Li Ser Medya Kurdî Çend Têbînî

Kurd24

Di dîroka her miletî de, destkeftî û statuyên siyasî, li ser hemû geşepêdan û rûdanên pêkhateyên wî miletî bandorê dikin. Piştî şoreşa 1789’an a neteweperwerî ku li Fransayê destpê kir, Kurdan jî, li hember împaratorî û dewletên din bi dehan car serî hildabe jî, yekem car bi Komara Mahabadê, karîne netewe dewletekî ango statuyekî damezrînin ku bi mixabinî temenê wê jî 11 meh berdewam kiriye.

Helbet neteweyekî wek gelê Kurd ku aşiqî azadî û serxwebûn xwe ye; têkoşîna mafên xwe bê navber heta îro jî berdewam kiriye. Lê piştî Komara Kurdistan a Mahabadê, bi pêşengiya Generalê Komara Kurdisan a Mahabadê Mele Mistefa Barzanî yê Nemir, tovên statuyeke nû li Başûrê Kurdistanê ku îro xwedî statuya Herema Kurdistanê ye çand û niha bi wê statuyê Kurd, derfetên ku çand û dîroka welatê xwe hilberînin û bipêş bixin bidest xistine.

Bê guman di nasîn, danasîn û bipêşxistina nirxên gel û welatekî de rola medyayê, roleke girîng û serekî ye. Bi salên 1980’an ku weşanên medyayî yên satalytî (dersînorî-navneteweyî) li cîhanê belavbûn, bandora medyayê jî bi wê pêşketina medyayê re bandora xwe jî zêde kir û dike. Hêza medyayê ya bi bandor ewil ji aliyê siyasetmedaran û pisporan ve tê dîtin û li gel Destûrsazî, Rêvebirin û Darazê wek hêza 4emîn tê pênasekirin.

Bandor û hêza medyayê, êdî gelek caran ji wan hêzan jî pêşdetir tê nirxandin.

Kurd jî her ku rêxistinbûbûn, medya xwe jî bi wê rêxistinbûnê re saz kirine û berdewam kirine. A rastî, rêxistinbûn û medya 2 têgehên ku kîjan kîjanî mezin dike mirov gelek caran nikare ji hev derbixe ne.

Medya Kurdî jî, heta 9-10 salên dawî jî, zêdetir bi navgînên ragihandinê yên partiyên siyasî û komeleyên civakî hatiye hilberîn û berdewam kirin. Lê bi saya statuya li Herema Kurdistanê, lêgerînên bipêşxistina derfetên medya Kurdî, îro di nav geşepêdanan  de ye û medya Kurdî bi hêmanên navneteweyî re hemaheng cîhanê agahdar dike. Her çiqas medya Kurdî û civaka Kurd, di derbasbûna ji medya partî-zanî ber bi medya neteweyî û gerdûnî ve pirsgirêkan bijî jî, civaka Kurd medyayên pêşketî avakirine û civak jî her roj zêdetir berê xwe dide wan bergên firehtir.

Yanî êdî ciyê kêfxweşî û destxweşîyê ye ku medya Kurdî, pencereyên xwe yên cuda yên ji hizir û boçûnên cuda bi saziyên medyayî digihîne hev û derfetê nasîn û berewird kirina hemû rengên civaka xwe hildberîne û berdewam dike.

Ji Kovara Hawarê, Rojnameya Kurdistanê û heta niha her kar û xebatên ku ji bo çand û zimanê Kurdî hatine kirin û bi zimanê Kurdî hatine kirin ciyê dest xweşiyê ye û bi wê sayê jî îro medya Kurdî li gel kêmasiyên xwe amade ye ku bi nirx û pîvanên neteweperî û gerdûnî re hemaheniyê bike û xwe berdewam bike.

Loma jî ji niha û pêde jî pêwistî bi pêşxistin û mezinkirina medya Kurdî heye da ku civaka Kurd ji hêzeke xwe bêpar nemîne.

Roja rojnamegeriya Kurdî pîroz be.