De Mistora: Çûna Esed çareseriya krîza Sûriyê ye

Daxwaz ji amerîkayê jî dike ku hêzê bo wê mebestê bikar bîne

K24- Navenda Nûçeyan

Nûnerê Netewên Yekbûyî li Sûriya Staffan De Mistura, daxwaza çûna Beşar Esed dike û ji bo vê mebestê jî dibîne ku Amerîka fişareke serbazî bike.

Li gor rojnameya "The Daily Beast" ya Amerîkî, De mistura di civînên xwe ligel aliyên opozîsyona Sûriyê li Swîssrayê ragihand ku ji bo her çareseriyekê li Sûriyayê pêk were pêdiviya wê bi çûna Esed heye, çûna wî jî bi guvaştina serbazî ya Amerîkî divê.

Ji aliyê xwe de seroka Rêxistina "Yekgirtî ne ji bo Sûryayê" Mûna Alcundî ya ku di civînên Cenêvê de amade bibû tekez kir ku helwêsta De Mistura ji piştevaniya Esed di meha Sibata borî de, niha gotina wî ku Esed ji ser desthilatiyê naçe ne ku bi guvaşeke serbazî be, pêşketineke girîng e".

Herwiha tê zanîn ku ev cara yekemîn e şanderê navdewletî ji bo çareseriya Sûriyayê daxwaza çêkirina guvaştinên serbazî ji bo çûna Esed dike.