Şebçirax.. Romana Melayê Cizîrî

Kurd24

Mela, alim u şairekî Kurd ê sedsala XVIan e. Mela, di wêje u edebiyata Kurdî de ji hêla ilm u îrfan, êşq û evînê rawest û qonaxeke girîng e. Li ser edet u tedrîsata medreseyên Kurdistanê xwendiye. Bi tevî rastnivîsa erebî, ji edebiyata wê li ser belexat, meanî, xitabet û hwd. jî tehsila xwe kiriye. Digel her zaravayên Kurdî, Erebî, Farisî û Osmanî jî dizan e. Mela digel ilûmê dîn û ziman ilmê tesewufê ji xwendiye. Dîsa di berhemên xwe de ji ber ku behsa İbnî Sîna, Hîpokrat, Xellacê Mensûr, Şêxê Senan û hwd. kesayetan dide;  têgehên ilmî yên ku girîng û menekûrin bikartîne û berhemên ilmî ku ji wan îstîfade dike fehm dibe ku Mela, digel ilmê tesewufê li ser ilûmê felsefe, tarîx, Fiqih, astronomî u estetîkê jî wiqûfiyeta wî heye. Ew hem hosta û seydayê dil e hem jî li medrese û mekteban yek muderrîs e. Mela li ber sûfîtîya xwe feylesoftîya wî jî ber bi çav e.

Mela bi tevî van xisûsîyetên xwe netîce ew şairekî mezin e. Ew şairê aşiqan e. Dîwana wî di ziman u wêjeya Kurdî de şaheserek e. Hafizê Şîrazî çi be, Mewlanayê Romî çi be, ji bo Kurdan jî Mela ew e.

Mela ji bo Kurdistanê u cihanê teva talîh û siûdeke ronî ye. Ew bo me menba u gencîneya pesn û şanazîyê ye. Li ser nexşeya şiirê xet û xaleke wek zuhrerengê ye. Şebçiraxa me ronîyê ji wî digre û hew vêdikeve. Rêya bextreşa, bi saya wî vedibe weka gulîzeran. Zulfên Nîşanî, li ser axa pîroz wek tîrejên rojê dirijên. Gava ew zulfan, li ber bayê li ba dibin weka perdê, dêma maşûqî ji paşê de diçirûs e, uyûnên wî weka şems u heyvê ronî didin der u dora xwe. Mela ayîneya qisset u jiyana gelê xwe ye. Di nêv gel da ew geh herf e geh nuqte ye. Mela hem Mem e hem Zîn e.  Ew gulê baxê îremê Bohtan e, şebçiraxê şebê Kurdistan e.

*Wêneyek li ber Medresa Sor, li pey şopa êşq u evîna Mela / Cizîra Bohtan
*Wêneyek li ber Medresa Sor, li pey şopa êşq u evîna Mela / Cizîra Bohtan

Bi tevî van agahîyan gava mizgînîya romanekî bi navê “Şebçirax” tê ber guhên meriv, wê gavê mirov celb û bala xwe tevayê dide ser wê mizgînîyê û bi çavgirtî dide pey şûn u şopa wê.

Romana Şebçirax, demeke berê ji weşana Nûbiharê weşiya û li dezgehên pirtukfiroşan konê  xwe danî. Niha li ber hêviya xwînerên xwe ye. Roman ji 159 rûpelan pêk tê. Nivîskara wê Gulistan Çoban Xanim, seeta wê xweş... Şebçirax; bi nav u sewt, mijar u berga xwe meyl û bala xwîner ber bi xwe de ba dide. Ji wê belê hêvî û bendewarî ya xwîner jî pê zêde ye.

Şebçirax romaneke biyografîk e. Jiyan û serpêhatiya Melayê Cizîrî, Şexê Şairan bi hostatî vedihûne û dide ber çavan. Di romanê de qisse, bi mersela kewgirekî destpê dike, bi qewl û gotina sebîyekî bextreş jî bidawî dibe: “Ez… Ez şebçiraxan vêdixim. Wê… Wê Melayê Cizîrî bê u dîwanê li dar xe.” Ev gotin bi ceger û mêlakan digre, xwe li dorê dibe tîne, canê nazik diguvişîne û şînê dide ber singan. Wê wextê hêsir ji çavan wekî baranekî boş xwe dibarînin jêrzemîna hestan. Nivîskar, destê Ehmedê biçûk digre, li ser kolanên xortanîya wî ya bedew û welûd digerîne û li qonaxa yêxtîyarîya wî ya qedem dike mêvan. Xwîner jî li vê ger u geştê dibe rêheval. Hikayetê bi pêlen Dîcleyê ve xwe pêçaye, diherike u her diçe ber bi kûrahiya şevê, xwîner jî pê re…

Şebçirax, di warê xwe de romaneke yekane u xweser e. Lewra dibe ku meriv bêje, romaneke bi vî rengî di warê romannivîsa Kurdî Kurmancî de cihekî xurt dagirtîye û qedrê wê li cîh e, bilind e. Bêguman nav u mijara romanê xweş li hev tên. Roman, jîyana Melayî bi şêwe û uslûbeke resen qisset dike. Zimanê wê rewan, teşeya wê xurt, hikayeta wê têr û tije ye. Vegotin û çîroksazîya wê gelek balkêş e, hîn di serî de xwînerî/ê xwe bi xwe ve girê dide û dibe qulzemên bê binî, digerîne. Teşeya bûyerê hevgirtî û lihevkirî ye. Çîrok bi rêkupêk diherike. Zeman û mekân hevudin xurt dipêçin. Di nav diyalogan de karakter û lehengên wê her yek li cihê xwe xuya ne, tevlihevî nînin. Sêwir û çavdêrîyên romanê rengînin û li ser zewqekî taybet diherikin. Ji hêla dîtbarî û teswîrê jî xwînerê/a xwe dixe cezbeyê. Li hêla din nivîskar, di nav çîrokê de xweş cih daye riste û beytên Mela. Ev yek temeke cuda dide ber dilê xwînerî/ê.

Roman ji serî heta binî behsa heqîqeta Mela dike. Mela gava berê xwe ji êşqa xwe ya mecazî dide ser êşqa heqîqî, xwîner bihna xwe li wêrê vedide u hay jê dibe ku ji qisseya Mela hîsse çi ye. Li ser şik u guman nîne ku Mela, bitevayîya heqîqeta xwe di nava herfan de tucarî tam bi cih nabe. Loma ger em bêjin ku romana ber destê me ji jîyan, derûnî û kûrahiya êşqa Mela kulmek av e ji behrê, wê xeletî çê nebe.  

Hasil, li ser navê xwe ji weşana romaneke wisa ez pir bextewar im. Bila bextê wê xweş, xwîner û mustefîdên wê pir bin.