Rêbaza Mela Mistafa Berzanî rêbaza çareseriya miletê Kurd e

Kurd24

Rêberê nemir ê miletê Kurd Mela Mistefa Berzanî, berî 44 salan ji nav Kurdan koç kir û çû ser heqîya xwe.

Rêzdar Berzanî, di 76 sal jîyana xwe de her tim dilê xwe da ber dilê Kurdistanê û di rêya azadîya Kurdistanê de, bê sekin û seqar, bi şev û roj, li deşt û çiya û zozanên Kurdistanê di sengerên parastina can û mal û şerefa Kurdan de cîh girt û heta axirîn nefesa xwe, tekoşîna rizgarîya Kurdistanê bi mêrxasî meşand.

Berzanî ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê û kela têkoşerîyê ye. Lewraye ku navê Berzanî di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatîye nivsandin.

Mela Mistefa Berzanî sala 1903’ê de hate dinyayê. Ew hê du salî bû di sala 1905 an de, bi dayîka xwe re hate girtin û kete hepsa Diyarbekir. Mela Mistefa pişti du salan di çar salîya temenê xwe de li Mûsilê disa kete hepsê. Berzani, cara diduyan di 29 salîya xwe de cereke din li Türkiyê, 1932 yan de, hate hepis kirin û du sal ma girtî. Sala 1919 yan çû hewara Şêx Mehmudê Berzencî. Berzanî sala 1920’an de bi Şêx Seid re pêwendî danî. Di sala 1930’yan de, xwe geyande çîyayê araratê û dest da destê İhsan Nûrî Paşa.

Berzanî, di sala 1946 an de dema ku li Mehabadê Komara Kurdistanê ava bû di gel hêza Pêşmergan vekişîya Mehabadê û bi biryara hikumeta Komara Kurdistanê bû Fermanderê Giştî yê Leşkerên Kurdistanê. Piştî ku komara Kurdistanê hilweşîya, Berzanî derbasî Rûsyayê bû û demeke dirêj li wir ma. Sala 1958 an ku dema ku li Iraqê Evdilkerim Qasim hate ser kar, Berzanî 6’ê Êlûna sala 1958’an vegerîya Bexdayê. Hikumeta Evdilkerîm Qasim xweserîya Kurdistanê ilan kir û Berzanî bi şêweyek fermî wek nûnerê Kurdistanê qebul kir. Mixabin ku ev dem jî zêde ne ajot. Berzanî careke din berê xwe da çîya û dest bi şerê çekdarî kir.

Her wiha sala 1970î, roja 1’ê adarê bû destpêka baharek nû ji bo gelê Kurdistanê. Xweserîya Kurdistanê careke din hate naskirin. Ev serketinek bi coş bu û di vê encamê de marifetên Berzanî nayê jibîr kirin.

Mixabİn ku pişti peymana Iraq û Rusyayê, xweserîya Kurdistanê careke din têkçû û gelê Kurdistanê koçebar bû, kete nava zilm û zordarîyek bêhempa.

Berzanî rêveberîya gelê xwe di van mercan de jî meşand û di dilê gelê Kurd de bû wekhêvîyek. Bi peymana Cezayir ji Berzanî serê xwe ne tewand û gelê Kurdistanê teslim nebû li ber xwe da.

Serhildana gelê a di bin serokatîya Mela Mistefa de, li Kurdistana başûr heta axirîn nefesa Berzanîyê nemir dewam kir.

Nemir Mela Mistefa sala 1979’an roja 1’ê Adarê jîyana xwe ji dest da û koçê dawî kir.

Berzanî, di dîroka Kurdan de navê berxwedan û serhildanê ye. Berzanî di mejî û fereseta Kurdan de efsaneyek e.

Berzanî kehle û binyata azadîya Kurdistanê ye.