Tumetbarê teqîna Amedê hat girtin

Teqînê mîtînga HDP kiribû armanc û 2 kes şehîd bibûn

K24- Navenda Nûçayn

 

Serokwezîrê Tirkiyê ragehan ku tumetbarê teqîna bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê hatiye desteser kirin.

piştî ku dı 7 meha Heziranê li bajarê Konyayê Serokwezîrê Turkiyê  Ahmed Davutoglu dengê xwe da di kongireyeke rojnamevanî de ji raya giştî re dıyarkır û got: ji ber ku heta neha lêkolîn berdewamın em nikarin navê tuhmetbar eşkere bikin .

Rojnameya Zeman ya Turkiyê belavkirye ku ew kesê hatiye girtin çekdarê rêxistina DAIŞ ê ye, herwiha ew çekdar hevwelatiyê bajarê Semsûrê ye bı navê Orhan .G ew kes li Sûriyê tevlî DAIŞê bûye û paştî wê vegeraye Turkiyê da mîtîngeha HDP li bajarê Amedê biteqîne.

Hêjayê gotinê ye roja 5ê Hezîranê di mîtinga Partıya Demorata Gelan HDPê ya lı bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê du teqîn çêbûn û di encam wan teqînan de 3 welatıyan canê xwe ji dest dan  û zîdeyî 400 kesî jî birîndar bûn.

Tê zanîn ku piştî encamdana teqîn li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û çend bajarên Tirkiyê jî hemwelatî derketin kolanan û bûyer şermezar kirin.