Diyalektîk û Çerxana Têkdana Kurdan

Kurd24

Bizava jiyanê di diyalektîkê de, wek yekîtiya yan jî ‘yekgirtina hevrikiyan’ tê destnîşankirin û hevrikên hev, bi qasî ku bi hevre di nakokî û hevrikiyan de ne, hem wext jî hebûna xwe deyndarê hevdû ne. Yanî li hember reş - sipî, baş - nebaş, erênî - nerênî û hwd. hem hevrikên hev in û hem jî motîvasyona hebûn û berdewamiya hev in.

Felsefeya diyalektîkê ya yekgirtina hevrikiyan, di nav civakê de jî û helbet di saziya birêxistina jiyana civakî siyasete da jî; piresîb an jî pêgeheke ku divê hîç neyê jibîr kirin û li ber çav bê girtin e. Heger civak an jî kesayet li wan aliyên ku rikeberiya hev dikin, bi hişyariya ku ‘ew hem wext hevdû xwedî dikin û motîvasyona berdewama hev in.’ binihêrin û bi wê têgihiştinê jêderên xwe diyar bikin, dê bizavên civakî bi hûrguliyên xwe li ber çavan şênber bibin.

Îro li Tirkiyê, kodên pişaftin û entegrasyona Kurdan jî, li ser rikeberiya ‘têkoşîna dewletê li hember terorê’  tên kodkirin û bi wê rikeberiyê doza eslî ya gel û welatê Kurdan tê têkdan. Siyaseta ku bi şiyara serxwebûna Kurdistana yekser destbi rêxistinî û têkoşînê kiribû û niha nûnertiya serekî ya civaka bakur dike, carina rola pergala pişaftkar a dewleta Tirk didize û êdî pişaftin dibe otopişaftin (otoasîmilasyon). Ji ber ku teza li dijî pişaftinê, ziman û polîtîqayên xwe li gor entegrasyon û parastina wê pergalê dike; êdî  bi qasî ku bibe rikeberî teza pişaftinê, hişyariya civakî têk dibe û bereyên ku nûnertiya pişaftinê dike û bereyên ku nûnertiya otopişaftinê dike; rikeberiyeke nû  rêxistin dikin û bi her hal civaka Kurd ber bi pişaftin û entegrasyonê ve dibin.

Kes û rêxistinên ku li hember vê têkdan û têkçûnê ne jî, belawela ne û bi hevdû reşkirinê re bilî ne, beşek ji wan jî li hêviya derfetin ku; ‘çewa em jî dikarin di nav pergala pişaftin û otopişavtinê de postekî yan jî berjewendiyekî takekesî bidest bixin’ de ne.

Baş e ev rewş me ber bi ku ve dibe?

Wan têbiniyên li jor behskirî, di bangeşî û encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên parlamenterî û Serokkomariya Tirkiyê de û di 28’ê Gulanê gera duyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de; diyardeyên xwe nîşan dan.

Ji aliyekî Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ku %95 zêdetir dengên xwe ji dengdarê Kurd distîne û bi deh hezaran rêvebir û refdarên wê bi hênceta piştgiriya PKK’ê di girtîgehan de ne; bi navê Partiya Kesk a Çep ket hilbijartinan û di hilbijartinan de, polîtiqayên xwe li ser Tirkiyeyî bûne meşand û dîsa bi dehan çepgirên Tirkiyê li parlamentoya Tirkiyê, bi dengdêrên Kurd kirin parlamenter. Herdû bereyên din yên ku beşdarî hilbijartinê bûn jî, Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Milet jî, ji wê polîtîqaya HDP-YSPê wêrekî girtin û weka ku doza maf û azadiyên gelê Kurd li Tirkiyê tunebe, jinedîtîve hatî; deklarasyon û polîtîqayên xwe ji bo raya giştî ragihandin, bangeşiyên xwe kirin.

Yanî li hember têkdana Kurdan, polîtîqayeke ku hebûna Kurdan bike rikeberî di nav wan siyasetan de tunebû û entegrasyon û otoengrasyon li ser polîtîqayên neteweperestî û nijadperestiya Tirk di bangeşiyan de bilindbûn.

Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par bi daxwazên neteweyî yên gelê Kurd bangeşiya xwe; ji bo peydakirina rikeberiya hebûnê li dijî têkdanê da, ji bo çareseriya maf û azadiyên gelê Kurd û pirgirêkên din yên siyasî li Tirkiyê pergala federasyonê pêşniyar kir û bangeşiya xwe jî li ser maf û azadiyên rewa yên gelê Kurd meşand. Lê tenê karî 42 hezar deng bidest ve bîne û ew hêz jî bes nekir ku ew daxwaz polîtiqa bikevin rojevê.

Bawer im ji %20-25’ê wan dengderên Kurd ku neçûn dengdanê piştgiriya Hak-Parê bikirina, îro moral û rojeveke din dê li nav Kurdên bakur hebûya û siyaset jî dê ew qas yekalî nebûya.

Di destpêka hilbijartinan de behsa rola kilid a dengên Kurdan di hilbijartinên Tirkiyê de dihat kirin ku berê wê rolê leyîstibûn jî.  Lê  Kurd wisa bêpolîtîqa man ku nekarîn kêmtirîn %10-15 dengên xwe ji bo behskirina xwe û doza xwe jî bikar bînin. Weka ku siyasetmedarê Kurd Altan Tan di hevpeyvîna xwe ya bi Kurdistan24 re gotibû; ‘bi 6 milyonan me nekarî gazozekî bikirin’.

Tişta ecêb jî kes berpirsyariya vê rewşê negire serxwe. Zanista siyasî weka: ‘ji bo çareseriya pirs û pirsgirêkan hewldana çareseriyê’ tê tarif kirin. Yanî her projeyên siyasî ji ber ku  dozeke wan an jî armaneceke wan heye rêxistin dibin û ji bo cîbicîkirina wê doz û armancê dema pêwist şer dikin, dema pêwist ji bo aşitiyê xwe amade dikin. Yanî li qada siyasî şer jî aşitî jî di nav aliyên ku dixwazin hev têkbibin de pêktên, lê gotarên ku ‘ez bi vî kes an jî aliyî  re bi tu awayî lihev nakim’ tiştekî ku di zimanê siyasetê de jî bi hêsanî bê fêmkirin nîne.

Hilbijartineke ku hebûna Kurdan û maf û azadiyên wan jinedîtîve hat dîtin bi dawî hat û Recep Tayîp Erdogan û şirîkên xwe encameke serkeftî bidest xistin. Partiya Doza Azad Huda-Par ku piştgiriya Erdogan kiribûn jî dê di parlamentoya Tirkiyê de cîh bigirin. Hebûna Huda-Parê di parlamentoya Tirkiyê de ku bi daxwazên çand û zimanê Kurdî bangeşiyên xwe dikir, dê rolên çewa bileyîzin û bandorên çewa bikarin bikin emê bibinin.

Hilbijartin xilas bûn û tiştekî aşkerebû ku rolên Kurdan bi plansazî an jî bi nezanî hatin dizîn û hewleke têkdanê hat dayîn. Diyar e jî dê leystikên li ser welatî û doza Kurdan hêj bi  gelek cureyan berdewam jî bikin, lê bêyî çarseriya maf û çarenûsiya gelê Kurd, ji qeyranên ku berdewam dikin, rizgarbûna Tirkiyê jî mumkun xuya nake, divê ev jî neyê jibîrkirin.