Bavê Kal, Barzaniyê nemir, rênîşander û danerê rêbaza bêhempa û pak e

Kurd24

Mela Mistefa Barzaniyê nemir, rêberê gelê kurd, lêveger, xwediyê rêbaza pak û rûmet e, rêbaza ku ta niha bi hezaran ji şoreşger, tekoşer, xweragir, welatparêz, niştîmanperwer, xebatkar, gernas, leheng, qehreman, û cangoriyên pêşmergeyên hêja derxistine. Bavê netewa kurd, Bavê Kal, Mela Mistefa Barzaniyê nemir, ceneralê bihêz, plandaner, stiriyê di çavê neyaran de, di rojeke weke îro, 14ê Adara 1903yan ji dayîk bûye.

Di çarçoveya jiyana xwe de, tu carî di pêşkêşkirina piştevanî ji doza gelê xwe re nerawestiya û ne xemsar bû, berûvajî herdem ji dujminan re digot: Na, û serê xwe nediçemand. Li hember de, xwe kiribû qurbanî û cangoriyê welêt, bi pêşmergeyên xwe re pêşmerge bû, bi kalan re kal bû, bi ciwanan re ciwan bû, bi zarokan re zarok bû. Xwedî prensîp, rewişt, reftar û sincên nimûneyî bû, dikarî çawa seredariyê bi dostan re bike, û çawa bi dujminan re bike.

JIDAYÎKBÛNA BARZANIYÊ NEMIR

Di 14ê Adara 1903yan li devera Barzan ji dayîk bûye, îro 120 sal li ser jidayîkbûna Barzaniyê nemir re derbas dibin, lê hîn zindî û sax e, deskeftiyên ked û xebata wî niha berçav in, herdem di wê bîr û baweriyê de bû ku, stemkar û dîktator dê ji nav biçin û herin, lê gel dimîne û dê bimîne. Rêberekî bizava rêzgarîxwza kurdî bû bi dil û can berevanî dikir.

Yekem gava şoreşgerî pê rabûye sala 1919an de bû, tê de bû rêberê 300 ji xwebexşên pêşmerge da ku bibe piştevan ji şoreşa kurdan re, sala 1920an bi fermana biryarê xwe Şêx Ehmed, berê xwe da Bakurê Kurdistanê li wir jî bû piştgirê şoreşa Şêx Seîdê Pîran. Herweha bi birayê xwe Şêx Ehmed re beşdarî di şoreşê de kir. Di herdu salên 1931ê – 1932yan de, eniyê şer li Mêrge Sor – Şêrwan bi rê ve birin. Sala 1935an de, ji bo Silêmaniyê li ger birayê xwe Şêx Ehmed re hatine surginkirin, lê piştî çend salan di 1942yan de, berê xwe da Barzan dîsa dest bi şoreşê li dijî hikûmeta Îraqê ji 1943yan – 1945an kir.

Rast e çek, tank, top û teqemeniyên nû û serdemî tune bûn, lê vîn û viyana bihêz hebû, ew jî nihêniya serkeftina wê rêbaza pîroz e. Tu carî bêhevî nedima, li hember dijmin, lawaz nedibû, bêzarî nizanîbû, weke her rêberekî dîrokî navê xwe di pelikên spî di mêjoya cîhanî de tomar kir, weke şax û çiyakî serbilind, hezkiriyê tekoşîn û şoreşê ma, bi hezaran wane ji nifşên nû re hiştin.

KOMARA KURDISTANÊ

Wekû çawa di ji bo Bakurê Kurdistanê bi rê ket û pişt da şoreşa Şêx Seîd, di sala 1946an de, di merasîmên ragihandina komara Kurdistanê ya ku ji aliyê Qazî Muhemed ve li Rojhilatê Kurdistanê hatiye damezrandina amade bû, di wê komarê de bû fermandarê artêşê, pileya ceneral bi dest xwe ve xist. Di komarê de jî bi wefadarî xizmeta gelê kurd kir, lê mixabin ew komar bi tenê 11 mehan ber xwe da, ji aliyê rêjîma Îranê ve hate hilweşandin. Bi 500 pêşmergeyan re berê xwe li ser piyan dan Yekîtiya Sofiyat, 10 salan li wir man.

Di sederma Stalîn de, rastî gelek êş û azaran dihat, piştî ku Stalîn mir, di sala 1953yan de, rewşa wan hinekî baş bû, derbasî Ekadîmiya zimanan bû, û Abûrî û Erdnîgarî, zanist serbarî zimanê Rûsî xwendin.

