"Heta te ava paqij nedît, ava gemarî nerjîne"

Kurd24

Di sala 1925an de nivîskarê xelata Nobelê yê Îrlandî Bernard weha nîvîsî ye. “Heta te ava paqij nedît, ava gemarî nerjîne”. Dûre jî weha domandiye: ”Dema te ava paqij dît miheqeq ava gemarî birjîne û ji tevlîhevbûna wan agahdar bî.”

Tu dibêje qey camêr ev gotin ji bona kurdan û rêxistinên kurdan nivîsiye. Tu dibêje qey camêr li Kurdistanê jiyaye û ev gotina zêrîn ji bona kurdan û rêxistinên wan nivîsî ye. Ez bawer nakim heta niha gotineke weha xweş, sedî sed ku li bejna kurdan û rêxistinên wan tê kesekî din gotibin an nivîsîbin.

Her weha nebawer im kurdan xwe bi xwe jî tehlîleke weha kiribin. Divê em navaroka vê hinekî vekin da ku bikaribin rastiya vê ya li ser kurdan jî bibînin.

Partî û rêxistinên me ji sala 1965an û heta îro bi vekirina gelek partî û rêxistinên yên nehênî û yên eşkere heta roja îro hatine. Her damezrandinekê li gor xwe çend endam pêde kirine û li gor vê bi qasî hêz û teqata xwe jî kar kirine.

Dibe ku gelek karên hêja jî kiribin ku sedî sed li gor baweriyên xwe kirine. Ji vê re tu gotina me tune ye.  Demên 1960î de rewş bi awayekî, şert û mercên îro bi şiklekî din e. Helbet li gor wê demê partiyên hatibûn damezrandin, karê baş jî kirin.

Piştî derbasbûna salên heftê jî bi saya wan qadirên (kadro) berê û bi rêya ji hev ketin an hevdu neqebûlkirinê partiyên nû hatin damezrandin. Hemî partî jî nehênî bûn. Lê dîsa jî her yekê ji wan kar û xebatê ji bona azadiya gelê xwe dikirin. Heta vir jî temam e.

Lê piştî salên heftê li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê rewş, şert û mercên karên siyasî bi temamî hatin guhertin. Ji bîr, ray û fikrekî derbasî hin baweriyên nû bû. Divê êdî li gor vê dem û zemanî jî rêxistinên me xwe biguherandina da ku bikarîbana li gor demê karên siyasî bi rêve bibirana.

Ji sala 1980ê heta salên 1990î ji ber hêz û agirê darbeya 12 îlona 1980 hema bêjin tu karên siyasî nehat kirin, her weha di vê navberê de jî gelek tişt hatin guherandin. Lê bê dengî her berdewam bû.

Piştî sala 2000î hindik be jî dihat dîtin ku êdî kurdên bi salan bêdeng mabûn li cihê xwe qerimîbûn, tevgeriyan. Ev jî tiştekî baş bû. Ji ber ku êdî dihat dîtin ku tevgerê, xwe livand û ji nû de karê rêxistiniyê serê xwe bilind dikir.

Vê serbilindiyê jî ji qadirên salên 1960 û heta 1980ê bûn. Me ev jî li gor dem û şertan qebûl kir. Lê piştî vê jî divê êdî kesên me, kadirên kevn, kesên bi îdelojiyan serê wan tuje bû bûn, dev ji serokatî û rêvebiriya partî û rêxistinan berdabana.Yanî divê êdî ew ava gemarî bihata rijandin,

Li Bakurê Kurdistanê ev nehat kirin. Ev bû sebeba tevlihevkirina ava paqij û ya gemarî loma jî partî, rêxistin û tevger li Bakurê Kurdistanê bi pêşve neçûn.

Her ku ciwanek tevli partî an rêxistinekê dibûn, pêwîst bû ew li gor mezinên xwe yên mejî û serê wan bi îdelojiyan hatibûn dagirtinê tevbigeriyana. Tevgereke weha nedihat hesabê ciwanên li gor dem û zemên hatibûn perwerdekirinê. Ew ciwan bûn, li gor şert û mecên jiyana ku ew pê mezin bû bûn, hatibûn perwerdekirin.

Divê partî û rêxistinên me ew ciwanana weke dîtina ava paqij dîtibana û xwe ji serokatî û rêvebirtiya partî û dezgehan dûr xistibana. Bûbana aqilmendê tevgerên heyî. Ji ber ku tevger partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê pêşve neketin û nakevin. Ji ber ku ava gemarî û ya paqij tevli hev bû. Tevlihevbûna wan jî bû sedema ku êdî ava paqij nema.

Heta ku rewşa partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê weha be, wê tu pêşketin nebe. Heta ku sal mezin serê kaniyê bigirin û nehêlin an nexwazin ciwan serpereştiya partiya xwe bike, wê tu caran pêşketin jî nebe.

Careke serê xwe rakin û li rewşa Bakurê Kurdistanê binêrin û bibînin ku bê rewş çawa ye. Di hemî civîn, konferansan û di xwe pêşandanan de em tenê porsipiyan dibînin. Heta ku rêber û pêşkêşê me jî ew bin, em ê jî bi sernekevin di bin dagirkeriya desthilata tirkan de binalin.

Serketin bi xwîna taze, bi kadirên ciwan, zîrek û zane dibe. Lê niha serokatiya piraniya partiyên me yên Bakurê Kurdistanê ji wan kesên bi fikir û ramanên salên 1970-80 mejiyên wan hatine dagirkirin, dagirtîn in, temenê wan bi ser şêstî û heftê ketiye û li gor vî temenî jî nikarin fikrên taze biafirînin, lê her serok û berpirs jî ew in. Ew dem û ev dem, ew qadir (kadro) û ciwanên dilsozên gelê xwe yên îro nikarin li hev bikin. Ya tê bibe pêgirt û mirîdên wan salmezinan ya jî tê li derveyê karê rêxistinê yê bimîne ku îro rewşa ciwanên me jî ev e.

Loma pêwîst e em partî û rêxistinên me wê ava gemarî birjînin, ji ber ku pêwîstî bi ava paqij heye. Heta ku ev nebe, em ê her di salên 1960- 80 de bijîn û em ê nikaribin tasek ava paqij vexwin…