Navenda Revenda Kurd, serkeftin berdewam e

Kurd24

Navenda Revenda (Diasporaya) Kurd di demeke kurt de nêzî gihîştina armanca xwe dibe, ji ber ku navendên xwe li hemî welatên Yekîtiya Ewropayê li ser bingehên demokratîk  û xelkên dilsoz û jêhatî ava kiriye û ji her çar parçeyan û ji hemî olên Kurdistanê xelk beşdar bûne. Navenda Revenda (Diasporaya) Kurd xwe ji bo hemû Kurdên ku li diasporayê dijîn wek sîwan dihesibîne û armanca wê yekrêziya hemî kesayetiyên zana, federasyon, komeleyên sivîl û çalakvanên navdar e û piştevanê wan e.

Bi rastî, tiştê ku vê navendê di demeke kurt de kir, tu hêzek sivîl nikarîbû vê yekê heya niha di asta Ewropayê de bi dest bixe, ji ber vê yekê divê Kurdên diasporayê li dora vê navendê bicivin û pê re bixebitin ji ber ku sîstema navendê nû ye û modeleke serkeftî daniye ber xwe. Ew ê di pêşerojê de bandorê li civat û polîtîkayên wan welatan bike ku navend lê hatine damezrandin.

Bê guman, gelek kom hene ku îdîa dikin ku ew nûnertiya Kurdên li diasporayê dikin û kesekî din qebûl nakin û wan hîn nekariye gavekê bi pêş ve biçin. Divê em Kurdên li derve hev qebûl bikin û bi hev re xebatê bikin ji bo gelê xwe. Me wek Navenda Revenda Kurd, qonaxa damezrandinê qedand û em ê di demeke nêzik de xebatên meydanî û dîplomatîk bimeşînin.

Em Kurdên diasporayê ji bo birêvebirina karûbarên civakî hewceyî saziyeke wek Navenda Revenda Kurd in ku di gelek astan de serkeftin bi dest xistiye ji bo ku bikaribe karûbarên civatê birêve bibe.

Ji bo vê yekê, divê em mîna gelên din xwedî li saziya xwe derkevin. Deriyê Navenda Revenda Kurd ji her kesê ku dixwaze beşdarî xizmeta gelê xwe yê li derve bike re vekiriye.