Erdogan dibêje armanca wê teqînê têkdana aramiya hilbijartinan e

K24 - Navenda Nûçeyan

Di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan HDP de ya li bajarê Amedê ji bo helbijatinên yasayî yên biryar e ku sibe 7ê Huzêranê pêk were, du teqîn rû dan, ku tê de herî kêm 2 kes û 100 birîndar ketin. 

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan wesif kir ew her du teqên "demargirtin e" aştiya berî hilbijartinan dike armanc.

Torên Mîdyayî yên Tirkiyê dan zanîn ku ew her du teqîn ji trafûya elektirîkê ya ku di meydana mîtêngê de bû rû dane, ku bi deh hezaran camewerê HDPê kom bûbûn ji guhdariya mesaca serokê partiya xwe Selahattîn Demîrtaş bikin. 

Demîrtaş li ser hesabê xwe ya Twiterê got " Ew rikberê me ne, dixwazin rewşeke qerebalix û metirsiyê çê bikin, ez ji hemî niştecihên Amedê dazwaz dikim ku pabendî hêminiyê bibin, aştî dê vegere".

Çalakvanên Partiya Demokratîk a Gelan bi hêz hestên xwe beranberî bûyerê derbirandin, ku bi keviran êrîsî hêzên ewlehiyê kirin, polîsan jî bi xaza histir herikandinê û avê ew belav kirin.

Serokwezîr Ehmed Dawoduglu gava di hilmeta hilbijartinê de bû li Dîlok ( Xazî Entab ) soz da ku dê lêkolînekê ji bo bûyerê veke, û got "Emê bidin xuyankirin ku teqîn ji encama trafûyê ye lê êrîş e yan bizaveke demargirtinê ye". Her wiha serbar kir jî "Me çawa êrîşkerên her du bûyerên Edene û Mêrsînê dîtin, heger ev bûyer ne qeza e, emê êrîşkerên vê jî bibînin û wan bidin cezakirinê".

Ji ber hilbijartinên ku sibe Yekşemê dê lidar bikevin, gelek bûyerên tund yên ku bi taybet li dijî HDPê derdikevin. Ku hinek nenas roja Çarşemê li bajarê Bîngolê ajokarê basekê ku ala HDPê rakiribû kuştin, her wiha di heyva borî de du teqînên din navendên wê partiyê li Edene û Mêrsînê çê bûbûn ku gelek birîndar tê de encam dan. 

Hemû nêrîn berve HDPê û encama ku di vê hilbijartinê de dest bixe ne, heger ku benda %10 derbas kir, dibe ku serok Erdoxan û partiya wî AKPê ji para 330 perlemnterî bêpar bikin, yên bi wî divên bo guhartinên destûrî ku desthilatiya wî ya serokatiyê bi hêztir bike, çê bike.