Al namûs e

Kurd24

Dixwazim bêjim ku ew kesên li dij ala xwe bin, hebûna wê qebûl neke, wê ala pîroz ku temsîla miletê kurd dike, bixe binê nigê xwe, ev tê wê watayê ku wan kesana miletekî dixin bin nigên xwe.

Ew kurdên ala kurdî ku temsîla hemî miletê kurd e, qebûl neke, divê mirov bizanibe bi wan re kêmaniya netewebûnê heye. Wana dibe ku cahş bin. Dibe ku wana ji teref dagirkeran ve hatibin kirîn da ku hêjayiyên gelê me binpê bikin.

Di nava her milet û dewletên cîhanê de al xeta sor e. Yên di bin wê alê de dijîn, hez bikin nekin divê bê hurmetiyan li hember wê neke. Lê, vê bê humetiyê serê xwe li başûrê Kurdistanê ango li Kurdistana azad, rakir. Heger ew serî nepellixe wê roj bi roj ev ê zêdetir bibe, dem û dewran wê bê ku êdî mirovê nikaribe pêşî li kiryarên weha qirêj bigire

Di hemî welatên cîhanê de desthilat û mixalîf ango dijber hene. Desthilat û dijberên hev ji bona xatirê desghilatiyê dikarin her tiştekî ji hevre bêjin, hevdu rexne bikin, gotinên ne li rê dikarin ji hev re bêjin, lê ji herdu aliyan de jî kes ala xwe naxe bin nigê xwe

Kesên ku ew al xistin bin nigê xwe, hûn bizanibin wana gelê xwe jî ango gelê bi wê alê bawer in jî dixin bin nigê xwe.

Niha em hemî dizanin ku Kurdistan di çi rewşê de ye. Em hemî dizanin ku gelek kêmanî, şaşî û hin tiştên ne li rê jî dikare bibe. Ji bona pêşî li her xerabî û ne aramiyê bê girtin divê ew milet berê bibe dewlet.

Ji bona ku em jî bibin dewlet, em dikarn hevdu rexne bikin, ji hev ne razî bin, weke hev tevnegerin û gelek tiştên din. Lê kes nikare ala miletekî, sembola hebûn nebûna xelkekî binpê bike.

Em dizanin û dibînin ku hukumeta herêma Kurdistanê dixwaze hemî problemên xwe, kêmanî û şaşiyên dibin, bi rêyên aşîtane û demokratîk çareser bike. Helbet ev biryar û helwesteke girîng û pîroz e.

Lê divê ew dewlet, ew hukumet xwedî qanûn be ku hin kes destdirêjayîya sembola kurdbûnê bike divê neyê qebûlkirin. Nabe ku destên tarî, sembolên neteweya kurd binpê bikin. Kî dibe bila bibin heger kesên weha nayên cezakirinê, ev ê bibe adet ku kî/ê aciz bibe wê ala gelê kurd binpê bikin. Divê ev neyê qebûlkirin.

Ew al temsîl û sembola hemî kurdên li Kurdisanê û li cihanê dijîn e. Nabe hin kesên qirêj tevayiya kurdan binpê bikin.

Loma daxwaza min ji hukumeta herêma Kurdistanê ew e ku zûtirîn demê divê qanûnekê derxin, eşkere û zelal bikin ku ew lepên tarî ku sembol û hêjayiyên gelê me binpê bikin, wê bikevin zîndanê û cezayê herî giran li wan bê birînê.

Li vê cîhanê tu milet ala xwe binpê nakin, dikarin li dij hev bin, ji hev nexweş bin, ji bona deshilatiyê li dij hev bin, lê nabe û divê sûc be ku kesên destdirêjiya sembolên neteweyî bikin.

Ya herî girîng jî divê xelkê kurd bi xwe jî xwedî li vê sembola xwe, li ala xwe derkevin. Divê ew bi xwe jî li hember kesên destdirêjiya nirxin neteweyî bikin, bê helwest nemînin. Ala Kurdistanê ne tenê ala hukumetê ye. Ew al ala gelê kurd e ku kurd bi wê têna nasîn. Bi saya wê hebûna xwe diparêze.

Divê ew kesên li hember ala kurdî bê rêzî kirin û yên wê bikin, bê sûç nemînin. Sûçê vê jî divê ji ê mêrkujiyê jî girantir be. Ji ber ku tu ne mêrekî dikuje tu xelkekî binpê dike.

Kurdno!

Divê em hemî bi hevre xwedî li nirxên xwe derkevin, heger îro em vê nekin, sibê wê di malên me de jî destdirêjahiya namûsa me bikin û ji bona nehiştina kurdan wê tiştên herî xerab jî bikin. Ji bîr nekin bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye.

Kurdno ji bîr nekin,

Al namûs e, al welat e, al azadî ye, al xwenasî ye. Divê bi tu awayî neyê qebûlkirin ku hin kes wê bixin bin nigên xwe. Li hember bûyerên weha divê hukumet bi erka xwe ve rabe. Ya na wê êdî pêşî li bûyerên weha qirêj neyê girtin.