e…

Ji bona fêmkirin û têgihiştina meselê, ez vê nivîsa xwe bi gotina cenabê serok Mesud Barzanî dawî tînim: Ew weha dibêje;

”Ez pêwîst dibînim ko spasiyên xwe yên bêpayan pêşkêşî helwêst û germûgurî û piştgiriya miletê kurd yê li parçeyên dî û wan hemî kurdên li derveyî Kurdistanê bikim ko piştgir û hevsozên daxwazên rewa yên xelkê herêma Kurdistanê bûn. Şîreta min bo her ferdekê kurd û hemî siyasiyên kurd- di heqê babeta mafên rewa yên miletê me de- ew e ko hîç wextekî pişta xwe bi aliyekî germ nekin. Cîhan  cîhana berjewendiyan e. Heger berjewendiyên wan digel kurdan hevdu bigirin hingê dibin dost û heger berjewendiyên wan û kurdan hevdu negirin dê pişta xwe bidin we û we nas nakin…” Mesud Barzanî ”Bo Dîrokê” rûpel 100.