Zêrevanên Turkiyê du jinên Kurd kuştin

Grûpa ku dixwest ji Rojava derbasî Bakur bibin, rastî guleyên zêrevanan hatibû

K24- Navenda Nûçeyan

Li ser sînorê di navbera Rojavayê û Bakurê Kurdistanê de, zêrevanên sînor yên Tirk du jinên Kurd kuştin.

Duh roja Sêşemê, 2ê Hezîranê, dema ku hejmarek ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê dixwestin derbasî Turkiyê bibin rastî guleyên zêrevanên sînor bûn, di encamê de du jinên Kurd hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar bûn.

Çalakvanê sivîl yê bi navê Xebat Simo ku yek ji kesên nava wê grûpê bû ji  K24ê ragehnd û got: “Ji wê grûpa rastî teqînê hatî çar zarok mane ku diyên wan hatine kuştin û ew zarok bê kes mane û kesek wan nasnake.“”

Xebat sSimo da zanîn ku li gorî zaravên wan zarokan di be ku welatiyên bajarê Kobanî bin yê Rojavayê Kurdistanê, herwiha wî çalakvanê sivîl bi rêya Kurdistan 24 bang ji hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê kir û got: Çi kesê wan zarokan nas bike bila pêwendiyê bi wî re bike, da ew wan zarokan radestî malbatên wan bikin