Deh roj in Efrîn di bin dorpêçeke asê de ye

Serkirdeyekî PDK-S bangewaziyekê belav dike

K24- Efrîn

Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriya (PDK-S) Ebdilrehman Apo bangewazek belev kir, tê de got "Efrîn ji deh rojan ve di bin dorpêçeke asê de ye.”

Ebdilrehman Apo roja Yekşemê di bangewazê de ku kopiyek jê ji Kurdistan24 re şand, bangewazî hemî rêxistinên navdewletî û Kurdistanî yên mirovahî û yasayî kir bo pêşkêşkirina alîkarên mirovahî ji Efrîna dorpêçkirî re û got "Efrîn ji deh rojan de krîzeke mirovahî û jiyanî gelekî xirab dijî"

Herwiha navborî bangewazî li Perlamentoya Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û hemî hêzên niştimanî kir ji bo Efrînê tevgereke bilez bikin û got "Ji ber birîna sotemeniyê (Mazot û benzîn) kareseteke mirovahî duristî li Efrînê dibe, ku hemî movikên jiyanê pûç bûne, ku ji destpêka şoreşa Sûrî de wisa nebûye"

Praniya bîrên petrolê bidest DAIŞê ne, ji dema têkçûna wê li Girê Sipî, sotemenî ji ser herêma Efrînê biriye.

Ji xwe Efrîn û gundên wê ji sê salan ve dorpêçkiriye, ku çûnûhatina Helebê gelekî zehmet e, madeyên xwarin, derman û sîrê zarokan jî gelekî kêm e.