Ciwanên Bakurê Kurdistanê di Newrozê de kolan û meydan bi al û sembolên netewî xemilandin

Kurd24

Ciwanin Kurdistana-Tirkî di pîrozkirina Newroza 2022an de, dîsa li bajarê Amed bi niştîmanperwerî û hez û hestên berz ala pîroz a Netewî  ber bi jor ve bilind kirin û bi wêneyên serwer û rêberên me, kolanan xemilandin. Çend hêja ne ku li ser dest û tiliyên wan bakurê welat piştî êş û nexweşiyek dûr û kûr dikene û konê şîniyê diçirîne û dîsa Gulîstan û Gul û daristanên Amed , Mêrdîn, Wan, Şernex, Sêrt û Cizîr  bi barana ji tavên Şoreşiyê têne avdan, û li ser Ciya û deştên bakurê welat,  li ser lat û zinarên wê, bost bi bost bi tîpên zêrîn navê xwe di nivîsînin û dibêjin va em hene, Omîd û hêvî vegerandin û gelek kêfxweşî belav kirin ji bo pêşerojê.

Gava Ciwanên Kurdên Bakurê Kurdistanê serkeftinek bû ku armanc û plansazên nemana netewa Kurdî li wî parçeyî gurr kir, û bû hewldan ji bo avakirina nifşekî dilsoz û resen. Çawa ji kela Amed heya Barzana berxwedanê, ji Peravê dicle û Ferat bo xup-xupa ava çem û cobarên Mehabata birîndar, ji Newroza 2022an bo Şoreşa Elûnê û Pêşmergeyên dilêr, di sînga asmanê welat deng vedan û li hev vedigere û her tişt bi kurdî axivî di bin siya Ala netewî de.

Bi dîdariya herî mezin, serê sibeha Newrozê ve ketine rê û cadeyan da careke din li kolanan govendê bigerînin û Ala xwe hembêz bikin û girîngiyeke mezin pê dan, û li qada Newrozê jî Al di aheng û coş li asta herî bilind bû.

CNK, di kêleka berevanîkirin ji mafên xwe yên rewa, xwedan roleke girîng in û berçav jî bûye bo pêşdebirina zanayî û wekhevî û diyar kirin ku tim wê berdwam bin li ser xebatê bo parastin û bergirîkirin  di ber netewa xwe de, û bi ti awayî jî ne amade ye di bin ti zextekê de ku Ala xwe biruxînin an jî dev ji xwestek û daxwazên xwe yên rewa berdin.

Bijî ciwanên netewî yên Kurdistan, bijî ked û hizra we