Li Tirkiyê gef li rojnamevanan tê xwarin

Erdogan cezayê zindana heta hetayî ji rojnamevan Can Dundar re dixwaze.

 

K24- Enqere

Li Tirkiyê azadiya rojnamevaniyê di metirsiyê de ye. Her rojnamevanek dema nehêniyekê eşkere bike, doz li ser tê vekirin. Niha jî Serokkomar cezayê zindana heta hetayî ji Can Dundar re dixwaze.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser belavkirina dîmenên kamyonên ku çek dibirin Sûriyê, doh derbarê Rêveberê Giştî yê Rojnameya Cumhurîyetê Can Dundar de doz vekir.

Li gor Erdogan belavkirina wan dîmenan sîxurtî ye û ji rêxistina sîber wate ji cemaeta Fethullah Gulen hatine wergirtin.

“Evna karekî sîxurtî û casusiyê ye. Niha jî ev rojname ketiye nav çalakiyên casûstiyê. Rojnameyê hinek hejmar dane, çavkaniya van hemû hejmaran çiye? Çavkaniya wan rêxistina sîber e, lewra min ferman da parêzerên xwe û derbarê vê mijarê de doz vekirin.”

Di daxwaznameya Erdogan de tê gotin; “Belavkirina dîmen û zanyariyên sexte ku rêxistina sîber dane, bi tevahî dijî qanûna ye û evna jî tê wê wateyê ku bûye şirîkê çalakiya endamên rêxistinê.”

Rojnamevanên Sînornenas zexta li ser rojnameyê û gefên ku li Dundar tên xwarin şermezar kir. Dundar jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got ku wî ti tawanek nekiriye û heta kengî dê rastî ji raya giştî bên veşartin.

19ê kanûnê hinek kamyon ku dixwestin çekan bibin Sûriyê ji aliyê cendermeyan ve hatibûn rawestandin. Rayedarên hikûmetê jî îdîa dikirin ku wan kamyonan di bin çavdêriya MÎTê de hevkarî dibirin Sûriyê, lê dawî derket ku çek di wan kamyonan de bûn û heta niha jî kes nizane ew çek ji kêre çûne.