VEGERA WELÊT

Sala 1958an de, hevdemê ragihandina komara Îraqê, Ebdulkerîm Qasim, serokê komara Îraqê, Barzaniyê nemir vexwendî welêt kir, pêşwaziyeke germ jê re hat kirin, danûstandin li ser mafê gelê kurd hatin kirin, pişnarên ku Qasim pêşkêş kirine, ne bi dilê Barzaniyê nemir bûn, bû sedema gurbûna rewşê, sala 1961ê de, Qasim operasyoneke leşkerî li ser devera Barzan encam da.

Di serdema Ebdulselam Arif de, rêkeftin li ser çareserkirina doza kurd hat kirin, sala 1964an de, mafên rewşenbîrî dana kurdan, lê nijadperestên ereb, ew yek ji nav bir, dîsa şer dest pê kir.

Piştî 9 salan, hikûmeta Îraqê neçar bû, rêkeftinekê îmze bike, di Adara 1970î de, danpêdanek fermî bi mafê gelê kurd kir, lê di sala 1975an de, rêjîma Basa Îraqê bi Îranê re rêkeftinek danî, tê de Şet Elereb da Îranê, li hember ku Îran piştevaniya xwe ji şoreşê re rawstîne. 1975an di rêya rêkeftina Cezaîr, de rêkeftina rêveberiya xweser ya kurdan pûç kirin.

JI GOTINÊN RÊBERÊ GELÊ KURD BARZANIYÊ NEMIR:

Em birayên azadîxwazan in.

Pêwîstiya me bi deshelatdariyeke demoqrat, dadperwer heye.

Ez serbilind im ku ez pêşmerge me ji bo azadiyê kar dikim.

Min soz daye ku çek û teqemeniya min dê dûşek û balgîva min bin, madam Kurdistan dagîr kiriye.

Eger hezkirina niştîman tawan e, ez rêberê tawanabaran im.

Tevger û şoreşên azadîxwaz di cîhanê de, bo azadiya gelan e.

Kurd ne koledarê kesekî ne, tekoşîna me bo azadiya gelê me ye.

Ez bi gelê xwe bawer im, û bi baweriya gelê xwe bi min, piştrast im.

Şer û ceng pistirîn bijarde ne.

Ez sûnd dixwim ku ji şer bêzar im, lê rêjîma Bas tu bijarde li pêş me ji bilî şer nehişt.

Ez bawer im ku em ê bi ser bikevin lê ji wê roja ku xebatkar werin bidûrxistin û paşguhxistin ditirsim.

Dibe ku ez Kurdistanê, azad nebînim lê, hûn ê bibînin.

Piştrast bin, serkeftin para me ye.

Hevgirtina dilan û pakiya wan mercên serekî ji serkeftinê re ne.

Gelê kurd ciwanên xwe kirine qurbanî ji bo hebû û mana xwe.

Tu carî min li deriyekî nedaya ku sûd û qezang ji doza kurdî re tune be.

Eger yek kurd jî li Kerkûkê nemîne, Kurkûk Kurdistanî ye.

Em ne dujminê ereban e, bi tenê mafê xwe dixwazin.

Kerkûk dilê Kurdistanê ye.

Divê pênûs û bîrûbûçûn û ol û bawerî azad bin.

KOÇA DAWÎ

Di sala 1979an de bi mebesta çareserkirinê berê xwe da Emerîkayê, li wê derê ji ber nexweşiya xwe li nexwşxaneya Corc Waşintun, koça dawî kir, termê wî yê pak bo Rojhilatê Kurdistanê hat veguhestin, li Şino hat spartin, sala 1991ê termê wî bi zêde xwe li Barzan hat veguhestin, ta niha bi sedê ji kurdan û her netewekê rû bi goristanê dikin.

Hilgirên rêbazê ji şoreşê bo Herêmeke azad û serfiraz

Ji bilî karê şoreşgerî di sala 1946an de Partiya Demoqratî Kurdistanê damezrand, jiyana siyasî li Başûrê welêt dest pê kir, ta niha ew partî bihêztirîn partî li ser asta Kurdistanê ye, û xemxwerê doza kurdî ye, ku bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî û niviyên Barzaniyê nemir herdu birêzan, Nêçîrvan û Mesrûr, proseya çespandina mafên gelê kurd di hêrêmeke azad û serfiraz berdewam e.