Ji serhildana Kurdên binxetê heta îro çi di destê me de ma?

Kurd24

Li rojhilata navîn şerên stratejiyên bo berjewendiyên navdewletî û herêmî her berdewam e. Civîn li ser cîvînan çêdibin, hatûçûyeke zêde heye. Tişta diqewime dizaynkirina siyasî û aborî stratejîk ya herêmê ye. Piştî şerên cîhanê 1. û 2. jî wisa bû.

Piştî şerê 1. împaratorî hilweşiyan netew-dewlet hatin avakirin. Piştî şerê 2. ji xeynê damezirandina dewleta Îsraîl sînor nehatin guhertin. Piştî van her du qonaxên dîrokî jî xelkê herî qedîm yê deverê miletê Kurd tiştekî bi dest neanî, ew man bindest, bê dewlet û ji xeynê başûrê Kurdistanê mane bê nasname jî. Îtîrafekî fermî, navdewletî bi nasnameya wan a gelî jî nehat kirin.

Di dîroka siyasî ya cîhanê de ji roja 9.11.1989 (rûxandina dîwarê Berlînê) vir de qonaxeke nû dest pê kir. Ji şerê kendavê 1991 (Golf) pê de ev pêvejoya guherînê derbasî Rojhilata Navîn bû û heta îro berdewam e.

Di vê qonaxê de Kurdan li başûrê welatê me destkeftiyên zêrînî bi dest anîn. Ev destkeftinên me heta sala 2005an defacto bû. Ji sala 2005an vir de ev destkeftî bi pejirandina zagona bingehîn (destûra) Iraqa federal û bi piştevaniya navdewletî gîha rewşa de jura. Yanî miletê Kurdistanê li ser axa xwe bi yasayî û bi rewatiyeke siyasî û dîplomasî bû xwedî rêvebiriya xwe. Digel hemî kurt û kêmasî û zehmetiyan ve û her wisa digel hêrîş û metirsiyên ji dorber, Rêvebiriya Herêma Kurdistanê-Iraq wekî dewletekî defacto xwe rê ve dibe û destûrî ye û rewa ye. Ji bo wê îtîrafekî navdewletî berfereh heye. Jimara nûneriyên diplomatîk li paytextê Kurdistanê Hewlêrê nîşan û diyardeya vê rewşê ye. Temenê van destkeftiyên me sala bê 30 salên xwe temam dike. Vêca dijminên me bi hemî hêza xwe lê kar dikin ku vê rêvebiriyê têk bidin. Rêvebiriya Herêmê xwe diparêze û hewl dide prosesa dewletbûnê bihêz bike. Mixabin hinek Kurd bi têra xwe qedr û qîmeta vê destkeftiyê nizanin, hinek Kurd jî (PKK) hêj îtîrafê pê nakin, heta li xerakirina wê kar dikin! Ev jî xeflet e, pêçiyan di çavên xwe de kirin e, rûreşî ye. Rejîmên dorber ji vê nelehevbûna Kurdan qenc îstîfade dikin.

Em werin destkeftiyên me li rojavayê welatê me.

Demê ez li vî beşî difikirim. Serhildana 12ê Adara 2004an a Kurdên vî perçeyê welatê me derbas bû li ber çavên min wekî şerîtê filmekî.

Kurdên binêxetê ji ber provokasyonekî li seha leyistikê li Qamişlo di serî hildan û di nav çend rojan de ji Andîwerê û Dêrika Hemo heta Bilbiliyê, Cindirisê, Efrînê azad kirin. Xebatkarên dewletê ketin malên xwe û daîreyên xwe, herêmên Kurdan seranser ket bin destê Kurdan. Lê tevgera kurdî jê re ne amade bû serpereştiyê bike û rewşa navdewletî û herêmî jî dest ne dida ku ev şoreş bikare derbasî pêvajoya xwerêvebiriyekî bibe. Ew şoreş vemirî. Rejîma Baasê hêrîş kir, gelekî kesên çalak derdest kirin, derbeyekî li tevgerê da. Zilma rejîmê û rewşa “bêdengiyê” heta “Bihara Erebî” domand.

Sala 2011ê xelkê me yê rojavayê welat careke din dest bi xwepênîşandanan kir û li herêmê serdest bû. Rejîm ji xwe lawaz bûbû, li gelekî deveran komên muxalif kontrolê dikir. Rejîma Baas bi navçîtiya hevbendê xwe ya stratejîk rejîma Îranê, bi lihevkirineke nehînî kontrola herêmên Kurdan spart PKK-PYDê. Vêca Kurd ji hevdû ketin, bûn çend bend. Başûrê Kurdistanê gelekî hewldanan kir daku li Rojavayê Kurdistanê yekhelwestiyeke siyasî pêk werê. Peymana Hewlêr 1, 2, lihevkirina lêvegera Duhokê tên zanîn.

