Amerîka navê Kubayê ji lîsteya reş derxist
K24- Navenda Nûçeyan
Bi mebesta nêzîkbûna her dû welatan, Amerîka biryar da ku welatê Kubayê ji lîsteya reş a welatên piştevaniya terorê dikin derxist.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de îro, 2ê Hezîranê, ragehand ku bi mebesta nêzîkbûneke ji her dû welatan re navê Kuba ji lîsteya reş ya welatên piştevan ji terorê dikin bi temamî derxîne, ev yek mercek bû ji aliyê Hikûmeta Kubayê da careke din pêwendiyên dîplomasî yên her dû welatan vegerin rewşa asayî,Obama jî ev yek qebul kiriye.
Tê zanîn ku Obama pêşniyara derxistina navê Kubayê ji lîsteya reş radestî Kongrêsa Amerîkayê kiribû, diviyabû di dema 45 rojan de Kongrêsa Amerîkî helwesta xwe diyar bike hêjayê gotinê ye ku navê Kubayê li gel nave Sûriyê Îran û Sûdanê di sala 1982 e ketibûn lîstey reş.