Siyaseta Kurdan û Zimanê Kurdî

Kurd24

Li Bakurê Kurdistanê û di nav sînorên Tirkiyê de, polîtîkaya serekî û bingehîn ji bo sikutkirina zimanê Kurdî hatiye danîn û bi destûra bingehîn jî ew zext û fişar hatine sepandin. Di destûra Tirkiyê de, hemû xalên ku bi nirx û pîvanên peymanên gerdûnî û navneteweyî ve nakok in, bi polîtîkaya Kurdî û Kurd ve girêdayî ne. Komara ku ji aliyê Mistefa Kemal û qadroyên Kuvayî Mîlî yên Tirk ve hat çêkirin de, yekperestiyeke ku înkar û îmhaya hemû rengên cuda dikir, wek çand bi berdewam hatiye hunandin. Kurdî wek dijminê sereke hatiye bijartin ku ew jî tê wateya ku Kurd û Kurdistan ji bo wê pergala yekperest û bê tehemul, wek metirsî û gefa serekî bê dîtin. 

Pergala li Tirkiyê, çiqas bi pergal, bê tehemul, hêstewar û bi hûrgulî li dijî Kurdî hatibe danîn, siyaseta Kurd heta 15-20 salên dawî jî, li dijî wan polîtîkayan û ji wê hasasiyetê dûr maye yan jî, bi qasî pêwist girîngî nedaye zimanê Kurdî. Dîsa helwestên ku hatine nîşandan jî sînordar mane. Loma jî Kurdî her diçe ber bi xetereyên mezintir ve diçe.

Tam li vê xalê ciyê hêvî û destxweşiyê ye ku di her serdemê de jî rewşenbîr û nivîskarên Kurd hene ku li hember wê polîtîkaya bingehîn ya Komara Tirkiyê, hewla têgihiştina civakî û peydakirina hestewariyeke ji parastin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî dane. Lê gelek caran sînordar mane û ew hewlên wan hatine tepisandin. Îro li Tirkiyê, her çiqas hebûna mafên dersên bijarde yên bi zimanê zikmakî, li zaningehan vekirina beşên Kurdî û weşanên ku bi TRT Kurdî tên kirin,  girîng bin jî; di destûra bingehîn de, ev gav û mafên heyî jî nehatine danîn û nasîn.

Ji sala 2011’an ve bi taybet jî, helwestên ku ji bo dersên bijarde tê nîşandan jî, diyar dike ku ji aliyê hikûmet û dewleta Tirkiyê ve ew gav hatibin avêtin jî, hêj jî polîtîkayeke li dijî Kurdî berdewam dike. Loma jî, peywir û berpisryarî ye ku van maf û derfetên Kurdî yên heyî, bên parastin û girîngî pê bê dayîn, da ku bên bipêşxistin û wek destûrî jî bên garantîkirin.

Niha ev pirs elzem dibe ku madem dewlet li dijî Kurdî ye, wê demê çima wan gavan avêt? Ew gav di kêliya ku Tirkiyê hewla hemahengî bi endambûyîna Yekîtîya Ewropayê re dida de hatin avêtin, lê polîtîkaya berdewam wisa nehatin meşandin. Em dikarin di mînakên ku li Tirkiyê, salane ji bo pêwistiya bi milyonan zarokên Kurd, tenê  2-3 mamoste erkdarkirinê de, dîsa ji bo ku zarokên Kurd, Kurdî hilnebijêrin, li rêvebirên dibîsatanan pêkutiyên ku tên kirin de û di qanûn û destûran de cîh nedayîna van mafên ku hatine pejirandin jî, bibînin ku li hember Kurdî, polîkayên çewa tên meşandin.

Ziman di dîrokê de, nîşaneya  pênase û damara hebûnê ye. Kes, gel û erdnîgarî bi zimanên xwe pênaseya xwe dikin. Kurd û Kurdistan jî pênaseyên xwe ji zimanê Kurdî dikin û loma jî, rizgariya gel û welat, bi rizgariya ziman ve;  serkeftin û pêşketinên gel û welatan jî bi pêşketin û qewîbûna ziman ve girêdayî ne. Yanî dijminahiya Kurdî, ji bo xêrnexwazan dijminahiyeke bê wate nîne, lê sersarî û bê pergaliya Kurdan a li hember zimanê xwe, bi taybet jî sersariya siyasetmedarên Kurd, karesateke mezin e ku tarîfkirin û îzahkirina wê, ji bo min zehmet e.

Di salên dawî de, bi pêşengiya saziyên ziman, girîngîdana zimanê Kurdî, hêjayî destxweşiyê ye, lê bi dehan milyon Kurd, ji hebûna xwe û girîngiya damara hebûna xwe, bê hay in û ev jî nîşan dide ku ji karên ku hatine kirin û tên kirin, gelek zêdetir pêwistî bi karên din heye ku bên kirin, ev jî di serî de berpirsyariya siyaset û siyasetmedarên Kurd e ku zimanê Kurdî û mafên zimanê xwe, ji xwe re bikin refenransa sereke.

Melûm e ku em çiqas behsa girîngiya ziman bikin, dê besî girîgiya wê ya bêsînor neke, lê pêwistiya hişyariyeke zêdetir ji bo parastina Kurdî jî, gavên lezgîn û bihêz yên nû jî mîsoger e.