Mixabin ev hemî hewldan serî negirtin. Ji ber ku aliyekî PYDê bi rejîma Baasê û rejîma Îranê re di peywendiyeke ne fermî de bû û nedikarî xwe ji wê eniyê dûr bixin. ENKS jî perçeyekî bû ji muxalifên din ku Amerîka, dewletên rojavayî û Tirkiyê alîkariya wan dikir. Heta sala 2015an gelekî hewldan çêbûn, lê PYDê xwe ji aliyê Îranê û rejîma Sûriyê neda paş û ENKS jî ma di nav “muarezê” de. Ev rewş heta îro jî berdewam e. Mixabin hêj yekhelwestiyeke kurdî û Kurdistanî di nav hêzên kurdî de pêknehatiye. Ferq û cudahî di nabeyna proje û bernameyên wan ên siyasî de jî heye. ENKS û hin hêzên din modelekî wekî başûrê Kurdistanê diparêzin û dixwazin di destûra nû ya Sûriyê de statuyeke xwerêvebiriyê bi nav û nasnameya Kurdistanî pêk werê, PYD gelekî behsa statuyê dike, gotar û belgenameyên wan de bi têra xwe gotina demokratîk û xweseriyê jî derbas dibe lê xwe ji behsa Kurd û Kurdistanê dûr dihêlin, dijayetiya dewletbûnê dikin. Ji xwe navê rêvebiriya wan jî “Xweseriya bakurê rojhilatê Suriyê” bi nav dikin.

Bi kurt û kurmancî, li rojavayê Kurdistanê yekrêziyeke netewî niştîmanî, bi gotineke din yekhelwestiyekî kurdewar û Kurdistanî tune ye. Aliyekî (PYD) ku ser erdê xwedî biryar e, ji sedemên hizrî û îdeolojîk vê yekê naxwaze. Her cara ku danûstandin ber bi lihevhatineke Kurdistanî biçe, destêwerdan çêdibin ji aliyê rejîma Îranê û rejîma Şamê ve.

Tirkiye jî naxwaze hêzên Kurdî ji bo statuyeke wekî li başûrê Kurdistanê li hev bikin. Ew jî dibêjin: “Me li Iraqê şaşiyekî kir, lê em vê şaşiyê dubare nakin û rê nadin Sûriyê jî tiştekî wisa çêbibe.” Şam û Tehran jî wisa difikirin. Lê kar dikin, kengî statuya destûrî li Iraqê ji destê Kurdan derbixin. Yek ji armancên wan ên sereke ev e. Eger ev derfet li Iraqê bi destê hêzên ser bi Hîlalê Şîa bikeve, dê yekser van biryaran bigrin û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê (KRG) bifetisînin.

Ne hewce ye em li vê derê berferehî bahsa planên êrîşkar bikin yên heta nuha qewimîn û yên wek metirsî li pêş me ne. Kesên hinekî haya wan ji rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê hebe û xwedî wijdan bin, dizanin ku dijminên doza Kurdistanê çi fêlbazî û leyistikan digerînin. Hemî armanca wan ew e, sînorên dewletên heyî neyê guhertin statukoya Rojhilata Navîn bimîne wekî xwe, yanî dewletekî bi navê Kurdistanê neyê damezirandin. Ev jî kilîta statukoya siyasî ye li Rojhilata Navîn.

Mixabin wisa xuyaye, dewletên zilhêz jî wisa difikirin. Rûsya ji xwe, ne demê Yekitiya Sovyetan û ne jî îro qet xwe nêzî vê projeyê nake. Siyaseta wan herî zêde ew e: Kurd bila li van dewletan bigihîn mafên bingehîn! Amerîka ji fikra dewletekî serbixwe ra ne asteng bû, lê hinek ji me Kurdan dahula bê dewletbûnê lêdidin. Hêzên navdewletî van helwestan ji xwe re dikin hincet ku “hesasiyetên” dewletên dorber bêhtir bi girîngî li qelem bidin. Dema em xwedî stratejiyeke neteweyî niştîmanî nebin, bo çi dewletên din berjewendiyên xwe bixin ber metirsiyan?!

Îroroj Suriye û rojavayê Kurdistanê ser masê ye. Dê li “binêxetê” çi bibe, hê jî ne diyar e. Gelo emê bikarin van destkeftiyên xwe wek statuyekî, bi şêweyê xwerêvebiriyekî warê yasayî (zagonî) de misoger (garantî) bikin, an dê belayekî wekî devera Çiyayê Kurmênc, Girê Spî û Serê Kaniyê bi serê me were?

Kilîtê vê pirsê destê Kurdan de ye. Kurd yekhelwest û yekrêz bin dê karibin destkeftiyan misoger bikin, berovajî riyeke asê ye û bi tehlûke ye.

Biryar di destê Kurdan de ye. Piştî em têk herin, “ax û wax” ne çare ye.

Ji xwe pirs ev e: ji serhildana 2004an heta îro me çi bi dest anî û çi di destê me da ma?

Tehlûkeyên li pêşiya me jî diyar in. Hatina Tirkan jî malxopanî ye û bê îtîraf û bê pejirandinekî destûrî hatina rejîma Sûriyê jî dagîrkeriyeke ji nûve ye.

Rojavayê Kurdistanê here, başûrê Kurdistanê jî qels dibe. Dê gav bi gav hemî destkeftiyên me bikevin ber tehlûkeyê. Dibe ku em di vê qonaxa dîrokî de jî bimînin êtîmên gerdûnê! Bê maf, bê dewlet û bê nasname.

Kurd vê dixwazin?

Kî ji vê pirsê dibêje NA, bila demildest lê kar bike ku li rojavayê Kurdistanê yekhelwestiya siyasî û yekrêziya civakî û aşitiya navxweyî pêk were. Heta Kurd gorên hevdu bikolin, hewcedarî bi dijminan tune!