Herêma Kurdistanê teqînên Amedê şermezar dike

Divê ev karê tirsonek nebe sedema karvedanên neberpirs

K24

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her du teqînê duh, 4ê Hezîranê, li Ameda Bakurê Kurdistanê yên di mîtînga Partiya Demokrata Gelan(HDP)ê çêbibûn bi tundî şermezar kir.

Di vê derbarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belavkir û têde teqînên bajarê Amedê şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqînê  û saxûsilametî jî ji birîndaran re xwest, herwiha ji hemû aliyan xwest ku li ser xwebin û rêyên yasayî bigrin da bigehin ancaman.

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê ev kiryarên tirsonek nebin sedema ku karvedanên ne berpirsiyarane li pey xwe bîne ku dawiya rojên propegendaya hilbijartina bi giştî û piroseya dengdanê bi taybetî têk bide.

 Tê zanîn ku duh  li qada mîtîngan ya Istasynê li Amedê û bi beşdariya hezaran kes ji alîgirê HDPê teqînek çêbû û di encama wê teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetir ji 150 kesên din jî birîndar bibûn.